Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (251): Seredana Waliyê “Hetaye”, destdirêjiya cinsî ji keçeke negîhayî re û mirina yeke din darvekirî, geregoşiya hilgirtina çekan, şewatên daristanan, dizîn û vêrgî

Tekezîkirin ji rêvebirin û desteserkirina rastîn ya Turkiyê re -weke dewleteke dagîrker- li ser herêmê, Li 6.7.2023an. Z waliyê Wîlayeta/parêzgeha “Hetayê” ya Turkiyê “Mistefa Mesatlî” di gel du cîgirên xwe û rêvebirê ewlehiyetê û berpirsiyarê cendirman seredana Efrînê kir, û “li ser hejmarek dezgeh û pirojeyên jîndarane li herêmê geriya, di hevdîtinan de li ser bernama karên encûmena xwecihî û pirojeyên hene axivî û lêgerîna şêweyên pêşxistina kar kir… Û herweha ew li ahenga derçûna giropa yekê ya xwendekarên/qutabiyên Kolîca Perwerdekirinê/Zanîngeha Xazî Entab li Efrînê beşdar bû, û Komelgeha bazara keskahiyê ya nû/sûq elhal vekir” – li gor rûpela encûmenê.

“Seredana “Mistefa Mesatlî” waliyê wîlayeta Hetayê ya Turkiyê ji Efrînê re.”

Ev jî hin bûyerên ku li ser rewşên serwerkirî çêbûne ne:

= Destdirêjiya cinsî ji keçeke negîhayî re:

Li 30.6.2023an. Z, endamekî ji Milîseyên “Firqit El’hemze” (yî bi navê “Mihemed Wehîd Cim’e” û ji Bajaroka “Tiqadê” – Gundewarê Helbê yê Rojava) û digel du endamên din li Gundê “Coqê” keçika negîhayî “H.M.M /13/sal” bi fen bi ser xwe ve anîn, revandin cihekî li derveyî gund, û dijayetiya wê kirin û bi zorê cins vê re kirin, paşê jî di rewşeke xerab de li mal vegerandin, û ev yeka çêbû piştî ku bi behaneya alîkariya dê û bavê wê (yên xwedî pêdiviyên taybet) diçû-dihat malê; Û piştî tewan aşkere bû û hat cersandin, tewankar “Cim’e” reviya û xwe li cem merivên xwe yên ji Milîseyên “Nûr El’dîn Zenkî” li Bajarê Cindirêsê parast, lê herdu endamên din ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve hatin girtin, û merivên keçikê ji tirsa êrişkirin û dijîkirina çekdaran re -bi rengekî din- newêrin dozê bişopînin, û dibe keçikê û dê û bavên wê bo derveyî herêmê bidin barkirin.

“”Mihemed Wehîd Cim’e” yê ku destdirêjiya cinsî ji keçeke negîhayî re li G. “Coqê” kiriye.”

= Mirina negîhayekê bi darvekirinê:

Li êvara 2.7.2023an. Z, keçika negîhayî “Hisne Behcet Mihyedîn Nefî’i Mûrad Hesen /14/sal” ji xelkê Gundê “Gewrika” – Navça Cindirêsê bi darvekirinê jiyana xwe ji dest da, di mala bavê de li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, û di mercên ne zelal û bi gûman de.

“Dilovanbera negîhayî “Hisne Behcet Hesen”.”

= Mirina negîhayekî:

Nûçen hatin belavkirin, bi mirina negîhayekî bi navê “Selah Besam El’hewaş /12/sal” ji anîndeyên Gundewarê Şamê, li dawiya Şeva Şemiyê 1.7.2023an. Z, piştî ketina wî ji avahiyeke taqî ve li Taxa Eşrefiyê – B. Efrînê, di mercên ne zelal de.

“Dilovanberê negîhayî “Selah El’hewaş”.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatê Dagîrkeriyê ev girtin:

Li 29.5.2023an. Z, Hemwelatî “Elî Hebîb Hemo /45/sal” ji xelkê Gundê “Ebûdanê” – Navça Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, û ji Hepsa “Qitmê” bo Hepsa “Maratê” ya navendî hate guhestin, piştî ku çekdarina ji Milîseyên “Artêşa/ceyş El’nuxbe” tuhmetin çêkirî li dijê hûnandin.

Ji dora du heyvan ve Hemwelatî “Ibrahîm Mistefa kurê Cemêl” ji xelkê Gundê “Coqê” – B. Efrînê, piştî vegera wî tevî malbatê ji aliyê penaberiyê û lêvegera wî li aliyên ewlekariyê ji bo “dûzankirina rewşa xwe ya yasayî û rêvebiriniyê”, û bîst rojan bendkirî ma.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 25.6.2023an. Z, bombeyeke teqîner bi makîna “Zekeriye Ebid El’rehman El’casêm”  -endamekî Milîseyên “Firqit El’hemze”- li Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê teqiya, di encamê de bi kûranî birîndar bû, û bi wê de li 30.6.2023an. Z mir; Û ew ji xelkê Gundê “Ênhecerê” – pêkhateya Ereb e.

“Teqandina makîna “Zekeriye Ebid El’rehman El’casêm” yê çekdar.”

Li 3.7.2023an. Z, piştî ku du xortên pismam ji Êla “El’mewalî” (yên li çadirgeha “Şe’ibo” ya nêzîk Bajaroka “Celemê” – Navça Cindirêsê rûniştî) hevaltiya sê endamên Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” kirin, ji bo revandina wan bi qaçaxî bo Turkiyê bi mebesta koçberbûnê li gor lihevkirineke pêşinde, ji aliyê wê giropê ve bi aliyê cihekî nêzîk Bajarê Cindirêsê ve hatin revandin, li wan hate xistin û ji wan tibabeke diravî zêdetirî yê li ser hatiye lihevkirin hate xwestin, û piştî erênekirina herdu xortan, bi qurşînê avêtin yekî ji wan û li yê din xistin, û herdu avêtin nêzîk kevana derbasgeha Cindirêsê, û ji ber wê ew bo nexweşxanê hatin rêkirin, û di encamê de “El’mewalî” ketin seferbîriyê.

Yek ji yên dijayetiya wan hatiye kirin û brîndar “Mihemed” di perçevîdiyoke belavkirî de dibêje, ku “Ebû Mus’eb” û “Ebû Mucahêd” û kesekî din ew guhestin axireke qumriya li Çadirgeha “Axcelê” – nêzîk Cindirêsê, ew bi girêdana bi rijîmê re gunehbar kirin, û ji her yekî du hezar Dolar Emrîkî xwestin.

Li Roja Înê -Nîvro- 7.7.2023an. Z, li Gundê “Qirigolê” – Navça Bilbilê (yê ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad û Firqit El’hemzat” desteser dikin), çekdarekî qurşîn avête xortê Kurd “Cîhad Cabo kurê Mihemed /24/sal” di mala wî de ya li dor gund, piştî ku xort gef kir û jê xwest ku mala xwe (ya ku li gel dê û birayên xwe tê de rûdine) vala bike, û ji ber wê jî bo nexwaşxaneke Bajarê Ezazê ji bo dermankirinê hate rêkirin.

“Ciwanê birîndar “Cîhad Cabo kurê Mihemed”.”

Divê bête zanîn jî ku apê/amê xortê çêra wî tê kirin Hemwelatî “Nûrî Ibrahîm Cabo /48/sal” jî ji destpêka Avrêla 2018an. Z ve hatiye girtin û zorane hatiye veşartin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Li êvara 6.7.2023an. Z, li Bajarê Cindirêsê, di encama geregoşiya hilgirtina çekan ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û anîndeyan jî ve, û bi karanîna wan bi rengekî tewşankî, çekdarê bi navê “Reşîd El’hebaş/Ebû Ûdey” (yê ji Bajaroka “Xeşam” – Gundewarê Rojhilatê Dêrezorê) bi qurşîna çeka kurê xwe (yê ku li dema avêtinê di dewatekê de nikanî kintirol bikira) hate kuştin, û weha jî du birayên wî birîndar bûn.

Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat”  daxwazên malbatên xelkê Bajaroka Mabeta yên ji bo vegerandina malên xwe kirin fersend, da ku hesabên xwe bi bermayên Milîseyên “Ehrar El’şam” re sade bikin, û dora /50/malbatî ji anîndeyên Parêzgeha “Hemê” (yên berê bi ser Milîseyên “Ehrar El’şam” ve azar kirin, ku ta Roja “Sekna” Cejna “Qurbanê” 27.6.2023an. Z, mal û dîkanên dest danîne ser vala bikin û ji bajarokê derkevin, da ku ew û yên jê ve nêzîk dest dînin ser wan malmewdanan.

Lê gizgizî û nevehesiya rewşê di navêna “El’emşat” û wan giropand de, hîşt ku Istîxbaratên Turkiyê destêwerdanê bikin û rewşê li dûzan bixin, û ew malbat/girop bê rakirina çekan an wek leşker, yanê wek sivîl li bajarokê bimînin, û bi sebaretî vê yekê di navêna (nûnerên ji giropên “Ebû Silêman El’hemwî” û “El’firqe/El’emşat”) de girêbesteke li hevkirinê hate îmzekirin û li ser rûpelên hevgîhandina civakî hate belavkirin, û da ku Malbatên Kurd jî  ji wergirtina maf û vegerandina malmewdanên xwe werin bêparkirin.

“Girêbesta lihevkirinê di navêna (nûnerin ji ber giropên “Ebû Silêman El’hemwî” ve, û “El’firqe/El’emşat”) de.”

= Şewatên daristanan:

Artaq hatiye naskirin ku piraniya şewatên digihêjin daristan û îhracan li Efrînê, mebestbûn di vêxistina wan de heye, yan ku ji bo peçnandina li ser qutkirinên berê ji piraniya darên wan re yan jî dûzkirin ji qutkirinine nû re, bi ser de jî nexemxwarî û kombûna bermayên êzingên hişk yên berencama qutkirina fere di nav daristanan de; Û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên/tîmên wê ev agir vemirandine:

Li şev û roja 2.7.2023an. Z, li herêmeke îhracê li dor Gundê “El’şet” – Rojavayê Bajarê Ezazê (yê ku dikeve çarçewa sînorên rêvebiriya Herêma Efrînê), û ji wêneyan qutkirina berê ji daran re xuya dibe.

“Şewatek li herêmeke Îhracê li Gundê “El’şet” – Rojavayê Bajarê Ezazê.”

Li 3.7.2023an. Z, li hirşê ser kenara Gola “Meydankê”.

Li 4.7.2023an. Z, li hirşê Girava/orta Gola “Meydankê”.

“Şewatin li daristanên Benda “Meydankê”.”

= Binpêkirinine din:

Bi riya nivîsgeheke Milîseyên “Ehrar El’şam” li Herêma Pêşesaziyê li Bajarê Efrînê, “Desteya Tehrîr El’şam” vêrgiyeke mehane dora /100/ Pereyên Turk li ser her dîkanekê (yên ku hejmara wan dighêje dora/800/î) ferz dike, yanê dora/80/hezar perên Turk.

Di navboriya herdu heftên dawiyê de, Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û yên jê ve nêzîk piraniya werzên/mûsimên “Simaqê” li Bajaroka Meydankê û Bilbilê û gundên wan dizîn, bi ser ku hîn dema çinîna simaqê nehatiye.

Li 28.6.2023an. Z, berbanga roja yekê ya Cejna Qurbanê, li Gundê “Dargirê” – Mabeta (yê ku Milîseyên “Firqit El’hemzat” desteser dike), çekdarekî hin şênber ji dîkana xwarinvexwarin û pêdiviyên malan a Hemwelatî “Nîdal Qadêr” ji xelkê heman gundî dizîn, yanê derdora /300/Dolar Emrîkî.

Li Gundê “Coqê” – B. Efrînê (yê ku Milîseyên “Firqit El’hemzat” desteser dike), çekdarekî ku ji bêtirî pênc salan ve dest daniye ser malekê û tevî tiştmiştên tê de razî nebû vala bike, û radestî xwediyê wê Hemwelatî “Îbrahîm Mistefa kurê Cemêl” bike, ewê ku ji dora du heyvan ve ji ciyê penaberiyê -tevî malbata xwe- vegeriye gund, û neçar bûye ku di mala merivekî xwe de rûnê, û merivên wî hin raxistok û pêdiviyên gerek jî jê re pêşkêş kirin.

Di rewşa geregoşî û serberdayetiya serwerkirî de, tewan bi hemî rengên xwe yên têvel geş dibe, nemaze rûdanên destdirêjkirina cinsî û dijayetiya li ser jinan, çimkî çekdar ji aliyê serkêşên xwe û Destlayên Dagîrkeriyê ve têne parastin, û ji lêpirsînê û sezakirinê têne filtandin.

09.07.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Seredana “Mistefa Mesatlî” waliyê wîlayeta Hetayê ya Turkiyê ji Efrînê re.

“Mihemed Wehîd Cim’e” yê ku destdirêjiya cinsî ji keçeke negîhayî re li G. “Coqê” kiriye.

Dilovanbera negîhayî “Hisne Behcet Hesen”.

Dilovanberê negîhayî “Selah El’hewaş”.

Teqandina makîna “Zekeriye Ebid El’rehman El’casêm” yê çekdar.

Ciwanê birîndar “Cîhad Cabo kurê Mihemed”.

Girêbesta lihevkirinê di navêna (nûnerin ji ber giropên “Ebû Silêman El’hemwî” ve, û “El’firqe/El’emşat”) de.

Şewatek li herêmeke Îhracê li Gundê “El’şet” – Rojavayê Bajarê Ezazê.

Şewatin li daristanên Benda “Meydankê”.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-251-09-07-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button