Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Dr. Nûredîn Zaza dê her û her di bîra me de zindî bimîne!

Rojnama Newroz*

Piştî bidawîhatina hevdîtinên Lozanê, hevalên Rêxistina Ewropa ya Partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, sekreterê yakemîn Partiya Kurdî Li Sûriyê Dr.Nûredîn Zaza jibîr nekirin, serdana gora wî kirin û bi rêzgiritin ew bibîr anîn…

Çawa mirov dikare ked, cefa û azara Dr.Nûredîn û hevalên wî yên dilsoz jibîr bike!, ew ên ku ji bo me, ji bo welatê xwe û paşeroja gelê xwe, hemî jiyana xwe terxandibûn?!.

Emê rêya Dr.Nûredîn Zaza û mezinên xwe bişopînin, û ji bo pêkanîna armancên wan ên mirovane, her têbikoşin!

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button