Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

49 Saliya Koçkirina xebatkarê Kurd ê navdar Dr. Nûrî Dêrsimî

Rojnama Newroz*

Avdara sala 1894an, li gundê Axzonîkê –parêzgeha Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî ji bavê xwe Îbrahîm û diya xwe Zelîxe re çêdibe, li dinê çavan vedike. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Xûzatê û ya navîn li Xarpîtê diqedîne, paşê, sala1911an, ew diçe Stenbolê, zanista bijişkiya ajalan dixwîne. Hê ji ciwaniya xwe ve, bi temenê xwe yê piçûk, ew tevî refên kar û xebatê bûye. Sala 1918an, ew di Komela Bilind a Kurd de, ya ku bi pêşengiya siyasetmedar û zaniyarê Kurd ê gewre Seyid Ebdilqadir Kurê Şêx Ubeydellahê Nehrî birêve diçû, dibe endam, û da ku gelê xwe ji bindestî û koletiya reş rizgar bike, zend û bendên xwe badide û bi dilsozî xebatê dike, û ji ber çalakiyên xwe, ew tê binçavkirin. Radibe ji Stenbolê derdikeve, diçe welatê bav û kalan, û li Dêrsimê cîwar dibe.

Ew û hevalê xwe Elî Şêr, bi hev re, kar û barê serhildana Qoçgêriyê dikin, ewa ku 6ê Avdadra 1921ê destpê kiriye, û bi tundî û hovîtiya dewleta Tirk di nav xwînê de maye. Li wir, ew ji bal polîsên Tirk ve tê girtin, lê bi alîkariya Seyid Riza serbest tê berdan. Girtin û zindankirina wî, hêvî û moralên wî naşikîne, û her ew têkoşîna xwe ya netewî berdewam dike. Dema serhildana Dêrsimê sala 1937an destpê dike, ew dibe yek ji rêberên wê yên sereke.

Mixabin, dema serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne, berê xwe dide binxetê, ji wir diçe Urdinê, û sala 1940î, li tataxa «Miheta Bexdad», bajarê Helebê cîwar dibe, kar û xebata rewşenbîrî û ramyarî didomîne.

Gelek Kurdên Kurdax, Heleb û Cizîrê li mala wî civînên Kurdewariyê girêdane, li ser destên wî fêrî zimanê Kurdî bûne, ji kaniya zanîn û ezmûna wî ya Kûr sûd wergirtine. Berî ku ew koça dawîn bike, wî sala 1963an gora xwe û ya hevjîna xwe li rex hev, li goristana «Henan», ya nêzîkî bajarê Efrînê kolane, û ev rista jêrîn ku ji bal Dr. Nûredîn Zaza ve li ser kêla wî nivîsandin:

Li ser vê riya dijwar, min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar!

Roja 22ê Tebaxa 1973an, li Helebê, dilê vî lehengê Kurd radiweste, çavan digre û ji vê gerdûnê bar dike.

Bila cihê wî bihuşt be, gelê Kurd tucarî mezin û lehengên xwe jibîr nake.

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button