Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Rojaneyên Efrîniyekî di bin siya dagîrkeriyê de
Osman Îso*

(2)

Dizekên xwefiroş

Nîvro ye, dunya ji tîna rojê dikele, eger tu hêkekê dînî derve, wê biqewire. Apê Xelo xwe li hundir kiriye kêndir, ji nişke ve dengek bi pînika mirîşkan dikeve, Xelo lêhay dibe û li ser nivîna xwe rûdine.

Pîr dibêje: Xelê min rabe binêre kî ye ?

Xelo bi hêrs dibêje: Ma qey tu nizanî?! Ev bû çend car in? Dîsa ew kûçkina ne? Roviyên duling in …

– Rabe weke her car dengekî li wan ke.

Kal li xwe zor dike û hêz xwe dike, radibe û berve pînê dere, zarokê dagîrkerekî mêze dike ew ji hêrsa re dibêje: Eger ez te careke din bibînim ezê tunê nemayî hûnim serî te û çat û bat xeberên giran dibêje!

Pîr li hundir dikene û dibêje: Kalê min, ma ew bi kurdî têdighe( fehm dike ) bi erebî bi turkî bêje.

– Kal berê xwe ber ve mala wan (ku bi darê zorê birine) dike û dibêje:

Intï yicî hon mertek cayî welle  ummek ….eger tu careke din werî û hêkan bidizî, welleh billeh ezê  te û malbata te û diya te …di welwelderesiyê re derxînim! .

Pîr dikene û dibêje: Kalê min bi Xwedê Erebiya te baş e …..Bes ji bo çi tu kekeç bû ma tu newêrî gotinên nebaş bikî?.

– Qurban, ne ez newêrim ….em ne wek wan bê sinc in û bila zeng û gemarê wan di me negere …

Gava kal bi hêrs xeberan dibêje, dayîka zarok dibhîse …tevî ku tênegihîşt, tu tiştî lê zanî bû hêrsê kalê pir rabûye û ew bûye kizot eger kî bi ber şeplê wî keve avê lê venaxe.

Sê demjimêr derbas nabin, dîsa deng bi mirîşkan dikeve. Vê care, pîr radibe û mêzedike û nas dike bi lez vedigere û dibêje :

Kalo qurban, Xwedê ji te re şand zû zû rabe

Tu yê sûnda xwe bi cih wînî, yan sê rojiyan bigrî yan jî sê belengazan têr nan bikî.

Kal: Ew çi sûnd de Xanima min.

Pîr: Te berî vê bi zarok re çi xeber gotibûn?. Rabe dayîka wî ketiye pînê here ji heq canî  wê virxûnê bi derkeve ûştê careke din  kok pêle vir nekin ,û  heyfa birîna zêtûnê hilîne, û bila teresê wê yê çûye  Serî Kaniyê qêrîn û nalîna wê bibhîse.!

Kal bi hêz radibe û çovê xwe dibe û nav şewlerî xwe dixurîne

Pîr henekan dike û dibêj:

Kalê min xêr di te de mayî ? Û di ber xwe de dibêje em ne wiha zikreş bûn lê bû nêzî sê salan me gotina (Tu ne gur bî gurê te bixwin) baş nas kir

Kal: guhên xwe û derî bigre, bila deng bes here wa kerê, yê mal û milk birî, xelk bi zorê surgin kirî û jina xwe di pînika mirîşkên me de bi cih kirî, hele ka wa şivkê yan wa merdûmî .

Pîr: Qewat be kalo qewat be, Xwedê te bi feykirin nede, here mehîz bikute û bi hevîrî kuftake û bila bi kunxuşka û bervajkî ji vir here mal xwe .

Rojaneyên Efrîniyekî di bin siya dagîrkeriyê de

(3)

Rengên Ken

Piştî mala kalê Xelo serbinqotî hev kirin û ne zêr dîtin û ne jî pere dîtin. Dabance kire serî kalê Xelo û gotê:

Sê deqe din eger tu paran nedî me, emê te bikujîn. Mûriyekê di ser diwêr re birê diket, kalê Xel lê mêzekir û keniya, ken hêrsê dagîrker nepirçek kir û kîna wîn hilda , ew berve kalê hat û pokisek mîna riyên wî yên dirêj û genî û mişt kîn bi ser rûyên kalê yên noranî de ber da, devê kalê Xel bi xwîn bû! Bokis çiqas bi hêz bû, lê kalê Xel tenê qasî mûyekê ji cih livî û pêyên wî  li kortekê vepekîn û berî bikeve destên xwe avêtin kokeke dara birandî ji koka dareke  zêtûnê  û mîna teyrekî baz xwe serast kir û çar tilî danehev û bi tiliya ortê ya dirêj xwîn paqij kir û bi ser ruyê wa şervanê xwefiroş de avêt û kenî. Şervanfiroş her çû har bû surgî li Rosiyê xist û qurşîn di nav lingên kalo re avêtin kalê Xel di ser milên wî re mêze kir, jina wî dît tavilê pîna mirîşkan hate bîra wî û dest avête şewler û rakir ji bo ku gemara fîşekan nebijiqê  û şewler bi gemar nebe û di bin simêlan re kenî. Dagîrkerê xwe û çekfiroş  dîn bûn, qurşîn şepelkûrkî avêtin qurşînek di koka dara zêtûnê re xuşî û şiqinek şikand, hîngê dilopek ji hinavê dil hilkişî çavan û barî,  sê dilop di çavan de meyîn, kalê Xel bi destê rastê histêr rakir û berda birîka aliyê dil û kûr li dara zêtûnê mêze kir, çav danehev û keniya… Piştî çavên xwe vekirin, wî tu kes nedît!

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button