Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (307): Yê/ya ne li wir ji beriya xwe ji werza zeytûna dide “Ebo Emşe”, dizînin fere, stasyona avdanê ya “Gemrûkê” rûtrepalî/valakirî ye, şewtandina daristanan li Reco

Bi jimartineke/hesabekî hêsan, “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” li ser her dareke zeytûnê ye hemwelatiyekî/welatiyekê ne li wir, li deştên Navça Şiyê û gundine Navça Cindirêsê yên di bin desteseriya wî de, /20/Dolar Emrîkî li werza çûyî ferz kir û /30/Dolar jî li werza îsal, û eger lêçûnên her darekê (cot, bûdek/kesaxî, semad, şiqin, baqijkirin, berefkirin, guhestin, guvaştin, tenekên vala…) ya du salan /20/Dolar bin, ji ber ku dara zeytûnê her du salan carekê digire/berhemê dide, wêlomê giştiya lêçûna her darekê dibe /70/Dolar, û eger piştî qutkirina 5% ji zêtê li guvêşhehê ji bo “Ebo Emşe”, bi rengekî orte /10KG zêt=45 Dolar li gor buhaya niha/ ji ber berhemdana her darekê ma, wê hîngê xwediyê malmewdanê yê ne li wir neçare /70-45=25/Dolaran ji beriya xwe bide, da ku “Ebo Emşe” jê razî bibe, û destdirêjî û dijîtiyê li ser wekîlê wî neke, û dest dînene ser darên zeytûna yan jî qut neke!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Werza zeytûna:

Berpirsiyarê herdu Gundên “Eşûnê, Zivingê” – Navça Bilbilê “Ebo Yezen” ji Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mûrad”, /15/Pereyên Turk li ser her dareke zeytûnê ferz dike, bi behaneya payandina werzê, û 10% ji berhema zeytûna yekser ji nav zeviyan bi zorê dibe, ew ji bilî vêrgiya ku dê “Nivîsgeha Abortiyê ya Firqit El’sultan Mûrad” li ser berhemdana zêtê bide ferzkirin, bi ser wê de jî destdanîna giştî li ser hezaran darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li wir ji herdu gundan.

Li 12.10.2024an. Z, li dema çûna Hemwelatî “Mistefa Derwîş /50/sal” û malbata xwe ji xelkê Gundê “Keferzîtê” – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê bo zeviyê xwe yê zeytûna (dora /300/darî zeytûnê) li Başûrê gund, dîtin ku şedak karkiran ji anîndeyan zeytûnan diçinin, û berpirsiyarê wan got ku wan berhema zeviyê ji “Nivîsgeha Abortiyê ya Milîseyên Firqit El’hemze” bi demane birine, di dû re di nav herdu aliyan de şerek çêbû, û gerek/dewriyak ji “El’hemzat” beşdar bû, da ku “Mistefa Derwîş” û hersê kurên wî bigire û wan kêmrûmet bike, û demana zeviyê bê agahdariya wî tekez kir, bi behaneya ku ew malmewdana Dewletê (Emlak Eldewlê) ye, bi ser ku zevî ji deh salan ve bi dest wî de ye, û belgeyên malmewdaniyê li ba wî hene, û vê havînê jî kuncî di nav daran de çandibûn; Û piştî çend rojan “El’hemzat” girtî berdan, û zeviyê zeytûna jî ta nuha bê çinîn e.

Berpirsiyarê herdu Gundên “Kokanê Jorin û Jêrin” – Navça Mabeta “Ebo Sultan – ji Êla El’mewalî” ji Gundewarê “Hemê”, ji Milîseyên “Firqit El’hemze”, vêrgiyeke di navêna /30-40/% li ser berhemdana werza zeytûna ya zeviyên hemwelatiyê ne li wir ferz kir, û /1/Dolar Emrîkî jî li ser her dareke zeytûnê ji malmewdanên xelkê li wir dimînin, bi ser de jî ferzkirina /150/teneke zêtê zeytûna li ser hemî Malbatên Kurd yên li herdu gundan(dora/70/malbatî), yanê /1-3/teneke para her malbatekê; Ji bilî dizînên fere yên gihîştine berê zeytûna, bi ser gotina danîna payandinê ji aliyê  milîseyan ve.

Perçevîdiyok ji me re hat, tê de xwediyê zeviyeke zeytûna di çarçoveya Meydankê ya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” de wêne dike, ku çawa giropeke çekdar û anîndeyan li 26.10.2024an. Z zeytûna ji tevaya zeviyekê (ji 90 darî pêk tê) diziye, û kevneşopên zeytûnên belavkirî û şax û pîkên şikestî jî tê de diyar in. Û wî got ku wê giropê ji berî rojekê, berhema du zeviyên hevcîwar yên desteserkirî diçinîn; Xwediyê zeytûna jî tu gilî pêşkêşî destlatên xwecihî nekir, û wesiyet kir ku navê wî û vîdiyo netên belavkirin, da ku dîsa neyê cezakirin.

= Stasyona avdanê li “Gemrûkê”:

Stasyona ava avdanê ya ku li ser coya serekîn a ji Benda Meydankê derdikeve û li nêzîk Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta hatiye avakirin, ji berî dagîrkirina Turkiyê sala 2018an. Z, bi hemî amûrên xwe (/5/hilkêş/medexe, guhêztokeke elektirîkê, giropeke zayenda elektirîkê ye yedek bi kanîna /1/Mîgawat) û hin tiştên din amedekirî bû, û ji avdana dora /1600/hiktar erdên çandiniyê re yên di çarçewa pirojeya şeşan de amedekirî bû; Lê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” ya ku “Hesen Xeyriyê” serkêşiya wan dikir, di navboriya herdu heyvên Pûşperê/Hizêranê û Tîrmehê 2018.Z de, hemî heyînên stasyonê û ta derî û pencere jî dizîn, û weha hate valakirin, weke me di raporên berê de nîşanî van binpêkirinan kiriye.

Û “Encûmena Xwecihî li Efrînê” li 06.10.2024an. Z wêneyin ji valabûna stasyonê belavkirbû, di nav nûçeya pirojeya ji nûve amedekirina stasyonê de, da ku bi hatina werza avdana werê /2025/re -li gor gotina wan- bê hazirkirin.

Ev Stasyona “Gemrûkê” û sê stasyonên din (Bablîtê, Tiltewîlê, Cûmkê) jî bi temamî ji aliyê milîseyan ve hatibûn valakirin, û ji sala 2018an. Z ve ji xizmetguzariyê derketin, û Turkiyê jî ava Benda “Meydankê” didize, û pê benda xwe ya “Rîhaniyê” ya di boşegeha Çemê Efrînê de tijî dike.

= Şewatên daristanan:

Bi ser heyama hinekî sar di dema îroyîn de, li Roja Şemiyê 26.10.2024an. Z, agirin bi daristanin li derdora herdu Gundên “Şingêlê – Navça Bilbilê” û “Gewenda/Meydana – Navça Reco” yên hevcîwar ketin, û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir ku tîpên wê piştî /9/katan ji karên cudawaziya destane ew vemirandine, û herweha jî agireke din li hirş û darine zeytûna li dor Gundê “Şêx Mihemed/Meydana – N. Reco”, piştî du katan ji karên zehmet bi sedema xwezaya herêmê.

Û wan agiran rûberin fere ji daristanên îhracê yên xwezayî û bi sedan darên zeytûnê yên li kêlekê şewitandin, ên ku ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve -yên wan gundan desteser dikin- bi awakî mebestkirî hatine dadan.

Piştî vê pêşanda zelal û gelek binpêkirin û tewanên din, dîsa jî yek tê derewbiderwe milîseyên bi ser Dagîrkeriya Turkiyê ve bi “Artêşa Niştîmanî” bi nav dike, û dike ku ew “Şoreşê” dinimînin, û yekî din wan bi “Parêzvanên ol û namûsê” bi nav dike, û yekî din jî nûnerên wan bi şanşoreteke bêhewce pêşewaz dike!

02.11.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Dizîna zeytûna ji zeviyeke /90/darî, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, li çarçoveya Meydankê, 26.10.2024. Z.

Avakirina stasyona avdanê li “Gemrûkê”, 06.10.2024. Z, govdeyeke rût/valakirî, piştî dizîna hemî tişmiştên wê ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” ve, di navboriya herdu heyvên Pûşperê/Hizêranê û Tîrmehê sala 2018. Z de.

Şewatek li daristaneke li dor Gundê “Ṣingêlê” – N. Bilbilê, 26.10.2024. Z.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-307-02-11-2024-PDF

Related Articles

Back to top button