Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Li welêt û derveyî welêt, xwendekarên Kurd ên serkeftî hatin xelatkirin

Rojnama Newroz*

Eger pêwistî û giringiya gelên cîhanê carekê bi zanîn, çand û hunerê hebe, giringiya gelê me yê Kurdê perîşanê ku ji hemî mafên xwe bêpar bûye, di cîhana me ya îro de, di bin nîrê bindestî û koletiyê de dinale, deh caran bi xwendin û zanînê heye, ji xwendin û zanînê pêve, tu rê li pêş jiyaneke bi rûmet tune ye.

Lewra, û ji ber baweriya me ya bêsînor bi xwendin û zanînê, ne diho-pêr, lê ji berî 25 salan ve, her û her me giringî daye xwendinê, nav di keç û lawên Kurd daye da ku ji kaniyên zanînê vexun, ji bo sibe ew di civaka xwe de bibine mînak, rêya azadî û serfiraziyê nîşa gelê xwe bidin û serkêşiya xebata wî bikin.

Îsal jî mîna her sal. Çi li welêt, çi li derveyî welêt, xwendekarên Kurd ên di pola 9 û 12an de serkeftî bûn, ew ji bal rêxistinên partriyê ve hatin xelatkirin.

Li dever û bajarê Helebê, herêma Cizîrê, Herêma Kurdistanê, li Almanya, Swêdê, Swêsra û Danîmarkê…û hwd, bi sedan keç û lawên Kurd hatin xelatkirin.

Serkeftina Xwendekarên me pîroz be, û em hêviya paşerojeke ronak ji wan re dixwazin. Herweha bi navê Desteya Newrozê, em spasiya rêxistinên partiyê dikin ku di vî karî de westan û cefa kişandine.

Li dawiyê, em jî gotina Seydayê Cegerxwîn dubare dikin û dibêjin:

Xwendin neb ekes naçe pêş             peyda dibin pir derd û êş.

Li jêr, hin dîmenên xelatkirinê ji we re diweşînin:

Li Helebê jî xelatkirina xwendekarên serkeftî

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li ya Sûriyê – Rêxistina Helebê. Li bajarê Helebê taxa Şêxmeqûsd (çiyayê Seydo). Di hola Efrînê de li dîroka 29 -Tebaxê -022an. Şahiya xelatkirina xwendekarên ji pola nehan û bekeloriya bi hemî şaxên wê ve li darxist. Ev lîsta xelatkirinê ye.

Bekeloriye şaxê zanistî -168

Bekloriye şaxê wêjeyî – 25

Bekloriye şaxên din – 7

Beşê kurdî – 3

Pola nehan – 277

Tevahî – 480

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button