Piştî şikestina Rijîma Sûriyê ya têkçûyî û şabûna tevahiya Gelê Sûriyê bi rizgarbûnê ji serdema zordarî û pelçiqandinê, hîn jî Dagîrkeriya Turkiyê li ser hejmarek ji Herêmên Bakurê Sûriyê ye, û bi ser de jî Hevbendiya Erdoxan – Bahçetlî şabûna xwe ji rakirina Ala Turkiyê li wan herêman dide xuyakirin, û li vê dawiyê jî li Bajarê Heleb ji aliyê alîgirekî wê ve; Û herweha jî Milîseyên Sûriyê yên bi ser ve, binpêkirin û tewanan li Herêma Efrînê ya Kurdî – Sûrî berdewam dikin, ji ber wê jî emê wan bişopînin, belge bikin û li ser raya giştî belav bikin.
Ji dema ku şer li Gundewarê Heleb a Rojava -berbanga 27.11.2024. Z- dest pê kirî ve, piştî êrişa Hêzên “Hey’it/Desteya Tehrîr El’şam” li ser Hêzên “Artêşa Sûrî”, Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” jî bi serpereştiya “Artêşa Dagîrkeriya Turkiyê” rabû li Herêmên “Ezazê, Mari’ê û Babê” xwe komî ser hev kirin, da ku piroseyeke leşkerî bi navê “Berbanga Azadiyê” bibin ser Herêma Şehba,i û hin Gundên Şêrewa li Gundewarê Heleb a Bakur (ên ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê û Yekîneyên Rizgarkirina Efrînê yên xwecihî de, û bi dehezaran ji Koçberên Efrînê mişt), û berî wê jî hemî Yekîneyên Rûsî û Sûrî ji herêmê û herweha jî hemî nişteciyên herdu Bajarên “Niblê û Zehra’ê” yên “Şî’î” ji herêmê vekişîn; Ta ku wan ji sê aliyan ve (Rojava, Bakur û Rojhilat) êrişa xwe dest pê kirin, û ji berbanga 01.12.2024an. Z û ta nîvro Hêzên Rizgarkirina Efrînê li ber xwe dan û paşê biriyara vekişînê standin, û ji ber wê jî girseyên koçberên Efrînê ji neçarî lezandin ku zorane penaber bibin, û karwan li dû hev çêbûn û berê xwe dan derbasgeha “Ehdas – Fafîn” – Başûr li nêzîk Bajarê Heleb, û bi hezaran jî ji malbatan li wir man; Lê milîseyan karwanên penaberan û yên li wir mane dorpêç kirin, ta ku rê dan wan ku bi rengekî pilekirî derbasî herêmên Rêvebiriya xweser li Rojhilatî Ferêt bibin an jî vegerin Herêma Efrînê, di nav gelek zehmetiyên mirovahî û dîmenên xemgîn ên bi êş de.
Û milîseyan di navboriya basmîşkirina herêmên ku nû ketine bin destseriya wan de, gelek binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê (mîna: dijayetî, kêmrûmetkirin, îṣkencekirin, kuştin, revandin, girtin û dizîna malmewdanan û hin kiryarên din ên qirêj) pêk anîn.
Û li gor hinde jêder û bînerdayînan û şopandina pêvejoya bûyeran, em van bûyîn û heyînan belge dikin:
= Kuştî û birîndarin sivîl:
Bi ser binpêkirinên bi robet û fere ji mafên mirovan re, milîseyan bi mebest sivîlin bêçek bi qurşînên jîndar kuştin, jê li 01.12.2024an. Z:
1- “Henan Mihemed Me’icûno /36/sal” ji xelkê Gundê “Bircikê” – Navça Cindirêsê, li dema penaberbûnê ji Herêma Şehba’i, ligel birîndarkirina hevjîn û keça wî bi awakî kûr û xedar.
2- “Henan Mihemed Mûşo, zayend – 1962. Z” ji xelkê Gundê “Qurtqulaqê” – Navça Şera, li kargeha çaksazkirina aletan li Gundê “Ehdas” – Herêma Şehba’i, tevî çar kes din li dema hewildana revîna wan (lê me nikanî daxuyanên wan ên kesayetî nasbikirana), û termê wî ji aliyê “Berevaniya Sivîl a Sûrî” ve hate rakirin û bo gundê wî hate guhestin, da ku tê de were veşartin.
3- “Ebid El’rehman Şêx Mûs Cum’e /40/sal” ji xelkê Gundê “Ze’irê” – Navça Bilbilê, li Bajaroka “Ehdas” – Herêma “Şeba’i”.
4- “Şe’iban Ehmed Mehmûd /38/sal” ji xelkê Gundê “Şingêlê” – N. Bilbilê, li Bajaroka Ehdas.
5- “Yeşar Ibrahîm /25/sal” ji xelkê Efrînê, bi qurşînekê di piştê de, û xwîndarvandina li dirêjahiya çar katan, bê lêsekirin û dermankirin, li dema penaberbûnê di nav karwaneke ji Şehba’i de, û li ser kenarê rê hate veşartin.
6- “Ehmed Cimo Heso /72/sal” ji xelkê Gundê “Qîbarê” – Bajarê Efrînê, li dema revîna wî û hevjîna wî bi makîna wî ji Bajaroka Til’rif’etê, û piştî sê rojan li gundê wî hate veşartin, û hevjîna wî jî bi kûranî birîndar bû.
7- “Naze Xelîl Elo /42/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – N. Bilbilê, û birîndarbûna herdu zarokên wê, li dema çûna wê tevî hevjîna wê bi matoreke dutekerî ji Herêma “Şehba’i” bo Bajarê Heleb.
Û weha jî:
8- “Ebdo Ebid El’henan Ebdelah, zayend – 1960. Z” ji xelkê Gundê “Qitmê” – Navça Şera, bi qurşînekê di serî de, piştî devavêtinekê di nav wî û milîseyan de, li avahiyên karkirên Kargehên Berevaniyê/Me’amêl El’dîva’i li nêzîk Bajaroka “Sifîrê”, li 03.12.2024an. Z; û bi bîr were jî ku ew li dirêjiya çend salan girtiyekî siyasî bû li ba rijîma têkçûyî.
9- “Mihemed Ehmed Xidro /50/sal” ji xelkê Gundê “Qestelê Xidriya” – N. Bilbilê, piṣtî girtina wî ji aliyê rêbenda Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemzat” ve, li çateriya Gundê “Bêlê” – N. Bilbilê, li êvara 04.12.2024an. Z, li dema vegera wî ji Herêma Şehba’i, û ji wir bo Navenda Bilbilê hate birin, û tûşî lêkolîn û îşkencekirinê bû, û li sibeha roja din li Nexweşxaneyeke Efrînê termê wî radestî xwediyan hate kirin.
Û li Bajarê Heleb jî:
Li ser xêzên hevgîhanê di navbera “Desteya Tehrîr El’şam” û “Rêvebiriya Xwser li herdu Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê – Bajarê Heleb” de, hin kuştin bi qurşînên jîndar di nav sivîlan de çêbûn, jê:
1- “Memdûh Bekir Osman /60/sal” ji Êzdiyên Gundê “Qitmê” – N. Şera, yekser bi qurşînekê, li Taxa “Meydanê” – Bajarê Helebê, li nîvşeva 29-30.11.2024an. Z, û bi ser de jî dizîna teksiya wî ya giştiyane ya nav bajêr.
2- Endezyar “Mihemed Mistefa Hemlîko /24/sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – N. Reco, di encama armanckirina makîna ku ew û bavê wî tê de, li 30.11.2024an. Z.
3- “Cemal Hisên Mursêl /45/sal”.
4- Û kurê wî “Hisên Cemal Mursêl /24/sal” ji xelkê Gundê “Qurtqilaqê” – N. Şera, û birîndarkirina hevjîn û keça wî bi kûranî, dema armanckirina makîna wan li ser riya di navêna Gergeha/Geroka Nexweşxana “Şîhan” û Gulîstana “Eşrefiyê ” de, li Roja Şemiyê 30.11.2024an. Z, û termên herdiwan jî di Goristana “Şiqeyif” – Taxa Şêx Meqsûd de hatin binaxkirin, û dermankirina herdu birîndaran jî li Taxê di Nexwwşxana “Yasîn” de.
5- “Hiyam Yûsêf Reşîd /50/sal”.
6- Û “Ancî Yûsêf Reşîd /14/sal” ji xelkê Gundê “Diraqliya” – N. Bilbilê, digel birîndarkirina hin hilgêrên vê re di pasê de, piştî gihîştina wan bajêr – nêzîk Taxa Şêx Meqsûd ji Herêma Şeba’i, li êvara 02.12.2024an. Z.
= Mirina sivîlina di mercine têvel de:
1- “Ebid El’rehmanî Xelîlî Mirşid /59/sal” ji xelkê Gundê “Miskê Jêrin” – N. Cindirêsê, di encama xwekuştinê bi qurşînê di seriyê xwe de, li Bajaroka “Tilqirahê” – Herêma Şehba’i, li 01.12.2924an. Z, û herweha piştî mirina wî milîseyan jî makîna wî dizîn.
2- “Se’îd Ebdo Ne’iso /85/sal” ji xelkê Gundê “Turindê” – Başûrê Bajarê Efrînê, di encma dilseknekê de, li 02.12.2024an. Z.
3- Zarok “Nûh Mihemed Reşo /4/meh” ji xelkê Bajaroka “Bilbilê”, li 03.12.2024an. Z, li lîstgeha Bajarê “Tebqa”, ji ber sermê û cefê û birçîbûnê li ser riya penberiya zorane ya ku bêtirî/30/katî dirêj kirî, ji Herêma Şehba’i (Gundewarê Bakurê Heleb) ta Parêzgeha Reqê.
4- “Nûrî Horîk Heftaro /65/sal” ji xelkê Gundê “Heftêr” – N. Bilbilê, li sibeha 03.12.2024an. Z, li Bajarê Tebqa, di encama seknexwîneke niṣkeyî de, ji ber qehir û rêwîtiya penaberiyê ya sert ji Herêma Şehba’i.
= Dîlgir:
Danûstandina kirêt ji dîlgirên sivîl û endamên “Hêzên Rizgarkirina Efrînê” re, jê jî şervanin jin; Perçevîdiyon belavkirî bi zelalî wê diyar dikin (yek jê di hundir Nexweşxana Bajaroka Til’rif’etê de, û bi beşdarbûna rojnamevanekî bi çekdaran re); Û herweha jî veşartina wan a zorane, bê ku hejmar û daxuyanên wan ên kesayetî werin ragîhandin, û ew beramberî çarenûseke nediyar in, nemaze jî ku hin ji wan li meydanê û bê dadgehkirin hatin kuştin/îdamkirin.
= Girtinine bêsûcane:
Milîseyên Dagîrkeriya Turkiyê -Asayêşa Leşkerî jî bi taybetî- bi dehan ji Kurdên ku di navboriya herdu heyvên borî de vegerîne Efrînê girtin, ji aliyê rêbendên ku daxuyanên hemî yên vegerîne Efrînê belge kirine ve, ji berî derbasbûna wan herêmê yan jî paşê birina wan ji malên wan, û piraniya wan hatin berdan, piştî derxistina “Hikometa Sûrî ya Demkî” li vê dawiyê ji lêborînekê re, û ta niha hin ji wan girtî ne, wekî ku bi herdu hevjînan “Ferîd Mihemed Hebeş /45/sal, û Medîne Hisên Coco /43/sal” ji xelkê Bajaroka Be’idîna re bûye, yên ku ji aliyê “Şaxa Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” ve hatine girtin, li 04.12.2024an. Z, bi tewanbariya/tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê li Efrînê yan jî bi ya ku Herêma Şehba’i bi rêve dibir re.
Û ji aliyekî din ve, ta niha bi sedan ji girtiyên Kurd bi tuhmetên siyasî di zîndanên nasakirî (Maratê, Reş – Reco) û hin din ên bi dizî li ba milîseyan de bendkirî ne, bi ser derxistina wê lêborîna dibêjin de; Û herweha jî di Hepsa Bajaroka Çobanbegê/El’ra’î ya navûdeng pîs de, ewê ku ta niha ji bêtirî pênc salan ve bi sedan hemwelatî zorane tê de veşartî ne; Di heman demê de, di serbestberdana girtiyine tewankar de hate lezandin.
= Yên wendayî:
Di encama rewşa tirsê û penaberiya giştiyane di nav sivîlan de, ya bi sedema êrişa yekser û ketina avêjtekan li ser hin gundan û hilweşandina hin malan li Herêma Şehba’i û hin gundên Şêrewa – Gundewarê Heleb a Bakur, weke çawa li Gundê “Bircqasê” – Şêrewa bûye, bi hezaran malbat pereng-perengî bûn û endamên wan ji hev cuda bûn, nemaze ji zarok û temenmezinan, her hinek penaberî deverekê (Efrîn, Heleb, Tebqa, Reqê, Kobaniyê) bûn, di rojên destpêkê de têkelî di nav wan de qut bûn, û rûpelên hevgîhandina civakî bi wêneyên ên wendayî tijî bûn, ta ku piraniya wan hatin dîtin, û ta niha jî çarenûsa bi dehan ji sivîl û şervanên Kurd nediyar e.
= Dizîn:
Piştî basmîşkirina herêmê, milîseyan yekser dest bi dizînên malmewdanên giştî û taybet kirin(belgekirina wê bi hûrgilî zehmet e), lê vê carê weke li roja kuliyan 18.03.2018an. Z li Efrînê hatiye kirin, ne li ber kamîreyan bû; Ji pêz û dewêr çi yên tekane yan keriyên ku di mal û koz û axuran de li şûn mane, yan jî yên ji dest penberan hatine girtin, wek nimûne: (/40/seriyî miyan ên hemwelatî Ehmed Edhem Nasiro li Gundê “Bircqasê”), û ji makîne û aliyatan (wek birina tirektoreke çandiniyê tevî tirêlê ye malbeteke vedigerî Gundê xwe Kîmarê – Şêrewa), tiştmiştên malan, û ji alav û berhemdanên kargehan (wek dizîna /40/betarî, /100/amûrî inventer, /50/tabloyî taqeta elektirîkroniyê, alavên çêkirina betariyan û şênberên destpêkî û makînek baran e biçûk -sûzûkî- ji kargeha Hemwelatî “Hisên Mihemed Mistefa” li çateriya Gundê “Zaretê”), şênberin xwarinvexwarinê ji embarên Rêvebiriya Xweser, û herweha jî ji embarên kargehên herêma pêşesaziyê li Herêma “Şêx Necar” – nêzîk Bajarê Heleb.
= Vêrgiyên “Ebo Emşe”:
Bi ser penaberiya zorane ya vegerê, û mercên zehmet ên sivîlan de, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (ên ku “Mihemed El’casê/Ebo Emşe” serkêṣiya wan dike) nahêlin malbatek vegere gundê xwe, berî ku vêrgiyeke di navêna /2-5/hezar Dolar Emrîkî de bide; Û herweha jî zextên xwe bi gefgur û lêdan û hin şêweyên din, li ser malbatên ku nikanin vêrgiyên werza zeytûnê bidin zêde dikin.
Piştî şikestina rijîmê û derbasbûna Sûriyê asteke dîrokî ye nû, Ji Civaka Navdewletî û bi taybetî Amerîka û Hikometa Şamê ya nû ji berê pirtir tê xwestin Dagîrkeriya Turkiyê û Milîseyên wê yên Sûrî (yên bi dest wê de bûne nandoz) bi dawî bikin, belkîm Efrîn û xelkê wê bi bayê azadî û rûmetê bihesin.
14.12.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Qurbaniyin pakrewan ji koçberên Efrînê li Herêma Şehba’i û Bajarê Heleb, destpêka Berçileya/Berfenba 2024 an. Z.
– Kêmrûmetkirin û îşkencekirina Dîlgirine Kurd li Bajaroka Til’rif’etê, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve.
– Karwanên vegera beşekî ji Koçberên Efrînê bo herêma xwe, destpêka Berfanbara/Berçileya 2024an. Z.
– Karwana penaberiya zorane ya koçberên Efrînê ji Herêma Şehb’i berve Rojhilatê Ferêt, 01.12.2024. Z.
– Hildana Ala Turkiyê li Bajarê Heleb, ji aliyê alîgirekî Turkiyê ve, piştî jêbarkirina Rijîma Sûriyê li 29.11.2024an. Z.
—————–
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: