Komîta birêvebir a Mihrecana Serayîvo ya helbstê a navnetewî, ku ji sala 1962an ve her sal lidar dikeve, di meha Gulanê de, xelata xwe pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş kir.
Hêjayî gotinê ye ku ev xelat ya herî bilind û nirxdar a Yekîtiya Nivîskarên Bosnê ye, ku berî niha diyarî van helbestvanên cîhanê bûye:
Tadyos Rosîvîtş ê Polonî, Mehmûd Derwîş ê Filestînî, Çarlz Sîmik ê Emerîkî, Lars Jostafson ê Swêdî, Mîkayîl Krugir ê Almanî û Pîsîra Alîkadiş a Bosnî.
Di pêşkêşkirina xelatê de wiha hate nivîsandin:
Encumena Rojên Helbestê Li Serayîvo, ji ber karê te yê balkêş di cîhana Helbestê de û xebata te di warê bilindkirina nirxên azadî û mirovahiyê de, ev xelat liyaqê te dîtiye.
Di kongreya rojnamevanî ya ku bi vê bûneyê lidar ket, Serokê Encumena Rojên Helbestê Li Serayîvo birêz Mayil Sitocitş wiha got:
«Husên Hebeş kesayetiyeke taybet e, ji ber ku ew li ser wêrankirina welatê Kurdan dinivîse, û terora ku li dijî gelê Kurd bikar tê, bi rêyekê ew ji me ve nêzîk e!»
Em jî bi navê Rojnameya NEWROZ helbestvanê xwe, helbest û wêjeya Kurdî pîroz dikin.
* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.