Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Tîma Efrînê… Çirûskek di dilê koçberan de ye
Nazdar Hesen*

Em dikarin bibêjin, peyva Efrînê li ba efrîniyan û bitaybet li ba efrîniyên koçber yên ji ber dewleta turk ya dagirker û çeteyên wê, bi neçarî ji cih û warên xwe bi dûrketine û koçbarkirine, peyveke pîroz e, jêdera domandina jiyana wan e û tu carî vîna wan ya vegerê tevî êş û azaran lawaz nake.

Ji ber vê yekê, ger peyva Efrînê bi çi ve were girêdan, dilê efrîniyan tev pê ve tê girêdan û guhdana biçûk, mezin, jin, mêr, kal û pîrên efrînî pirtir bi Tîma Efrînê li van çend salên dawiyê balkêş û diyartir e, ku ew ne tenê hezkirên lîska gokê ne, lê ew pirtir evîndarê navê Efrînê ne, Efrîn ji wan re bûye derd û kula herî mezin û vegera li deşt, zozan û çiyayên wê bûye xewna roj û şevan. Belê beşdarbûna rêjeyek bilind ji koçberên Efrînê li matçên vê tîmê bi dilgermî, wêrekî, bi moralên bilind, bi def û zirne, stran û dîlanên folklorî yên kurdî, tabloya folklora Efrînê tîne ber çavan û girêdana wan bi netew û axa wan ve tekûztir dike.

 Belê, Tîma Efrînê bûye çirûskek di esmanekî tarî de, dilê koçberên Efrînê yên bi xem û kederan werimîne, piçekî hêmin û aram dike, lewre, û ji ber ku ton çalakiyên wiha bandorê li mirov dike û dikeve xizmetê wê civakê û wê diparêze û pêş dixe, ji me tê xwestin em jê re alîgir û piştgir bin.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button