Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Peykerê Bîrdozê

Mihemed Qere Hesen*

Dest dabûn bin çengan û bi ser xwe de diramî, nedilivî û ne dişivî, ta çav nedikutan, ji te ye ku kevirekî bi tîpa merovekî di cih de rûniştiye. Ger dest li bin çengan bifilitiya xuya dibû ku canlî ye. Ji nişka ve, birûska ramanekê li mejiyê wî dixist û ew vediciniqî wek yek ji xewa kûr şiyar bibe û bi xwe re digot: Min dît, ya ez lêdigirem min dît, nabe çiqas ji min ve nîzîke, di serê min de dijî û haya min jê tune ye! Ji wê şûn ve diçû li kevirekî mirarî digerî, ku peykerekî wek dilê wî dixweze jê çêbike.

Ew latê divêt didît û danî li nava hewşê datîna. Roja din li serê sibê açetên xwe radikirin diçû li ber lat radiwestî, pê diramî ku ji ku de destpê bike, ji serî de lê (yan) ji ber lingan ve? Piştî mawekê di dilê xwe de digot: Gerek ez ji serî destpê bkim, ji ber ku serî ew ê merov dajoye û endamên din ên gowed bi ya wî dikin. Sêpiya xwe datîna ber lat û destpê dikir, berî ku porê wê bi çakûç, kesk û zimîl şebike, bi xwe re digot: Ma ez porê wê kin bikim lê dirêj bikim? Porê kurtik ji rewşa mêyîtiyê bi dûr dixe, lê ji dîmê heyva şîvxwerî ve nêzîk dike. Na na ezê porê dirêj ên ji tîjikên royê weke solavek zîvî bi ser de berdim.

Bi hilatina royê re wî perên royê bi ser de holdikir. Piştî wê, dest bi çêkirina enî û pozê dikir, wî ew poz ji xizêmên altûnî re çêdikir û berjor hildida, ta ku li ezmên keve û pê qayil nebe. Dihat li ber çavan radiwestî ku mîna tenên tiriyê xoriz çê bike ku şev tê de xewkin, lê ji dilopên gola hêşîn çêke ku bibin deryayên bê binî, lê ji zebercedê çêke, li dawiyê hemiyan tev hev dike jê çavan çêdike. Di pê re, dadiket lêvan çêbike, wî berê xwestibû ku lêvên wê ji ziraviya pelên gulan çê bike û ken herdem jê bifire, ger kê lê mêzebikira vê re bikeniya.

Li dawiyê dîmekî vekirî weke berberoya nû vebûye çêkir. Li wir daket ustiyê yên qazan an wek yên xifşan çêbike, lê herdu li ba dilê wî rind bûn, wî herdu rewş li hev stiran û pê ew ustiyê nû çêkir. Ji wir daket sîng, ji xwe pirs kir: Ez memikan wek hurme, sêv, henar, şemam an zebeşan çêbikim? Ew li ser ramana ku ji werzên her wan êmişxanekê tê de çêkir. Û memolînên wan kirin serê kaniya jînê.

Di pê re daket navê, wî nava wê ji ziraviya pilingan çêkir. Piştî cefakî pir di çêkirina wê de didît, xûya di ber de dayî ye ji gelîkî zivistanê pirtir herikandibû, ger bîstan li ber çandibana û pê avdabana wê têrê bikira.

Wî pîştî vehesîn bir û hat li ber rawestî û bejna xwe li ya wê girt, ku bi qaserê ya wê ye, bal û zêna xwe kûr dayê. Wî bi xwe re digot: Ne min peyker çêkiriye, lê min Înana çêkiriye, û li pêş çavan pir xweşik û rind xuya dibû, û dil li ber zîbaya wê pir lêdixist û xwîn di tamaran de hilnedihat, bê ku lê hay bibe, dibû dilketiyê wê û hiş vê re difirî!

Bi şev û rojan xew ji çavan direvî, tebat û hêmanî di canê wî de nema bû, canê weke hiriyê tev cên hatibû ristin, her yek bibû xaya canê yê din tev hev pişifî bûn û di mêyîtiya wê de hatibû meyandin. Ew demek dirêj sergêjî ma bû, li derman û şivêlan digerî ku pêde here.

Di wê sergêjiyê de carek din birûsk li serê wî dixe, vê re ramana şokirina wê hiltê, tavilê pêla wî datê û serê wî ji êş û janê vedehese, û dest bi rêwresmên zemewendê dike. Bi destê xwe kincên bûkê ji hemî rengan didûre, û bi destên xwe hemî rengên gul û çîçeka kom dike ku pê rûyê wê bi xeml û xêz bike. Gava ew dida ber aynê vê re digot wê: de here tu ne zelalî, dikir weke Tawisê şewq dida û çav lê hiledihatin û bi rojê re digot vemire, ezê li şûna te hilêm!

Wî roja zemewenda xwe nîşan dikir, û hemû dost û hevalên xwe vedixwend. Çiqas amorên kevn û nûjen hene tanî, û li herderê şahiya xwe li dardixist. Gava ew dikete serê govendê li ber awaz, stran û dirûşmên xwe sema dikir, ew û bûkê bi hev re diketin dîlanê û dil bi qaserî çiyakî mezin dibû.

Lê mixabin xû di bejna wî re dibû lêmişt û bûka wî çilpka xûyê jê nedihatin. Wî gewriya xwe bi stranan didirand, lê bûk lal mabû. Wî dikir nedikir ku çawa wê şa bike û germa cên pêde berde nizanî! Bi rojan re wê tu zarok ji wî re ne tanîn, ew jin stewir bû, jiyan sar dibû, ew bi kulfeta xwe re hişk dibû kevir. Û lêmişta demê bi ser de dihat û bûk tê de pişifî û herikî çû. Bîrdoz merov dike kevir û mervaniyê jê distîne.

03.01.021 an

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button