Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ LI GELÊ KURD PÎROZ BE!

"Nameya Rojnama NEWROZ"

 

Weke tê zanîn, mîna vê rojê, berî 90 salî, ango roja 15ê Gulan sala 1932-an, Li Bajarê Şamê, li ser destê zanyarê Kurd, welatparêz û xemxurê gelê xwe, Mîr Celadet Alî Bediraxn, yekemîn car di dîroka gelê Kurd de kovarek bi zimanê Kurdî, tîpên Kurdî latînî û bi navê HAWAR tê weşandin.

Li dirêjahiya temenê xwe (11) salan de, 57 hejmar jê hatine weşandin û belavkirin, û bi derçûna wê ku ji gelê Kurd re mîna mizgîniyeke pîroz bû, dilê wî şad bûye, kovara xwe hembêz kiriye, keç û lawên wî zend û bendên xwe vemaltine, fêrî tîpên Kurdî bûne. HAWAR a xwe xwendine û ew dane xwendin û hezkirina zimanê Kurdî di civakê de hatiye belavkirin. Baweriya gelê Kurd lê vegeriyaye ku hem bi nijada xwe û hem jî bi zimanê xwe, ew ji gelên cîhanê ne kêmtir û qelstir e.

Di hejmarên wê de, Mîr Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Apo Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî û hwd…Bi zimanê Kurdî yê şêrîn, bi sedan gotar, dîrok, helbest û çêrokên nirxdar ji xwendevanên Kurd re nivîsandine, dilê wan xweş kirine û hêviyên wan di jiyaneke azad û serbest de geş kirine.

Ji ber rola vê Kovara ku zimanê Kurdî nûjen kiriye, rê li ber pêşketina wî dûz kiriye, ew roj, roja 15ê Gulanê, li seranserî Kurdistaê ji Zimanê Kurdî re bûye Cejin û şahî.

Digel ku hemû belgeyên rêxistina navnetewî mafên gelan di fêrkirina zimanên wan tekez kirine û rêxistina UNESCO rojeke cîhanî ji bo zimanê dayikê binav kiriye jî, lê mixabin hê şer li ser zimanê Kurdî berdewam e. Dewleta Turkiyê, Îran û Sûriyê hewl didin ku gelê Kurd bipeşêfin, ziman û kultûra wî winda û taromar bikin.

Di vê çarçewê de, li roja 03.01.2022an û ji ber ku keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê mamoste Zara Muhemedî (28salî) waneyên Zimanên Kurdî ji zarokên Kurdan re digotin, li şûna ku ew bê xelatkirin, destelata Îranê wê bi 5 salan zindan dike û ta niha bê sûc û bê guneh ew di zindanê de ye!

Bi hatina vê cejna pîroz, Desteya sernivîser a NEWROZ a ku eve 27 salên wê ne ku bi şêweyeke nefermî weşanê çap û belav dike, gelê Kurd, xwendevan û nivîskarên wî pîroz dike, hêviya parastin û pêşketina zimanên hemû gelên cîhanê dike.

Azadî ji çalakvana qehreman, keça Kurd Zara Muhemedî re!

Aştî û aramî ji hemû gelên cîhamê re!

Desteya sernivîser a NEWROZÊ

14.04.2022 Z-2638 K

 

 

 

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button