Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Rûreşî

Osman Îso*

Ewrên tarî, çeteyên bênamûs ên mîna roviyan, xwe li ber pepilên mirîşkên me datînan û hişên xwe dixistin nav zelq û rêxê û bi şêweyekî şoreşgerî wan mirîşk û pez didizîn.

Keç û xortên qehreman berevaniya axa Efrînê dikirin û mirin bi stran û lîlîyan pêşwazî dikirin, û her şervanek ji bo axa pîroz şehîd diket, morala wan bilind dibû û kela dijminê xwînmij nizim dibû. Berxwedaniyek nenormal dikirin, da ku taxim û sînorên bajarê xwe biparêzin. Xwîna pîroz mîna kaniyan ji bo Efrînê herikî. Balafirên şemûz, tang, mûşekên kûr, serma, seqem û dilopên baranê nebûn pirsgirêk li pişiya şervanan, yên ku ew û çiyan ji hev re bûbûn pişt û bê hev ew nedibûn tutişt.

Lê lîskeke veşartî çê bû û gundên payabilind mîna kevirên Domîno li pey hev ketin û wêran bûn, û nişteciyên Efrîna rengîn bûn koçber û penaber û ji mal û darên zêtûnê bi dûr ketin. Ew ne dûr in lê ne nêzîk in jî. Li Efrînê mêze dikin û giriyê daran dibihîsin, lê nikanin bi desmala aramiyê dilopên girî ji ser rûyên xwe bişon.

Ew bûn dîlê çadiran. Çadir bi xwe derdekî giran e, mirovê bi çanda avahiyê mezin bûye û ji memikên kelan şîrê lehengiyê mêtiye, di çadiran de mîna bazekî di xefikan de dibe.

Berxwadan jî wisa mîna teyrê baz bibû her roj dîmenên Efrînê, di pêş çavên wî re dibezîn û ken, girî, axaftin û çîrokên hevalên wî di sengerên şer de li şevên wî dibûn mîvan, lê tiştê herî balkêş ew e, berxwadan dibêje:

Çend roj in ez ji rûreşiyê newêrim xew bikim, her ez çavên xwe dadimrînim, giyanekî pak û pîroz seredana min dike, ez nizanim çi ji min dixwaze? Ez mirovekî perîşan im, ne xwedî biryar im. Xwedê!! Ma ev pakrewan çima li xewnên min bûye rik, û li aramiya min siwar dibe?! Ez westiyam û berî ez rakevim, min şûşek mey bi ser xwe de kir ji bo serbest û bê fedî bersiva xwe bidim, de were û çi dipirse bipirs, ez bê gûman ketim xew an ez hîn hêşyarim nizanim, hûş pûş yar im.

Merheba bira! Ev cara siyemîn e û ya dawiyê ye ez seredana te dikim, ji min re bêje Kurd bûne yeknêrîn?

Min got: Na …Naaaa na na na, qurban te bim, bes ji min bigere, bila ez bi kêf xew kim, here ji berpirsyaran bipirse, tu çima li min bûyî rik law?! Lê tu ji segên har li pêş deriyên wan newêrî?!  Ez jî wek te dêşim dinalim, tim bi êş im.

Pakrewan: Min got hûn bûne yek te got na, min got hûn bûne yekhelwest dîsa te got na.

Îro ji te dipirsim, hûn bûne yeknêrîn, tu bêşerm û fedî dibêjî: Na. Ma ji bo çi me xwîna xwe da?

Ma em çûbana di hembêza Ewrpiyekê de yan di deryayekê de fetsîbana, ne baştir bû, hey ke…. ji  ke….hey bê na…

La tûûûû li te were.

Ez kelegirî bûm û ji xewa giran hişyar bûm, min rûyên xwe pelandin, min dît ew şil in, vêca ez nizanim ji girî yan ji tufa şehîdan bû.

  1. 03. 2017 an

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button