Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (261): Roxandin û koçberkirin li Gundê “Bilîlko”, dizîna kevneşopên Girê “Bircebdalo”, dizîna berê zeytûna, avêtina qurşînan li “Reco”, şeş çekdarên kuştî di teqîna malekê de

Li 18.09.2023an. Z, di hevdîtineke danasînê de, bi “pêşxeriya rêvebirina rengerengiya civakî di jîngeha hînkeriyê de”(ya ku “Kolîca Perwerdeyê/Zanîngeha Entabê – Efrîn” bi hevkariya “Navnda Avaker/Umran a Lêkolînan” pêşkêş kiriye), Endezyarê avakeriyê “Mihemed Se’îd Silêman kurê Sebrî/ji xelkê Gundê ” Xelîlaka – Efrîn” – Şalyarê/wezîrê Rêvebiriya Xwecihî/Hikometa Sûrî ya Demkî û yê nêzîk  ji Rêxistina “Birayên Misilman/El’ixwan El’mislimîn” ve hebûna binpêkirin û tewanan li Herêmê -ji bilî hin kêşeyên sivik û ne girêkok- red kir, lê “Şêx Mihemed Emîn Şêx Ehmed Rîfa´î kurê Mihemed” ji xelkê Gundê “Qenterê – Efrîn” û gotarbêjê Mizgefta “Ûsame bin Zeyd” li Taxa Mehmûdiyê li bajêr anî zimên û got: Binpêkirin û tewanine kuştinê di dermafê Kurdan de hatin kirin bê ku yên kirine/kiryar bêne sezakirin/cezakirin, û herweha pirsî: Ka dadwerî? Û nîşan da hewildana destdanîna ser mala wî, û weha jî nîşn da, ku “serkêşên milîseyan ta dawiyê hefsar ji stûyên xwe şiqitandine û zor û zulmê li xelkê dikin”, û got: Dilê me tijî bûye! û doza necudewaziyê di navbera Kurd û Ereban de kir.

Ev jî hin heyîn û bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:

= Gundê “Bilîlko”:

Bi Navça “Reco” ve girêdayî ye, ji navenda wê/bi Bakur ve /11/KM dûr e, ji dora /140/ malî pêkhatî ye, dora /1000/nişteyî ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya ku bi ser ve hatî de -li Reşmeha 2018an. Z- tev penaber bûn, dora /50 malbat = 150 nişte/jê vegerîn, û dora /30 malbat = 200 nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Gund carcaran ji aliyê Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ve -li dema dijberiyê- hate topebarankirin, ji ber wê /5/ mal ên “Elî Hemadê, Fexrî Gulîn, Hesen Şêxo, Şêx Mûse Zêno, Cemal Zêno” hatin roxandin, û ziyan bi piçekî gihîşte dora /20/malan, û weha jî ziyan bi piçekî bi sedema topebarankirinê û xistina debabekê hundir hewşa wê gihîşte mizgeftê, û paşê ji nû ve ji aliyê xelkê gund ve hate çaksazkirin.

Artêşa Turkiyê û milîseyên wê Mala “Emîn Horo” li derbasgeha gund kir biryargeh, û bargehek û dahatgeheke/niştegehek balefirên perwane yên wê li hafa Çiyayê “Kela Bilîlko” heye, li kêlek gund bi aliyê Rojhilat ve, û li ser bergeheke derdora du hiktaran; Û ji bo çêkirina wê bargehê û vekirina riyê ku dere ser, bi sedan darên zeytûn, kîraz, tirî û îhracê hatin hilkirin.

Milîseyên “Feyleq El’şam” gund desteser dikin, û piştî derbasbûna wan ji gund re ev dizîn: Tiştmiştên hundir tevahiya malan mîna: (Xwarinvexwarin, zêtê zeytûna, raxistok, firaxên baqirî, cerên gazê, û alav û amûrên elektirîkê û yên din), bi sedan pez û dewar, heyînên sê dîkanên pêdiviyên rojane yên malan ên “Ehmed Horo, Ewnî Îsma’îl Hisên, Gîvara Ebdelah Hemadê”, heyînên hundir dibistana seretayî, kebil/kabel û guheztoka toreya Elektirîkê ya giştî, û herweha jî matorin dutekerî û direktoreke çandiniyê ye “Fewzî Miho”, û du makînên pîkab ên “Şêxmûs Elûş, Reşîd Tobal” û paşê piştî dandina vêrgiyine diravî mezin hatin vegerandin.

Û wan dest danî ser werzên/mûsimên hemî malmewdanên çandiniyê – salên /2018-2019/.Z, û vêrgiyene mezin li ser werzên di salên dû re dan ferzkirin.

Weha jî xelkê gund rastî cûreyên têvel ji binpêkirin û tewanên mîna (Kuştin, revandin, girtinên bêsûc û peresitandin, digel îşkencekirin û kêmrûmetkirinê) hatin, û jê bêtirî carekê hatin girtin, û nemaze li dema ketina gund, Hemwelatî “Ekrem Henîf Bekir /53/sal” hate revandin, zorane hate veşartin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e; Herweha jî Destlatên Turkiyê pênc hemwelatiyên gund ên penaber li Turkiyê ji /1-2/ salan girtin, û li vê dawiyê sisê jê derkirin Sûriyê, û ta niha “Hisên Arêf Mihotê /30/sal” bêsûcane li Turkiyê girtî ye.

Herweha jî Hemwelatî “Mihemed Henîf Hisên /30/sal – bi Hemadê tê navdan” di bin işkencekirinê de li navenda Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” jiyana xwe ji dest da, bi destên “Eyhem El’quba’i – Ebû Şîhab” (ê ku wê hîngê bi rutbeya neqîb); Li Roja Duşemê piştî Nîvro 09.09.2019an. Z, merivên pakrewan bi mirina wî di Nexweşxaneya Efrîn de hatin agahdarkirin, piştî girtina wî li 30.08.2019an. Z, bi sedama daxwaza wî ji vegerandina sîtêra xwe (ya ji aliyê Asayêşê ve zepkirî); Û “El’qûba’i” ji aliyê dadgehên dagîrkeriyê yê wêneyî ve bêsûc hate derxistin, û  ritba wî ji “neqîb” rakirin “ra’êd” û ew kirin serokê navenda asayêşê.

Û li Reşmeha 2019an. Z, Dermankarê Fîzîkî “Ednan Bostan kurê Hisên” ji xelkê gund, li navenda Navça Reco tûşî piroseyeke revandinê û işkencekirineke mekin bû, û piştî dandina vêrgiyeke diravî hate berdan; Û berê jî carekê ji hundir fîzîkxaneya xwe li Bajarê Efrînê hate revandin.

Û milîseyan daristanine îhracê li dor gund û bi hezaran darên zeytûnê, bi rengekî bêwijdan û hovane dane qutkirin, ji bo êzinkirinê û çêkirina komirê û bazirganiyê; Û herweha jî cîgehine kevneşopî ji bo dizîna kinzên wan ên binerd kolandin û tevdan, jê: Cîgeja “Kela Bilêlko” (ya ku têde Bargeha Leşkerî ya Turkî hatiye avakirin).

= Dizîna kevneşopan:

Ji Roja Şemiyê ve 09.09.2023an. Z, Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên ku “Sêf Bolad” serkêşiya wan dike) ji nû ve dest bi kolandina dora Girê “Bircebdalo” – Şêrewa (yê kevneşopî) kir, di nav erdekî çandiyê yê Hemwelatî “Hesen Osman Osman” de, bi alavên/aliyetên giran, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan; Û Milîseyên “Hêzên Taybet” jî (yên ku “Ebdelah Helawê” serkêşiya wan dikin) du caran tevahiya gir kolan û rêş kirin, li Havîna 2019an û Mijdara 2021an. Z.

Û divê were bîranîn jî ku “Mihemed Osman Şêx Mihemed /40/sal (ê ku bi Foksî tê navdan”) ji xelkê Bajaroka “Keferheleb” – Gundewarê Heleb ê Rojava – yek ji serkêşên Milîseyên “Hêzên Taybet”- û niha jî li ser erdên Almaniya, di kolana gir û dizîna kevneşopên wê ya berê de hevpar û hevkar/ortaq bû, û kenaleke ragîhandinî ye xwecihî bi ser rikberiyê ve, li 28.12.2020an. Z wêneya wî belav kir, vê re jî bi belevokekê aşkere kir ku “Foksî” bi çend tewan û dizînan li ba dadwerê lêkolînê li Efrînê daxazkirî ye, û birayekî wî jî bi navê “Ebdela/bi Mîmo tê navdan”, bi bazirganiya tevzînokan/şênberên hişbirînê daxwazkirî ye.

= Dizîna zeytûna:

Çekdar û anîndeyên jê ve nêzîk dest bi dizîna berên zeytûna kirin, bi ser ku hîna wexta bûyînê nebûye; Û nevehesiyek giştî li ba Xelkê Efrînê ji dizînên fere (yên digihêne werza îsal) heye, bi ser de jî ferzkirina vêrgiyine bilind li ser berhemên wê; Û çalakvanekî ragihandinî (yî rikber û li Efrînê rûniştî) perçevîdiyok li ser rûpela xwe ya Fêsbokê -li 15.09.2023an. Z- belav kir, tê de girseya dizînên ku gihîştine zeviyên zeytûna û li’arêçûna ku piştî wê çêbûye aşkere dike.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li siba îro, Roja Bazara Bajaroka Reco, di nav xirbeliqiyê de, şer û dogişek di nav “Murhef kurê/bin Ebû Elûş” û giropek ji anîndeyên Edra/Şam de çêbû, piştî nelihevkirinekê li ser seknandina makînakê di kolana giştî de, û li heman rojê piştî Nîvro -li dema hewildana Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Reco” (ya ku “Ebû Elûş” endam tê de) ku kesekî ji Edra bigre- ji nû ve di nav herdu aliyan de pevçûn derketin û qurşîn hatin avêtin, vêra jî tirs kete nav sivîlan û xwe kirin hundir malan, û bazar bi dawî hat.

Bi şopandina encamên teqîna perçemaleke danaşînî de, li qatê dudiyê li nêzîk Gergeha “Maratê” li Bajarê Efrînê, li 16.09.2023an. Z, di warê encaman de ev xuya bû: (Roxandina hemî dîwarên perçemalê, ziyanin mezin gihîştin malên nêzîk jê ve û avahî û makînên li derdorê, bi ser de jî kuştina şeş kesan); Teqîneke pir mekin bi sedema tibabeke mezin ji şênberên teqîner bû, û “Rêvebiriya Asayêşa Leşkerî” li ser hebûna şênberine teqîner di hundir mal de tekez kir; Û çend kenalên ragîhandinî (yên ku piştgiriya rikberiyê dikin) navên kuştiyan aşkere kirin, û ew jî ev in: “Es’ed Barûdî yê bi Ebû Mihemed Ehrar/Heleb tê navdan û serkêşê giropê, Mihemed Elî Nehal/Taxa Qadî Esker – Heleb, Ibrahîm Mihemed Tehan/Bajaroka Rityan – Gundewarê Heleb a Bakur, Ebid El’xenî Isma’îl, Ekrem El’seyêd, Xelîl El’bêg ê bi Ebû Ûsame tê navdan”; Û di daxuyanek bi navê “Şoreşgerên Heleb/siwar Heleb” de (ya ku li 20.09.2023an. Z derketî) navên çar kuştiyên silef hat xuyakirin; Û tiştê tekez bûye jî ku ew çekdarin Islamî tundrew bûn, endamên Milîseyên “Ehrar El’şam û Eniya/El’cebhe El’şamiyê” bûn, û wan teqîner (ji bo bikaranîna wan di piroseyên taybet de) amede dikirin.

Bûye xû ku berpirsiyarên “Hemahengiya Niştîmanî ya Sûrî – Ixwanî” û “Hikomeya wê ya Demkî” wan binpêkirin û tewanên têvel (ên rojane di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê de têne kirin) red dikin, herweha jî li ser parastina milîseyan û serkêşên wan û lêsekirin û tîmarkirina wan kar dikin, û tewanine riswakirî vedigerînin karine tekane, di bin serpereştî û rêliberkirinên Istîxbaratên Turkiyê de.

24.09.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Mizgeft û maline ziyandîtî û koçberbûyî li Gundê “Bilîlko”, di encama topebarankirina Turkiyê de.

Êrişkeriya çekdarên Milîseyên “Feyleq El’şam” ji G. “Bilîlko” re, Reşmeha 2018an. Z.

Bargeha Serbazî ya Turkiyê û dahatgeha/niştegeha balfirên perwane/El’teyeran El’merwehî li nêzîk G. “Bilîlko”.

Pakrewan “Mihemed Henîf Hisên”.

“Ednan Bostan” (ê hatiye revandin) û şopên îşkencekirinê.

Kolandina derdora Girê “Bircebdalo” li Rezbera 2023an. Z.

“Mihemed Osman Şêx Mihemed” ê bi “Foksî” tê navdan.

Dizîna berê zeytûna, wêneyek ji perçevîdiyokê li 15.09.2023an. Z.

Pevçûnek û avêtina qurşînan li Bajaroka “Reco”, li 23.09.23an. Z.

Teqîna malekê li qatê dudiyê di avahiyeke de, li nêzîk Gergeha “Maratê” li Bajarê Efrînê, li 16.09.2023an. Z.

Pênc ji kuştiyên teqîna malekê li nêzîk Gergeha “Maratê” li Bajarê Efrînê, li 16.09.2023an. Z.

————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-261-24-09-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button