DaxuyanWergerandinالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (278): Piştî şeş salan ji xişim û bêtaran komîteyin “Hemahengiyê/Itîlafê”! Kuştina temenmezinekî bi pêlêkirinê û du pakrewan li Gundê “Bênê”, girtinine bêsûcane û jinavbirina/kuştina serkêşekî li ba “El’emşat”

Li dema seredana wî ji Efrînê re, li 13.2.2024an. Z, “Ebid El’hadî El’behre” serokê Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya rikber di konê hevdîtinê de li Gundê “Coqê” çêra hebûna “dezgeh/sazî, dadgeriyeke sivîl, dadgeriyeke leşkerî, Asayêşa Leşkerî û Asayêşa Sivîl” kir, lê jibîrvekir ku Istîxbaratên Turkiyê wan saziyan bi rêve dibin, bi Kurdan re -xelkê herêmê yên resen- li ser bingeheke siyasî û nijadperestî didin û distînin, û li dijî wan kiryar û pêngavine dijayetî û guhertineke demografî têne kirin, û bi ser de jî binpêkirin û tewanên milîseyên komên têvel ên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” yên ku herêmê weke perçeperçeyên leşkerî di nav hev de parve dikin û bi zorê çekan wê destlat dikin, û ew di ser zagon/yasayê re û derveyî çarçewa sezakirinê ne.

Herweha “El’behre” nîşanî “Komîta Vegerandina zordariyan” û avakirina “komîtak taybet ji yê/ya dixweze vegere Efrînê” û danîna “şêweriya gerantiya vegera her kesî” kir, lê bê ku ji aliyê ragîhandina “Hemahengiyê/Itîlafê” ve bi awakî fermî bê tekezkirin, lê “Ebdela Gedo” endamê Desteya Siyasî ya “Itîlafê” (weke nûner ji ber Encûmena Niştîmanî ya Kurdî – ENKS ve) bi riya perçevîdiyoke ku li ser rûpela “Itîlafê” ya Fêsbokê (16.2.2024. Z) belavkirî biryardana “çalkirina/aktîvkirina komîta şopandina binpêkirinan û vegerandina koçberan bo cî û warên wan” ragîhand, piştî şeş salan ji bobelatan; Mîna “Komîta Vegerandina Mafan a Hevbeş li Efrînê” (ya ku li 8.11.2022an. Z hatiye avakirin) û belgeya “Şêweriya Mirovî” (ya ku li 15.01.2020an. Z di navêna “ENKS” û “Hemahengiyê” de li Istanbûlê hatiye imzekirin), a ji bo “vekirina derbasgehên bi ewle li pêş penaberên Bajar û Bajarokên “Serê Kaniyê li Hesekê, Girê Sipî li Reqê û Efrînê li Helb”, û çarenûsên  herdiwan jî beravêtî bûn.

Û “El’behre” li Gundê “Coqê” soza çareserkirina ava vexwarinê da, lê li rewşa toreya elektirîkê ya giştî ya ku tevahiya kebil û amûrên wê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemzat” ve -piştî desteserkirina wan ji gund re li sala 2018an. Z – hatine dizîn nepirsî, û nejî li qutkirin û hilkirina bi sedan darên zeytûnê yên xelkê gund û çawabûna dandina berdêlekê û sezakirina yên ew ton kar kirine!

“Seredana serokê Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya rikber “Ebid El’hadî El’behre” ji G. “Coqê” re, daxuyana endamê wê yê siyasî “Ebdela Gedo”, dizîna kebil û amûrên toreya elektirîkê ya giştî li Coqê, û qutkirina darên zeytûna li deştên gund.”

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina temenmezinekî bi pêlêkirinê:

Li Roja Înê li ser Nîvro 09.02.2024an. Z, temenmezin “Mihemed Ibrahîm Sewran /75/ sal – bi Sewrik tê navdan” ji xelkê Gundê “Vêrganê” – Navça Şera yê nêzîk Bajarê Ezazê rastî piroseyeke pêlêkirinê hat, ji aliyê aleteke giran e dûzkirina axê û riyan (Kirêder) ve, ye ku ajovanekî ji anîndeyên Bajaroka Tirif’etê/Ezazê dajot û ji riya giştî derketî û derbasî zeviyeke zeytûna ya kuştiyê vêguneh bûye, li dema ku ew li nêzîk dareke bi dora /10/ mitran ji rê dûr vedihesiya, û herdu lawên wî jî mêwên zeviyê dikesixandin; Û ji ber birînên giran ew mir û bo nexweşxanak Ezazê hate guhestin, da ku cendeka wî bo merivên wî were radestikrin, û li Êvara heman rojê di goristana gund de were veşartin/binaxkirin.

“Vêgunehê temenmezin “Mihemed Ibrahîm Sewran”.”

Lê, gelek faktorên mîna (zelaliya dîtinê û hêsaniya cih, tunebûna mercekî awerte, dûrbûna kuştiyê vêguneh ji rêkê, meşa nizim a wê aleta giran û gengaziya seknandina wê bi firênê yan bi daxistina sikeya wê ser erdê…) gûmanê çêdikin ku ew bi mebest hate armanckirin, bi taybetî jî ku ew li navboriya çend salên borî de rastî zext û gefguran hatibû, ji bo firotina wê zeviyê bi buhayeke erzan ji giropeke kesên Ezazê re (ji ber ku zevî çend salan ji ber dênan ve bi dest wan de bû, lê kalemêrê vêguneh dênê xwe tev dabû), û carekê jî hate revandin û wê giropê hewil dabû ku li ser girêbestinên firotinê bidin imzekirin – li gor jêdereke taybet ku wî berî kuştinê bi heftakê ew agahî dabûnê.

“Nimûneyek ji aleta giran (Kirêder) a ku pêle temenmezin “Mihemed Ibrahîm Sewran” kiriye.”

Were bîranîn jî ku xwediyên wî newêrin tu kesî bi kuştinê tewanbar bikin, yan jî aşkere li ser bûyerê di alavên ragîhandinê de bi’axivin, da ku rastî tu tewanin din netên, û Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” yên destdirêjiya wan di Herêma Ezazê de heye gund desteser dikin.

= Topebarankirina Gundê “Bênê” û pakrewanbûna sivîlekî û leşkerekî:

Li Şeva 12-13/02/2024an. Z, Artêşa Turkiyê û Milîseyên Sûrî yên bi ser ve Gundê “Bênê” – Çiyayê Lêlûn (yê di bin desteserkirina Artêşa Sûriyê de) bi dora deh avêjtekan topebaran kirin, û ziyan gihîşte hin mal û makînan, jê mala Hemwelatî “Ehmed Mistefa El’xobarî”, û Hemwelatî “Ciwan Ezet Eswed – Zayîn 1988. Z” û endamekî ji hêzên Artêşa Sûrî şehîd ketin, û Hemwelatî “Ednan Îse Kîto/36/sal” jî birîndar bû, û bavê wî jî di topebarankirineke berê de birîndar bibû; Were bîranîn ku “Eswed” malbata xwe û malbatên herdu birayên xwe (yên ji çend salan ve di nav şerê welêt ê xwebixweyî de wendayî) xwedî dikirin.

“Pakrewan “Ciwan Ezet Eswed”. “

“Topebarankirina mala Hemwelatî “Ehmed Mistefa El’xobarî”, G. “Bênê” – Çiyayê Lêlûn, 13.02.2024. Z.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

Ji bêtirî heyvekê ve, Hemwelatî “Mihemed Mistefa Çiro /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê (RX) re, û ta niha di Hepsa “Maratê” ya navendî de li Efrînê bêsûcane girtî ye; Piştî vegera wî ji Libnanê – ciyê penaberiyê bo Heleb û Efrînê, da ku tevlî malbata xwe li bajarokê bibe.

Li 30.01.2024an. Z, Hemwelatî “Kawa Ne’iso kurê Ebid El’rehman/Malbata Apo /29/sal” ji xelkê Gundê “Keferdelê Jorin” – Navça Cindirêsê û li Bajarê Efrînê rûniştî, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Ezazê/entîterorê” ve, li dema ku ew û tevî hevjîn û herdu zarokên xwe ve bi mebesta seredanê gihîştiye Ezazê, bi tuhmeta endamtiya wî ji rêxistineke teror re, û zorane veşartî ma ta ku li 12.02.2024an. Z hate berdan, û ew rastî îşkencekirineke mekin hat, tevî ku ew berê jî carekê li Tebaxa 2019an. Z ji aliyê “Asayêşa Efrînê” ve hatibû girtin.

Li 09.02.2024an. Z, Hemwelatî “Rola Hemdo /40/sal” ji xelkê Bajaroka Reco û li ba Komela “Buhar” jî kar dike, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Ezazê/entîteror” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, li dema bi mebesta seredanê gihîştiye Bajarê Ezazê, û li 12.02.2024an. Z hate berdan.

Li 11.02.2024an. Z, Hemwelatî “Sebrî Mihemed Hemûş /55/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” û “Ebdo Ezet Reşîd /40/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jorin”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne; Ew jî di çarçewa danesereke/hilmeteke girtinan de ji xelkê herdu gundan -mêr û jinan- re.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara Çarşemê 14.02.2024an. Z, giropeke çekdar e rûpeçnandî mala Koçberê zorane “Mihemed Hesen Osman/Hemo Mixtar” li Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa (ya ku “Mistefa El’rehmûn/Ebû Rehmûn” – serkêşekî Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” dest daniye ser) dorpêç kir û êrişî ser kir û ew kuşt, û were zanîn jî ku “El’emşat” gund desteser kir piştî qewtandina Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” ji Efrînê li destpêka Cotmehê 2022an. Z, “Mihemed El’casêm – serkêşê El’emşat” ewê hatiye kuştin ji heyvekê ve ji berpirsiyartiya wî ji gund re bi dûr xistibû, û “Ebû Rehmûn” ji berî kuştinê gef jî xaribûn, ji ber wê malbata xwe bo ciyekî din dûr xistibû.

Li dû teqandina matoreke dutekerî li Êvara 06.02.2024an. Z, li nêzîk Gergeha “Newroz” li orta Bajarê Efrînê, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” girtinine tewşankî di nav nişteciyên derdora cîgeha teqandinê de pêk anîn, ji nav wan jî Hemwelatî “Cemîl Heno Ebdo /48/sal” ji xelkê Gundê “Ereb Şêxo – Gemrûkê” – Navça Mabeta, yê ku piraniya şêniyê wî yanê dora/40/malbatî ji pêkhateya Ereb/Êla Umêrat in, û yê ku bi şev dora pêncî makîneyî ji çekdaran ew basmîş û dorpêç kiriye, lêgerîn di malan tev de kirine, û piraniya mêr û xortan girtine û mekin li wan xistine, û herweha jî asayêşê li bajêr hin hemwelatî ji Êla “El’umêrat” girtin, nemaze ku “Rêvebiriya Asayêşa Leşkerî” li ser rûpela xwe ya Fêsbokê li 08.02.2024an. Z  girtina “serkêşê toreya terorê ya ku piraniya teqandinên ku li vê dawiyê li Bajarê Efrînê pêk anîne” ragîhand, û kenalin xwecihî jî li 08.02.2024an. Z perçevîdiyok belav kir, tê de ciwanekî negîhayî li xwe dine/mikûr tê ku wî mator li nêzík gergehê sekinandî û navê yê dayiyê jî hewal dide, lê me nikanî hejmara girtiyan û yên hatine berdan nas bikira.

= Binpêkirinine din:

Li vê dawiyê li Bajaroka “Be’idîna”, “Şêx Hisên” birayê “Ebid El’kerîm Qesûm/Ebû Cemal – serkêşê Milîseyên Lîwa’i 112” rabû beşek ji dîwarê avahiya guvêşgeha kevin a Dilovanber “Şukrî Xelîl Mistefa” hilweşand, û deriyekî mezin tê de vekir, da ku karên xwe tê de fere bike(ya ku niha navendeke firotina êzingan e), bi ser metirsiya bûyerdana şe’itandin yan jî hilweşandina wê de, ji ber ku avahî kevin e û li ser banê wê malke mezin ye desteserkirî jî heye; Û “Şêx Hisên” li meydana ku li rex avahiyê navendeke firotina sûtemeniyê jî vekiribû, û yeke din jî di çarçewa mala Dilovanber “Xelîl Berî” û li pêş beşekî ji avahiya mizgeftê li orta bajarokê; Lê “Ebû Hesen Obame” cîgirê “Qesûm” jî ji sal 2020an ve tevahiya riya Rojava ji çûnûhata/Ûtistirada Bajarokê girt, bi ser xirbeliqiya wê bi aletan û nemaze li werza/mûsima zeytûna de, ji ber ku ew di pêşiya mala ku dest daniye ser a ku malbata wî tê de rûdine re dere, û ew mal jî vedigere malbata Dilovanber “Mistefa Ne’şet Mistefa” a zorane koçberbûyî.

Seredanên hejmarek ji serokên Hemahengiyê mîna “El’mustefa, Herîrî, El’mislet û El’behre” ji Efrînê re û bê ku sûdê li seknandina binpêkirin û tewanên berdewam bikin, tenê ji bo sozdayîn û hewildanên rûsipîkirin û cîlawkirina hebûna Dagîrkeriya Turkiriyê, û serpeçinandina rewşa genî ya “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û geregoşiya ku “herêmên rizgarkirî” tê de dijî.

18.02.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Seredana serokê Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya rikber “Ebid El’hadî El’behre” ji G. “Coqê” re, daxuyana endamê wê yê siyasî “Ebdela Gedo”, dizîna kebil û amûrên toreya elektirîkê ya giştî li Coqê, û qutkirina darên zeytûna li deştên gund.

Vêgunehê temenmezin “Mihemed Ibrahîm Sewran”.

Nimûneyek ji aleta giran (Kirêder) a ku pêle temenmezin “Mihemed Ibrahîm Sewran” kiriye.

Pakrewan “Ciwan Ezet Eswed”.

Topebarankirina mala Hemwelatî “Ehmed Mistefa El’xobarî”, G. “Bênê” – Çiyayê Lêlûn, 13.02.2024. Z.

—————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-278-18-02-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button