Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (279): Mirina hemwelatiyekî ji kerba re, lêxistina xwendekarekî bi kêran, birîndakirina keçekê, girtinine bêsûcane, qutkirina darine zeytûnê, û pevçûnin li “Çadirgeha/Kampa Mehmediyê”

Ji bilî binpêkirin û tewanên têvel ên ku bi şêwakî fere û rêbazkirî di dermafê herêmê û xelkê wê de pêk tên, li ser bingeheke nijadperstî û bi sedema gotara kîndariyê ya di nav anîndeyan û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de belavkirî,  pozquretî û dijayetiyên rojane -nayêne jimartin- li dijî Kurdan -nişteciyên resen û yên ji hemî çek û alavên berevaniyê bêpar/mehrûm- têne kirin, û piraniya wan rûdan û dijayetiyan aşkere nabin û nayêne belgekirin, bi sedema ferzkirina qedexekirina ragîhandinê li ser herêmê û tirsa yên ku dijayetiya wan hatiye kirin û herweha merivên wan ên li derve ji dengkirina li ser zordariyên ku digihêjine wan, da ku xwe ji dijatiyên zêdetir biparêzin û xwe ji sezakirinên sertir bidin yal.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Mirina Hemwelatiyekî Kurd ji Qehra re:

Piştî nîvro roja Yekşemê 11.02.2024an. Z, li dema ku Hemwelatî “Cemal Mihemed Hemo – zayîn 1970″ – Gundê “Çê” tevî birayê xwe û sê kurên xwîşka xwe gihîşte nav zeviyeke xwe ye nêzîk Gundê “Gobekê” – Navça Mabeta, bi qutkirina darên zeytûnê nişkebû/hesiya, û ji du mêrên anîndeyên Gundewarê “Hemê” yên li wir pirsa yên weha kirine kir, lê wan bi tundûtûjî lê vegerand û bi qîreqîra merivine xwe (dora 15 kesan li çadirgeha “Avrazê” yê nêzîkî zeviyê rûdinin) anîndindan, bi ço û keviran êriş ser her pêncan kirin, pêya/piya yekî şikandin û govdeyên ên din jî derizandin û êşandin, û piştî dijîkirinê bi dora bîst kêlîkan û vegera yên dijayetiya wan hatiye kirin G. “Gobekê”, “Cemal” ji qehra û fişara ku hatiye ser re bi seknexwînê ket, û di encamê de di cih de mir, û birina wî bo nexweşxaneyeke Efrînê sûde lê nekir; Û li roja din termê wî di goristana gund de hate binaxkirin.

Were bîranîn ku yên dijayetî li ser wan hatiye kirin û nejî xwediyên ê vêguneh/bêsûc miriye tu gilî yan doz dijî dijberan li ba Destlatên dagîrkeriyê yan jî Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” (yên ku gund desteser dikin û biryargeheke wan e rêvebirinê lê heye) venekirin, ji tirsa ku rewş pîstir bibe û rastî tewanên qirêjtir netên. Û wan aliyên destlatdar jî tu lêkolîn li ser bûyerê çênekirin.

= Lêdana xwendekarekî Kurd bi kêran:

Li 25.02.2024an. Z, li dibistana navendî li Bajaroka Mabeta, di dema kar a fermî de, çar xwendekaran -me nikanî navên wan bi dest bixistana- ji zaroyên anîndeyên herdu Gundewarên “Heleb û Hemê” bi armanca kuştinê bi lêdan û kêran -yek jê sungiya çekan bû- li hevalê xwe yê pola yazdehan xwendekarê Kurd “Şiyar Ibrahîm Umer /17/sal” ji xelkê Gundê “Qenterê” yê hevcîwar xistin, di encamê de bi kûranî birîndar bû, paşê rakirin nexweşxana “Amenos” li Efrînê û xistin lêsekirina guvaştî/înayê muşededê, ta ku jiyana wî rizgar kirin û ji mirinê filitandin, û ta niha di nivînan de ye; Herweha wê giropa bi bedbûn û pîsîtiyê naskirî li mamostekî (ye ku hewil daye ku yê dijayetî li ser hatiye kirin rizgar bike) û xwendekarekî din – hevalê “Şiyêr”- xistin.

Û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” rabûn ewên dijayetî kirine girtin, û bi ser de jî çar Xwendekarên Kurd (yek jê “Ferhad Henîf Mihemed” ji G. “Qenterê” û sisê “Gîvara Ibrahîm Mihemed, Mihemed Elî Cimkî kurê Hisên, Mihemed Ridwan Mistefa” ji Gundê “Ereba” yê hevcîwar), da ku lêkolînkirinê yanbadin, dozê şebeq/tevlihev bikin, û tewanê li ser ên kiryar kirine sivik bikin.

= Birîndarbûna hemwelatiyeke Kurd:

Li êvara 29.02.2024an. Z, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û Milîseyên Sûrî yên bi ser ve ji Gundê “Soxanekê” – Çiyayê Lêlûn re (yê ku di bin desteseriya Artêşa Sûrî de), perçe hesinin li zikê Keça Kurd “Emîne Hikmet Mihemed /19/sal” -di hundir mala wê de- ketin; Herweha du endamên Artêşa Sûrî jî bi têvelî birîndar bûn, bi ser de jî ziyan gihîşte malina.

= Girtinine bêsûcane:

– Li vê dawiyê dadgeheke Turkiyê li Stanbûlê cezakirina şeş sal hepis da Hemwelatî “Şêxmûs Xelîl Îsma’îl /30/sal” ji Gundê “Penêreka” – Navça Reco, bi tewanbariya/tuhmeta endamtiyê ji hêzên Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, ji berî dagîrkirina Efrînê; Were zanîn ku ew li 02.10.2023an. Z   ji ciyê rûniştina wî li gel dê û bav û malbata wî li Istanbûlê hate girtin, û xwediyên wî jî ji sala 2013an ve li wir rûniştine.

Û destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

Li 15.02.2024an. Z, Hemwelatî “Ehmed Umer Silêman /52/sal û kurê wî Mistefa /26/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji mala wan li Taxa “Efrîna Kevin”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, û dest danîn ser dora /2.5/ zêr ji dîkana wan (Cewherên Silêmên), bi tuhmetên çêkirî, û piştî du heftan ji girtina bêsûc ew berdan.

Li 15.02.2024an. Z, Hemwelatî “Zehîde Hemze Emîn /70/sal, Mehmûd Elûş /85/sal, Hesen Sebrî /60/sal, Şêx Mihemed Şêxo /75/sal, Silêman Xelo /80/sal, Ezet Xelo /65/sal, Ehmed Xelo /80/sal, Mihemed Oso /70/sal, Ehmed Mihemed Oso /36/sal” ji xelkê Gundê “Axcelê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tewambariya têkeliyê bi (RX) a berê re, û heyşt jê berdan piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî -hezar Dolar Emrîkî- li ser her yekî ji wan, ji bilî “Ehmed Mihemed Oso” yê ku ta niha bêsûcane girtî ye; Û bê bîranîn jî ku piraniya wan berê jî carekê hatine girtin.

Li navîna Reşmehê/Sibatê 2024an. Z, Hemwelatî “Edîle Ebdo Hemadê /65/sal” jinebiya Dilovanber “Reşîd Heyder” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û piştî rojekê hate berdan, bi merca dandina baceyeke diravî /400/Dolar Emrîkî; Û berê jî ew rojekê rastî bendkirin û baceyeke qaserî /500/ Dolar hatibû û bi heman tuhmetê, bi ser ku ew pir perîşan e û li ser alîkariyan dijî.

Li 19.02.2024an. Z, Hemwelatî “Idrîs Mihemed Bekir /47/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” û “Rif’et Mihemed Elî Reşît /50/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jorin”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re.

Li 25.02.2024an. Z, Hemwelatî “Ebid El’rehman Ke’irik/karik /50/sal” ji xelkê Gundê “Bilêlko” – N. Reco û li Bajaroka Reco jî rûdine, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, li dema seredana wî ji navenda asayêşê re, da ku lawê xwe “Hemîd /25/sal” (ê li 21.02.2024an. Z bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re hatiye girtin) bibîne, û herdu jî ta niha bêsûcane girtî ne; Û berê jî “Îlham Ebid El’rehman Silêman – hevjîna Ebid El’rehman” du mehan -di navêna Avdar û Gulana 2022an. Z de- girtin, û piştî ferzkirina baceyekê li ser hate berdan.

= Qutkirina darên zeytûnê:

Li 05.02.2024an. Z, Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê” rabûn heyşt darên zeytûnê ji zeviyeke Hemwelatî “Isma’îl Misto” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” qut kirin, bi armanca êzinigkirin û bazirganiyê.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 25.02.2024an. Z, û di encama nelihevkirinê de, li ser destdanîna ser erdê kesekî koçber ji nişteciyên resen li nêzîk Gundê “Mehmediyê” – Navça Cindirêsê, pevçûnek û avêtina qurşînan di navbera du giropên anîndeyên li “Çadirgeha/kampa Mehmediyê” rûniştî de çêbûn, ew herdu girop jî endamên Milseyên “Ceyş El’nesir” û “Nûr El’dîn Zenkî” ne, û di encamê de û ji herdu aliyan hin hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Di siya tunebûna ewlehiyê û zagonê û filtandina ji sezakirinê de, binpêkirin û tewanên têvel û cûrbecûr berdewam dibin, û ta niha dûdan û lêpirsîna li ser wan binpêkirin û tewanan li Efrîna dagîrkirî ji aliyê Turkiyê ve tu hêvî jê tune ye.

03.03.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Miriyê bêsûc “Cemal Mihemed Hemo”.

– Xwendekarê birîndarkirî “Şiyar Ibrahîm Umer”.

– Topebarankirina Gundê “Soxanekê” – Çiyayê Lêlûn, êvara 29.02.2024. Z.

– Qutkirina darine zeytûnê yen “Isma’îl Misto” – Bajaroka “Kefirsefrê”.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-279-03-03-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button