DaxuyanWergerandinالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (306): Pakrewan û birîndar in sivîl, “Ebo Emşe” /250/hezar Dolar Emrîkî ji Gundê “Gemrûkê” diqoprîne, girtinine bêsûcane, pevçûn

Bi hatina werza/mûsima zeytûna ya îsal re, Milîseyên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî yên bi ser Dagîrkeriya Turkiyê ve gihîştin asta herî nizim ji nesincî, nemirovahî, gendelîbûn, dizîtî û kîndariyê li dijî Kurdan – xelkê Herêma Efrînê û nişteciyên wê yên resen, û li ser serê wan “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” – serkêşê Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah” ê ku yek nekir dudu, û piştî deh rojan ji desteserkirina wî li ser Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta, piştî qewitandina Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” jê, îro giropa wî bilez û di bin gef û sezakirinê de, xelkê gund -bi hev re- bi dandina /250/ hezar Dolar Emrîkî neçar kirin, bi riya ferzkirina vêrgiya/2.5/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûna -biçûk be yan mezin be, girtî be yan negirtî be- ta ku xistê hin malbatan digihêje/10/hezar Dolar, û ji ber wê xelk neçar bû ku tibabên diraviyê yên li ba xwe kom ser hev bikin, an ji merivên xwe yên li derve bixwazin, an jî zêrmêrên jinên xwe, tirektor û makînên xwe bifiroşin, û yan jî zeyta xwe ya zeytûna -tev di guvêşhehan de bendkirî ye- ya nû bi buhayeke nizim bifiroşin bazirganê tekane yê ku ji bal wan ve bêlîkirî û binavkirî, ji bo vê vêrgiyê bidin, û yê/ya ku ta roja din ji dandinê li şûn bimîne wê bê sezakirin ecêbmayîna bibîne!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Pakrewanbûna sivîlina ji koçberên Efrînê:

Li Êvara Çarşemê 23.10.2024an. Z, hêzên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên wê yên Sûrî zincîreke ji êrişan û topebarankirinên topavêjî li ser Herêmên Rêvebiriya Xweser li Bakur û Rojhilatî Sûriyê cibicî kirin, pê herêmine bi nişte, binesazî/binevahî û navendin hêzên ewlehî/asayî ya hundirîn armanc kirin, jê taxine nişteyî li Bajarê Til’rif’etê – Gundewarê Heleb ê Bakur, en tijî koçberên Efrînê, û di encamê de ziyanin şênberî û qurbaniyin kuştî û birîndar -di nav de jî jin û zarok- çêbûn. Ji wan:

Pakrewan: (“Ibrahîm Mihemed Gulîn Şêxo /55/sal” ji Gundê “Qêsim” – Navça Reco, “Kurdistan Xelîl Weqas /33/sal” ji Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê û keça wê “Melek Şiyar Hembaşo /5/sal” ji Bajaroka “Mabeta”, “Mihemed Weqfî Mihemed /47/sal” ji Gundê “Çema” – Navça Şera), û yên birîndar: (“Sekîne Mihemed Isma’îl /52/sal – hevjîna Pakrewan Ibrahîm Mihemed” – rewşa wê pir xerabe bi sedema birîna kûr, “Ehmed /3/sal” û “Elî /10/sal” kurên “Şiyar Hembaşo û Pakrewan Kurdistan”, “Ehmed Rîfa’î Bêrem kurê Şêx Bêrem/18/sal” – lêsekirina guvaştî/mekin û lezgîn, “Mihemed Bêrem kurê Şêx Bêrem /25/sal”, “Lava Ibrahîm Mihemed Gulîn Şêxo /19/sal”).

Weha jî, li Êvara Pêncşemê 24.10.2024an. Z, Gundê “Tilsosînê” û Cadirgeha “Serdemê” ya hevcîwar li Gundewarê Heleb ê Bakur bombebaran kirin, û di encamê de Hemwelatî “Ehmed Umer Ehmed /65/sal” bi kûranî birîndar bû, û Hemwelatî “Mihemed Ebid El’kerîm Sîdo /43/sal” ji xelkê Bajarê Cindirêsê jiyana xwe ji dest da, ji ber sekna dil a bi sedema tirsa ji topebarankirinê. Û ta niha piroseyên topebarankirinê li ser gundên Gundewarê Efrînê yên Başûr Rojhilat û gund û bajarokên Herêma “Şehba’i” li Gundewarê Heleb – ên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de û tijî koçberên Efrînê – berdewam in.

= Werza zeytûna:

Vêrgiyên “Ebo Emşe: Milîseyên wî dest bi derxistina neqşeyên Gogilê yên gund û bajarokên di bin desteseriya xwe de kirin, û xelk neçar kirin ku berî werzê li nivîsgehên wan vegerin, ji bo bêlîkirina zeviyên her hemwelatiyekî/hemwelatiyekê li wir an rêdankekê/wekaletekê yan mîratgirekî/mîratgirekê, digel berzkirina belgeyan, beramberî wê jî dandina /100-200/pere/lîreyên Turk weke vêrgî, û paşê jî erêkirina berefkirina her zeviyekê beramberî dandina/50/pereyên Turk tê dandin, guvêşa zeytûna jî di çarçewa bandoriya wan de tê dorpêçkirin, bê erêkirineke pêşinde û ferzkirina vêrigiyekê çênabe zêt têkeve çarçewa bandoriya wan an jê derkeve, û ji bilî bazirganên ji aliyê wan ve bêlikirî -yên ku bi dehezaran Dolar dane wan- û bi buhayeke kêmtirî ye li herêmê heye, rê nadin ku zeyt bê firotan, û herweha jî tenekên vala/boş bi buhayeke bilindtirî ye heye/10/pereyên Turk difiroşin xwediyên zêtê.

Weha jî rêjeya 5% ji tevahiya berhemdana zêtê ji dora /30/guvêşgehên zeytûna yên di çarçewa wan de distînin, jê herdu Gundên “Kaxirê û Gemrûkê“, bi riya nûnerên xwe yên li ber parzûnekên/ferazên zêtê di guvêşgehan de, û bê ku buhayê tenekên vala jî bidin.

Û li Navça Şiyê û hin gundên Cindirêsê, nêt dikin ku /30/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûna ye deştê û /8/Dolaran jî li ser her dareke zeytûna ye çiyayî -mezin an biçûk û girtî yan negirtî- yên hemwelatiyên ne li wir(rêdankan)bidin ferzkirin, û herweha jî /2/Dolaran li ser her dareke zeytûna yên hemwelatiyên li wir, û niha zêtê di guvêşgehan de bend dikin, ta ku biryara xwe ya dawiyê derdixin.

Hemwelatiyekî ji xelkê Gundê “Qizilbaşa” – Navça Bilbilê bi êş bi me re axivî, û wesek kir ku em navê wî açiq nekin ji tirsa cezakirinê re, û got ku ew hêvîdar bû ku /70/çiwalî zeytûna (heryek dora/90/KG)ji du zeviyan jê re were, lê dema ku çû berf bike, xuya bû ku ji aliyê çekdaran ve rastî dizîneke mezin hatine, û ji bilî /12/çiwalan jê re nemaye, û bi ser wê de jî 10% vêrgî li ser hate ferzkirin; Nemaze ku ev gund û dora/11/gundine din en derdorê, di bin desteseriya Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” de bûn, ên ku ji aliyê “Milîseyên Hêza Hevbeş (El’emşat, El’hemzat) ve hatibûn qewtandin, li 17.10.2024an. Z, û werza van gundan rastî geregoşî ú dizînên mezin digel vêrgiyên têkel û cûrbecûr hatibû.

Li 15.10.2024an. Z, “Ferhan – Nivîsgeha Abortiyê ya giropa Ednan El’xuweylêd/Ebo Welîd El’izî/Milîseyên Firqit/Tîpa El’sultan Mûrad”, dijatiya Hemwelatî “Eslan Midewer” ji xelkê Gundê “Kerê” – Navça Bilbilê kir, li nav zeviyeke wî ye zeytûna, û ew û karkirên wî ji nav qewitandin, û jê /5/çiwal zeytûn zep kirin, bi behaneya/hiceta ku wî dest bi çinînê kiriye, ji berî soza ku li 20.10.2024an. Z ji aliyê wan ve bêlikirî.

– Li Deşta “Kitixê” – Navça Mabeta, Milîseyên “Tîpa Firqeya Nehan” û “Ehrar El’şerqiyê” li ser zeviyên zeytûna yên li ser taximê di navbera çarçewên herdiwan de hevrikiyê dikin û her yek bi aliyê xwe de lêdixe, û vêrgiyên xwe li ser xwediyên wan zeviyan dide ferzkirin, bê ku bi vêrgiyên aliyê din mikûr bike.

– Li Deşta “Dirûmiyê” – Navça Mabeta ya ku zeviyên tê de yên xelkê Gundên “Ereba, Kurka, Dumiliya” û Bajaroka “Be’dîna” ne, giropên gerok ên Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” li nav zeviyan digerin, berhemdana her zeviyekê texmîn dikin, 10% li ser didin ferzkirin, û yekser ji zeytûnên berefkirî werdigirin/distînin.

= Girtinine bêsûcane:

Ji bêtirî du heyvan ve, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Babê” Hemwelatî “Şiyar Nûrî Heftaro /32/sal” ji xelkê Gundê “Heftêr” – Navça Bilbilê girt, bi behaneya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser berê (RX)re, û wan ew bir hepsa Bajaroka “Çobanbegê/El’ra’î”, û ta niha bêsûcane girtî ye; Û girtin li ser riya vegera wî ji Heleb bo herêma xwe Efrînê pêk hat.

Ji sê heftan ve, destlatên Dagîrkeriya Turkiyê Hemwelatî “Hesen Mistefa Sîdo /29/sal, Orhan Isma’îl Hebeş /29/sal” ji xelkê Gundê “Miskê” – Navça Cindirêsê girtin, bê daxuyankirina sedeman, û ta niha bêsûcane girtî ne.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara Yekşemê 20.10.2024an. Z, li Kolana “El’vêlat” li Bajarê Efrînê, di navbera du giropên çekdar de pevçûnek çêbû, û di encamê de jin û zarokek birîndar bûn.

Li Êvara Duşemê 21.10.2024an. Z, hêzin ji Çekdarên “El’qelemon – Gundewarê Şamê” li hev kombûn û berê xwe dan Bajaroka Bilbilê, piştî ku çekdarina ji Giropa “Ednan El’xuweylêd/Ebo Welîd El’izî/Milîseyên Firqit El’sultan Mûrad” şerê xwe di du endamên Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Bilbilê” ji xelkê Qelemonê dan, piştî ku wan berevanî di ber mêrekî ji Qelemonê de kirin, ewê ku zeytûn ji çarçewa bandoriya “Ebo Welîd El’izî” dizîne û ketiye nav destên endamên wî, û  rewş germ bû û gizgizî çêbû ta ku lihevhatin di nav herdu aliyan de pêk hat.

Bêdengî û çavgirtina “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” û “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istanbûl” – ên ku di hembêza Istîxbaratên Turkiyê de, û bi “ol û şoreşê” bang dikin – ji talanên “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” û yên din ji Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ji werza zeytûna re li Efrînê, pişikdariye rasteqîn e di tewaneke açiq û riswakirî de.

27.10.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Topebarankirina Bajarê Tilrif’etê, Şeva 23.10.2024. Z.

Herçar pakrewan “Ibrahîm Mihemed Gulîn Şêxo, Kurdistan Xelîl Weqas, Melek Şiyar Hembaşo, Mihemed Weqfî Mihemed”.

Dilovanber “Mihemed Ebid El’kerîm Sîdo”.

Şeş birîndarên bombebarana Turkiyê li ser Bajarê Til’rif’etê, Gundê “Tilsosînê” û Çadirgeha “Serdemê” li Gundewarê Heleb ê Bakur.

———————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-306-26-10-2024-PDF

Related Articles

Back to top button