“Ebo Emşe” û bira û milîseyên wî di tewanên xwe di dermafê Kurdan û herêma wan de berdewam in, bê rêgir û redkirineke sinciyane yan olî yan siyasî û yan jî leşkerî, herweha bê lêpirsînkirin û cezakirin, û herweha jî bê tirs ji sezakirininên Emrîkî, çimkî ew bi parastina istîxbarata Turkiyê, hikometa wê û Tevgera Netewî (MHP) bi taybetî dihesin.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Vêrgîyên “Ebo Emşe”:
Heyvane “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” – serkêşê Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah” ji bo komkirina diraviyan ji Kurdan (Nişteciyên Kurd ên resen ên di gund û bajarokên di bin desteseriya wî de) behane û fermanekê derdixe; Û li nîvê Şeva Sêşemê 13.08.2024an. Z, gerokeke bi du makînên ji çekdarên rûpeçinî û bi rengekî hovane xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê mal bi mal agahdar kirin, ku gerek her malbatek /100/Dolar Emrîkî di navboriya katekê de bide, û weha /200/Dolar li ser her dîkaneke bazirganiyê û /300-500/ Dolar jî li ser bîreke irtiwazî ye avê, vêca piraniya xelkê ji bo ku neyên cezakirin di cî de dan; Û bi heman şêweya tirsandinê, birayên “Ebo Emşe” nişteciyên gundên din agahdar kirin, ku gerek di navêna 09-12.08.2024an. Z de wan vêrgiyan bidin.
Û ew jî di çarçewa kampaniyek/danesereke li ser Navça Şiyê bi giştî û gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin, Hêkiçê – Navça Cindirêsê” û hin gundên biçûk ên hevcîwar de, û tevahiya vêrgiyên ferzkirî yên vêcarê gihîşte derdora /500/hezar Dolar Emrîkî.
Were bîranîn jî ku “Ebo Emşe” di heyva Tîrmeha borî de dora /120/hezar Dolar Emrîkî ji heman gundan wergirt, û herweha jî dora /27/Milyon Dolar Emrîkî ji werza/mûsima zeytûna a borî bi tenê, eva ji bilî ewên ku li ser malbatên ku vegerîne gundên xwe, bîrên irtiwazî yên avê û yên bi têkildariya bi Rêvebiriya Xweser a berê (RX) re tewanbarkirî têne ferzkirin, û weha jî yên ji rêbendên ewlekariyê têne wergirtin.
= Girtinine bêsûcane:
– Li destpêka vê heyvê, Destlatên Turkiyê Hemwelatî “Mihemed Fexrî Umer /24/sal” ji xelkê Gundê “Eşûnê” – Navça Bilbilê û hevjîna wî girtin, li dema ku ew bi riyên qaçax li ser riya koçkirina Ewropa bûn, û paşê ew tenê di Derbasgeha “Bab El’selame” re – Herêma Ezazê vegerandin Sûriyê, piştî ku belgeyên wî yên kesayetî jê sitandin, û di dû re jî Milîseyên “Eniya/El’cebhe El’şamiyê” ew girtin, û piştî çend rojan jî beramberî dandina /3500/Dolar Emrîkî bi destê nasekî wî li Bajarê Ezazê ew berdan.
– Li 03.08.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” Hemwelatî “Ednan Elî Hecî /63/sal – keyayê Gundê Edema li Navça Reco, û kurê wî Elî /20/sal” girtin, li ser daxwazkirina wî ji milîseyan ji bo vemirandina agirên ku bi daristanên îhracê li dor gundê wî û gundên hevcîwar ketine, û li roja din herdu berdan.
– Li 06.08.2024an. Z, Milîseyên “Feyleq El’şam” Hemwelatî “Zekeriye Ehmed Horo /60/sal – xwedî pêdiviyên taybet, û kurê birayê wî Ziyad Mustefa Horo /22/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – Navça Reco bend kirin, bi tewanbariya derxistina mirovan di sînor re bi riyên qaçax, û bi êvarî ew berdan; Divê were zanîn ku wan miyên xwe di nav erdên hevcîwar ji sînor re diçêrandin.
= Qutkirin û şewtandinên daristanan:
– Li Başûr Rojhilatê Bajaroka Bilbilê bi /1/KM -niha- Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemze” bermayên kokên darên îhracê û zeytûna yên ku berê hatine qut kirin, radibin bi alavên/aliyetên giran hildikin.
– Jerkî ku agirin mezin bi daristana Çiyayê Hawarê ya xwezayî -rûbera wê dora/4/hezar Hiktar- di navbera herdu Navçên Bilbilê û Reco de hatine xistin, li destpêka Pûşpera/Hizêrana borî, û berdewambûna wan agiran dora sê rojan, ji nûve û bi rengekî nêzîkî rojane nû dibin, û her carê li cih û aliyekî, û rûbera ku hatiye şewtandin derdora /50%=2 hezar hiktar/ e; Û li 13.08.2024an. Z, agir bi Cîgeha”Pozmişmişê” – Başûrê Gundê “Çê” yê li ser hafa çê bi /2/KM hate xistin, û ji ber gurbûna agiran û bayê mekin, dora /125/darên zeytûnê -yên zaroyên Dilivanber “Muhemed Elî Hemo” ji xelkê gund- hatin şewtandin, bi ser tunebûna çawîrên hişk di nav de.
– Li 14.08.2024an. Z, agirin nû bi bermaya daristana Çiyayê “Behîvê” Bakurê Gundên “Meydana” – N. Reco ketin, û hin ji xelkên wan gundan rabûn vemirandin, bê ku aliyek ji Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê yan milîseyên bi ser ve pişikdariyê bike; Û vê carê xelkê Gundê “Kosa” yê hevcîwar tu alîkarî di vemirandinê de nekirin, ji ber ku hejmarek ji wan rastî lêkolîn û lêpirsînê hatin, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, ji ber pişikdariya wan di vemirandina agirên ku bi rengekî fere li 27.07.2024an. Z bi daristanê hatibûn xistin, û belavkirina wan ji hin wêne û vîdiyan re, û bi ser de jî hatin hişyarkirin ku dubare nekin.
Were bîranîn ku du navendên mezin ên çêkirina komirê yên Milîseyên “Feyleq El’şam” li Gundê “Sêmala – Meydana” hene.
– “Berevaniya Sivîl a Sûrî” got, ku tîpên wê li 15.08.2024an. Z, şewata ku bi çawîrên li nav zeviyên zeytûna yên Gundê “Baflûnê” – Navça Şera ketiye vemirandine, û piştî şopandinê xuya bû ku ew zevî yên herdu bira “Îse û Se’ido Sîdo kurên Şêxo” ji xelkê gund in ( ewên li Heleb mirine, piştî koçberkirina zorane ji gundê xwe li sala 2018an. Z), ji aliyê milîseyan ve desteserkirî ne, û bi sedema destjêberdanê û lawazbûna xizmetguzariya çandiniyê tevahiyê rûbera wan bi çawîrên hişk hatibûn nixumandin.
= Rahênanên leşkerî:
Jerkî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” Gund û Bajarok û Bajarê Efrînê desteser kirine, rabûn biryargeh û bingeh û rahênanên xwe yên ewlehî û leṣkeriyê li nav ciyên niştecîkirî û erdên çandiniyê û daristanên îhracê çêkirin, bi mebesta ziyangihandinên rengereng, û wek nimûne:
– Li 10.08.2024an. Z, “El’cezîrê – Sûriya” di rûpela xwe ya Fêsbokê de, perçevîdiyok belav kir, tê de “rahênanin bi qurşînên jîndar ên milîseyeke Rikberiya Sûrî li Efrînê” wêne dike – li gor salixdana wê; Û piştî Şopandinê diyar bû ku ew yên Milîseyên “Lîwa’i El’semerqend” in (a ku “Sa’êr Me’irûf/Ebo Ebdo” serkêşiya wê dike), û li nav zeviyên Zeytûna û daristanên îhracê li Cîgeha “Sebîliyê”/Bakurê Bajaroka Kefirsefrê – Navça Cindirêsê û li nêzîk gundine binişte têne kirin.
– Û li heman dîrokê, milîseyên Hêza Hevbeş a “/Tîpa Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat, Firqit El’hemze” jî perçevîdiyok e rahênanên xwe yên leşkerî li nav zeviyên zeytûna û daristanên îhracê li Navça “Şiyê” belav kir.
= Geregoşî û serberdayetî:
Di siya belavbûna çekan û geregoşiya hilgirtin û bikaranîna wan de:
– Ji berî dora deh rojan ve, çend avêjtek li dor Gundê “Kaxirê” – Navça Mabeta (yê ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” desteser dikin) û li nêzîk malan ketin, û hindik mabû ku ziyanin şênberî û ademîzadî çêbibin, lê tirs kete nav xelkê; Û xuya bû ku ew bi rengekî tewşankî ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Semerqend ve” (yên ku di Gundê “Rûta” – Navça Mabeta de) hatine avêtin, û gûman heye ku ew bûyer li dema rahênanên wan li Çiyayên aliyê Başûrê pêk hatibe.
– Li 12.08.2024an. Z, pevçûnin bi rişêşan di nav du giropên çekdar ji anîndeyên ku li Bajarê Efrînê rûdinin de derketin, rolinîvro û li pêş Nanpêjxaneya/Firneya “Qazan” a ke’ika (Nanpêjxaneya Çiya a berê), di kolana giştî de – Çûnûhata/ Otistorada derbasgeha bajêr a Rojhilat, û li nav sivîlan û makînên wan.
– Li 14.08.2024an. Z, li kolaneke şaxeyî û nêzîk “Avahiya Gumrikê ya berê”/Kolana Reco ya serekîn li Bajarê Efrînê, bombeyeke bombekirî bi makînek cîp de -me nizanî ye kê ye- teqiya, bê ku tu ziyanên ademîzadî çêbibin, lê makîna ku hatiye teqandin û perçen ji makînek din -li kolanê sekinî bû- şewitîn.
= Binpêkirinine din:
– Çekdarin dest danîne ser maline Gundê “Dêrsiwanê” – N. Şera, xwe hêgle dikin ji bo valakirina malên şeş Malbatên Kurd ên zorane koçberbûyî û niha vegerîne gundê xwe, û beramberî wê vêrgiyine diravî dixwazin, bi ser ku wan berê tevahiya tiştmiştên wan malan (raxistok, alav, xwarinvexwarin û yên din) dizî bûn, piştî ku tev basmîş kirin, dema ku li sala 2018an. Z ketine gund.
Rewş li Efrînê kambax e û nayê hilgirtin/tehemulkirin, ji ber ku milîs serberdayî ne, reşantiyek ragihandinî heye, di nav girtina/xetimandina asoyên siyasî de…Xweza di bin dijatiyên rojane de dinale, û mirov jî ji ber zordariya -bê ku kes bibîse- gilî dike.
17.08.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Herdu bira “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe, Welîd El’casê/Sêf”.
– Darine zeytûnê yen şewitî ji zeviyê zaroyên Dilovanber “Mihemed Elî Hemo” li Gundê “Çê” – Navça Reco, 13.08.2024. Z.
– Şewtandina daristana Çiyayê “Behîvê” – Navça Reco, 14.08.2024. Z.
– Şewatek li nav zeviyên zeytûna yên herdu birayên dilovanber “Îse û Se’ido Sîdo kurên Şêxo” li Gundê “Baflûnê” – Navça Şera, 15.08.2024. Z.
– Rahênanine leşkerî yên Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” li nav zeviyên zeytûna û daristanên îhracê li Cîgeha “Sebîliyê” li Bakurê Bajaroka “Kefrisefrê” – Navça Cindirêsê, ji perçevîdiyoke El’cezîrê -Sûriya, 10.08.2024. Z.
– Rahênanin leşkerî yen hêza hevbeş di nav zeviyên zeytûna de – Navça Şiyê, ji perçevîdiyoke belavkirî, 10.08.2024. Z.
– Pevçûnine çekdar li pêş Nanpêjxaneya “Qazan” ke’ika li Bajarê Efrînê, 12.08.2024. Z.
– Teqandina makînak cîp li kolaneke nêzîk Avahiya Gumrikê ya berê/Kolana Reco ya serekîn li Bajarê Efrînê, 14.08.2024. Z.
————-
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: