Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Sembola hebûna gel… Ziman e
Nazdar Hesen*

Ji ber ku ziman ji gelên bindest re ne tenê alava derbirîn , têgihiştin , veguhastin û belavkirina zanînê ye , lê belê , ew nasname û sembola hebûna netewa wî ye, û di bin sîwanê wê de, hemû hêmanên taybetmendiya wî gelî ji çand , wêje , huner , kelepûr û şaristaniyê diparêze û dinasîne, û ev jî tê wateya ku ziman , gel ji windabûn û pişaftinê diparêze , lewre li ba wan gelan parastina zimên giringtir û pêwîstir e , ji ber vê yekê jî diviya bû bêtir ew di warê zimên de bixebitin, ta li ser zemînê bimînin û hebûna xwe tekez bikin .
Bêguman, gelê me yê kurd yek ji wan gelan e yên ku tevî bindestiya bi sed salan û qedexekirina zimanê wî û jiyana wan di mercên kirêt û dijwar de ye, hebûna xwe tekez kirin û zimanê xwe parastin .Helbet ev bi saya xebata gelek zana û xebatkarên zimên de ye , yên ku barê fêrkirin û parastina zimên li ser milên xwe girtibûn û di hiş û jiyana miletê xwe de guhertinek kûr û sûdar xêz kiribûn, û ji wan hîmdarên zimên ên herî sereke Mîr Miqdad Midhet Bedirxan e yê ku di roja 22ê Nîsana sala 1898an yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan bi tîpên erebî li paytexta Misrê Qahîrê derxist û ew roj ji miletê me re bûye roja rojnamegeriya kurdî, pişt re Mîr Celadet Bedirxan bi keda xwe ya giranbuha ziman dewlemendtir kir, bingeha rêzimanê kurdî danî û yekemîn alfabeya kurdî bi tîpên latînî ava kir û di 15ê Gulana sala 1932an de Kovara « Hawarê» weşand û ji ber giringiya wê, ew roj bûye roja zimanê Kurdî.
Ji wê demê û vir de, gelek weşanên giranbuha têne weşandin, yek ji wan weşanan Rojnameya Newroz e, ya ku di hejmara xwe ya 144an de 25 sal li ser weşana wê re derbas dibe û ew berdewam e, bi gotar û nêrînên xwe bandoreke erênî li çand û zimên dike û ji bo parastina mafên xwe ên netewî dixebite û berdewamiya weşanên wiha ji gel û zimên re destkeftinên mezin in.
Belê, giringiya zimên û parastina wî, ne kêmî hezkirina welêt û parastina wî ye, û ger em ji welatê xwe hez nekin em ji zimanê xwe jî hez nakin, ji ber wê jî, pêwîst e em xemxwerê zimanê xwe bin, wî baş nas bikin û bidin nasîn, em xwedî lê der kevin û wî pirtir bi rêk û pêk bikin .

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button