Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (314): Pakrewanbûna sivîlekî û birîndarbûna yekî din, girtinine bêsûcane, qutkirina darên zeytûnê û daristanan, basmîṣkirina malina û dizîna wan, revandina sivîlina, revîna ji vêrgiyên “El’emşat”

Di pêvajoya hilmeta/hemleya ragîhandinî ya tewşankî ya niha li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û Kurdan bi giştî de, gotareke kîn û kîndariyê û gefdanê berdewam dibe, û wek nimûne: Toreyên hevgîhana civakî perçedengek e “Pilatforma Cod Ebo Ehmed”/”Ibrahîm Remedan Serhan” ji Bajaroka “Cercenazê”/Parêzgeha Idlibê û yek ji çekdarên bi “Desteya Tehrîr El’şam” re çûne Şamê -ew li ba me parastî ye- dane belavkirin, ew tê de bi navê “xelkê Cercenazê” dipeyive û gefdaneke yekser ji “Kurdên Efrînê û derdorê û Reco û derdorê” rêdike, û dibêje “wê hezar kes ji wan bê kuştin eger dilopek xwîn ji dîlgirekî ji wan heyşt çekdarên ji Cercenazê û endamên Milîseyên Hêza Hevbeş ên bi ser Turkiyê ve darive”, ewên ku (HSD) ew bend kirine, li dema şerê wan vêre li Gundewarê Munbicê yê Rojhilat li 11.01.2025an. Z; Û “Pilatforma Cod” li ser rûpela xwe ya Fêsbokê bi riya postekê (deqê wê li ba me parastî ye) li 13.01.2025an. Z bi wan perçedengên gefdan û sozdanê mikûr kir, lê li vê dawiyê rûpela xwe girt.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Pakrewanbûna sivîlekî:

Li Roja Şemiyê 18.01.2025an. Z, Xort “Hemûd Umer Berekat /29/sal – xwediyê du zarokan” ji xelkê Gundê “Soxanekê” – Şêrewa jiyana xwe ji dest da, di encama teqîna bombeyeke zemînî de (ye li gund di bin xezanekî avê de, di maleke koçberbûyî de hatibû çandin), dema ku çekdarekî ji Milîseyên “Hêza Hevbeṣ” (Firqit El’sultan Silêman Şah, Firqit El’hemzat) ew neçar kiribû ku vêre wî xezanî veke da ku bidize, û herweha ew çekdar jî birîndar bû.

= Birîndarbûna sivîlekî:

Hefteya borî, piştî vegera Hemwelatî “Mistefa Sebrî Mistefa” ji aliyê penaberiya xwe – Herêma “Şehba’i”/ Gundewarê Heleb ê Bakur bo warê xwe, û radestbûna mala xwe li Gundê “Meşalê” – Navça Şera ji yê dest danîbû ser -endamekî Milîseyên Firqit El’sultan Mûrad- ji sala 2018an. Z ve, beramberî dandina vêrgiyekê, û hewildana wî derxistina bombeyeke desteyî ye ku wî çekdarî di mal de hîştiye, ew bombe teqiya ji ber ku mîxa parêziyê jê hatibû hilanîn, û di encamê de “Mistefa” bi rengekî têvel birîndar bû (çavê xwe yê rastê û pêçiyin destê çepê wenda kirin).

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

– Li destpêka Heyva Berfenbarê/Berçile 2024an. Z, herdu bira “Ebdo /28/sal û Mistefa /26/sal kurên Mihemed Hîno” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – Navça Reco, ji aliyê rêbenda Gundê “Turindê” ya Milîseya “Asayêşa Leṣkerî” ve, li Başûrî Bajarê Efrînê, li ser riya vegera wan tevî malbatên wan, ji aliyê penaberiyê/Herêma “Şehba’i” bo warên xwe, û ta niha bêsûcane girtî ne.

– Li destpêka Rêbendanê/Çile 2025an. Z, Hemwelatî “Ednan Fewzî Hemi /38/sal”, û ji berî bêtirî heyvekê Hemwelatî “Dozdar Mihemed Hemo /30/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, piştî vegera wan tevî xwediyên xwe ji aliyê penaberiyê – Herêma Şeba’i li Gundewarê Heleb a Bakur bo warên xwe, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tewanbariya/tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re; Herweha malbatên wan jî careke din neçar bûn penaberî Bajarê Heleb bibin, bi sedema fişaran û neradestkirina malên wan.

– Li destpêka Heyva Rêbendanê 2025an. Z, Hemwelatî “Ela’i El’dîn Mihemed Zenob Me’imo /50/sal” ji xelkê Gundê “Naza” – Navça Şera, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ve li Bajarê Efrînê, piştî vegera wî ji aliyê penaberiyê -Herêma Şehba’i li Gundewarê Heleb a Bakur- bo herêma xwe, û ta niha bêsûcane girtî ye.

– Li 22.01.2025an. Z, Hemwelatî “Ehmed Mihemed Hebeş /28/sal” ji mala wî li Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Sivîl” ve, û bo navenda Navça Reco hate rêkirin, bi tewanbariya têkeliyê bi (RX) a berê re, piştî bîst rojan ji vegera wî tevî malbata wî ji ciyê penaberiyê – Herêma Şehba’i/Gundewarê Heleb ê Bakur- bo cîwarê xwe.

= Qutkirina daran:

Piştî desteserkirina milîseyên “Hêza Hevbeş” li ser gundine Şêrewa yên mayî û yên di bin desteseriya Artêşa Sûrî de, ji destpêka Heyva Berfenbara 2024an. Z ve, rabûn ji bo êzingkirin û bazirganiyê bi awakî fere dar qut kirin, wan bêtirî du hezar darî zeytûnê di navbera herdu gundên “Soxanekê” û “Basilê” de – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn qut kirin, û herweha jî daristanên îharacê yên li wî çiyayî belavkirî, û ta niha di qutkirinê de berdewam in.

Di navboriya vê heyvê de, li Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” rabûn /100/darî zeytûnê yên temen dora/40/salî û yên Hemwelatî “Hesen Henan Hemo“, /50/dar ên Hemwelatî “Es’ed Mehmûd“, /50/ dar ên Hemwelatî “Fewzî Ebdo“, /250/ darî hermûtê yên kurên Dilovanber “Me’imo Hemo” û dora /500/ darî henarê jî yên Hemwelatî “Merwan Me’imo Hemo, Elî Me’imo Hemo, Ekrem Miho Hemo” ji kokê ve qut kirin.

= Binpêkirinên “Feyleq El’şam”:

– Li 17.01.2025an. Z, giropeke çekdar e serçavgirtî mala Hemwelatî “Bedirxan Hac Mihemed kurê Mihemed Nûrî” li Bajaroka “Meydanekbezê” – N.Reco basmîṣ kir, û hundir malê serbinqotî hev kir, û jê xilyewî û alavên malane, xwarinvexwarinê salê/mûnet, zêtê zeytûna, acetên çandiniyê û hin tiştmiştên din dizî, bi behaneya ku xwediyê malê wêneyên malên bajarokê (yên ku anînde jê derdiketin û hertişt jê didizîn, ta derî û pencere jî) digirtin; Divê bê zanîn ku bajarok di bin desteseriya Milîseyên “Feyleq El’şam” û berpirsiyarê wê Selîl El’xalidî (yê ku ji sala 2018an ve û ta niha dest daniye ser çandingeha Hemwelatî “Xidir Hecî Mihê” li Bajarokê) de ye.

– Li 20.01.2025an. Z, giropeke çekdar e serçavgirtî mala Hemwelatî “Hemze Nezmî Henan/Ke’irik” (a piştî çateriya Gundê “Qerebaba” bi /2/KM û li ser riya “Meydanekbezê/Bakurê Navça Reco” basmîş kir, û li wî û jina wî xistin û sixêf û şorên virdewêde ji wan re kirin, di lêdanê de qundaqê çekan û çov bi kar anîn, mal serbinqotî hev kir, belorên deriyan şikandin, tibabine diravî û zêrmêr jê dizîn, û ji ber wê jina wî zikê xwe yê pêncmehekî beravêt; Were zanîn ku ew gund di bin desteseriya Milîseyên “Feyleq El’şam” de ne.

= Geregoṣî û serberdayetî:

Weke tekeziyeke nû,  Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya di siya Dagîrkeriya Turkiyê de, bi awakî fere û rêbazkirî dizîneke çekdarane pêk tînin, di vî warî de li 13.01.2025an. Z, gerokekê/giropekê ji asayêşa giştî ya girêdayî “Desteya Tehrîr El’şam” avahiyeke Milîseya “Asayêşa Leşkerî – Ehmed Cemal Kebso serkêṣiya wê dike” (biryargeha asayêşa berê li hirşê Mehmûdiyê li orta Bajarê Efrînê) ya ku “Nîdal El’biyanonî – serkêşekî berê yî Firqit El’hemzat” bi rêve dibe, basmîş kir, û hejmarek ji revandiyên sivîl jê rizgar kir, ewên ku zorane hatine veşartin, û têkildarî bi merivên wan re hatine kirin, tevî wêneyê kêrûmetiyê ji girtiyan re, da ku wan neçar bikin ku vêrgiyine diravî yen mezin beramberî berdana wan bidin.

Û “Ajansa Sana ya Sûrî ya Fermî” li 14.01.2025an. Z weha got: “Hêzên rêvebiriya asayêşa giştî” revandî radestî xwediyan kirin, piṣtî rizgarkirina wan di piroseyeke asayêṣî ye serkeftî de, li Bajarê Efrînê – Bakurî Parêzgeha Heleb”, û Hemwelatî “Mihemed Elî El’hac Hesen” jî (ê ku li Bajaroka Sifîrê/Gundewarê Heleb hatiye revandin) di nav wan de bû; û bê tu hûrguliyên din were gotin.

= Binpêkirinên din:

– Piştî ku “Hêza Hevbeş” li destpêka Berfenbarê 2024an. Z dever desteser kirin, milîseyên wê /50/milyon lîreyên Sûrî li ser xwediyên pezan ji xelkê Gundê “Soxanekê – Şêrewa” û derdorê dan ferzkirin, da ku rê bidin wan ku pezên xwe li nav wan erdên bor -bi sedema koçberkirina xelkê gund ji Havîna 2018an. Z ve, hebûna wan li ser xêza hevgîhandinê- biçêrînin.

– Di encama zextên ku Milîseyên “Firqut El’sultan Silêman Şah – El’emşat” li ser bi dehan ji xelkê Gundên “Me’iserkê, Birka, Reca, Çomzina, Elcara” – N. Mabeta pêk tînin de, ewên ku bermayên vêrgiyên werza zeytûna yên li ser wan ferzkirî tewaw nekirine, neçar bûn ku malên xwe berdin û xwe ji ber çavan bidin yal, da ku neyêne revandin, îşkencekirin û kêmrûmetkirin.

Turkiyê siyasetên xwe yên dijayetiyê li dijî Kurdan bi hemî reng û şêwan berdewam dike, bi riya destikên xwe ji milîseyan, Hemahengî/Kiwalisiyon, Hikometa Demkî û ragîhanderinan û yên bilî wan, û li ser erdê bi binpêkirin û tewanan têne wergerandin.

25.01.2025. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Pilatforma Cod Ebo Ehmed/Ibrahîm Remedan El’serhan” bi hevaltiya “Desteya Tehrîr El’şam” bo Şamê.

Pakrewan “Hemod Umer Berekat”.

Birîndar “Mistefa Sebrî Mistefa”.

Basmîşkirina Mala “Hemze Nezmî Henan/Ke’irik” û dizîna wê.

Rizgarkirina Hemwelatî “Mihemed Elî El’hac Hesen” ji Hepsa “Nîdal El’beyanonî” – biryargeha Milîseya “Asayêşa Leşkerî” li Hirşê “Mehmûdiyê” li orta Efrînê.

—————-

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-314-25-01-2025-PDF

Related Articles

Back to top button