Belge û Pirtûkالقسم الكوردي (kurdi)

Pirograma Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, ji bo helbijartina encûmenên xwecihî yên federaliya demokart a bakurî Sûriyê.

Di kongirekî ragihandî de, roja Yekşemê 19.11.2017, li bajarê Qamişlo, Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, pirogramê xwe ji bo helbijartina encûmenên xwecihî yên federaliya demokart a bakurî Sûriyê weha da xwiyakirin:

Wek Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûrî, em di wê baweriyê de ne ku giringiya beşdarbûna me di piştgiriya avakirina demokrasiyê ya di nav civakê de û bi hînkariya mafê helbijartinê wek mafekî rewa û suriştî ji bo welatiyan, me biryar da ku beşdarî helbijartinên li pêş me bibin.

Ev helbijartinên ku taybet in bi şaredarî, navçe û parêzgehên li Rojava û Bakurê Sûrî, bi armanca nûnertiya gel û bi armanca şirovekirina rewş û daxwazên wan, ji bo nehiştina astengiyan û azarên ku di jiyana rojane ya gel de peyda dibin, da bikarin di civakeke yeksane de pêkve jiyanek bi rûmet bijîn, em, di bin navê Hevbendiyê de û bi lîsteyeke taybet beşdarî helbijartinan dibin..

Hevbendî bi vê lîsteya xwe û bi hemî jêhatina xwe dê bixebite ji bo:

1- Bi cîkirina wekheviya di maf û erkan de ji bo tevaya pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûrî..

2- Di pêkanîna wekheviya biratiyê ya di jiyana hevbeş de, di nav tevaya pêkhateyên niştîmanî de, li rojava û Bakurê sûrî ku ji Kurd, Ereb, Suryanî û Aşûrî, Ermenî Misilman, Mesîhî û Êzîdî pêkhatiye..

3- Piştgirî û alîkariya hêzên leheng YPJ-YPG û QSDê..

4- Afirandina derfetên Kar û xebatê bi şêweyekî herî berfireh ji bo nehiştina rewşa bêkariyê.

5- Dabînkirina nan bi rengekî herî baş û belavkirina nan bi rengekî yeksane.

6- Bi pêşxistina perwerde û wanekirinê ji bo nehiştina valahiyê û amadekirina kadroyên perwerdê.

7- Çêkirina rê û banan, bi taybetî jî rêyên di navbera gund, navçe û bajaran de, her wisa sererastkirina rêyên têkçûyî..

8- Ji bo Paraztin û berdewamiya Siruştê, afirandina navgînên pêdivî û geşkirina baxçeyên heyî û zêdekirina van baxçeyan.

9- Ji bo çareserkirina arîşeya av û kehrebê li Rojava û Bakurê Sûrî.

10- Nirxandina şiyan û jêhatina gencan.

11- Dabînkirina wekheviya li navbera jin û mêran.

12- ji bo paraztin û belgekirina kavilên dîrokî û kevnewaran emê bixebitin.

13- Ji bo geşepêdana çandiniyê, alîkariya hemû kelûpelên pêdivî ji bo cotkaran dê bihête kirin.

14- Geşepêdana navgînên tenduristiyê û dayîna mafê sîgorta ji bo tevaya welatiyan.

15- Ji bo nehiştina diyardeya gendeliya aborî û rêveberiyê, divêt her mirovekî hêja li cihê xwe yê hêja be.

Ji bo bicihanîna van daxwazan deng bidin lîsteya Hevbendiyê, Lîsteya rûmetê ya biratî û wekheviyê..

(Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî Kurdî)

Zehiye19-11-2017-1 Zehiye19-11-2017-2

Related Articles

Back to top button