Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (247): Dizîna kevneşopan ji girên “Êndîbê, Xelê, Qestelê Miqdêd, Mersawa, Qîbarê, Çêlxanê, Be’idîna”, girtinine bêsûcane, agirpêketina darên zeytûnê

Ji ber ku cîgehên kevneşopî yên dîrokî ji malmewdanên çandî yên gel in û ji kevnetora çandî ya mirovane ne, divê bêne parastin û rêzgirtin û xweqedexekirin ji her karekî dijberîkirinê û kiryarên tolhildane li dijî wan; Lê armanckirina wan li Herêma Efrînê -hin jê li ba Yûnisko tomarkirî ne jî- ji dema dagîrkirina wê ve li sala 2018an. Z bi topebarankirinê û rêşkirinê û kolandin û dizîna kinzên wan, bi awakî rêkûpêkirî û fere, û weke berevajîkirineke bi robet ji “Hevpeymana Lahay/1954/ ya ji bo parastina malmewdanên çandî di hevrikiyeke çekdarane de” û protokola wê ya diwem re, bi ser peydabûna nîşan û belgeyan de…Van dijberîkirin û binpêkirinan tu pûtûpêdan û şopandin ji aliyê rêkxirawa Yekgirtina Netewan a perwerdê û zanistên çandî “Yûnisko” ve nedîtin, û ne jî lêkolînkirin ji aliyê “Komîta Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyê“ve.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dizîna kevneşopan:

Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” piroseyên kolandin û lêgerînê li kevneşop û kinzên binerd ji bo dizîna wan berdewam dike, û bi beramberkirina di navbera du wêneyên “Gogêl Êrs” ên di du dîrokan de, piroseyên rêşkirin û kolandinê bi aletên giran û asta ziyanên gihîştine malmewdanên çandiniyê li dor cîgehên armanckirî açiq diyar dibin, jê:

li navêna (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), li ser rûbereke /1.3/hiktarî ji Girê “Êndîbê” û li Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê bi/5/KM dûr, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.

“Girê “Êndîbê” (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogel Êrs.”

Li navêna (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), li ser rûbereke /0.35/hiktarî ji Girê “Xelê” ji Bakurê Bajarê Efrînê bi /3/KM dûr, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.

“Girê “Xelê” (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogêl Êrs.”

Li navêna (23.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), li ser rûbereke dora /1/hiktar erd ji Girê “Qestelê Miqdêd” – Navça Bilbilê û rex wê, bi /35/KM Bakurê Bajarê Efeînê, digel hilkirina derdora /150/darî zeytûnê û derdora /300/mêwî yên tirî yên zaroyên Dilovanber “Me’imê Kurdê/Malbata Miqdêd”, ji bilî qutkirin û hilkirina bi sedan darên zeytûnê yên hevcîwar, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemzat” ve.

“Girê “Qestelê Miqdêd” – N. Bilbilê (23.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.”

Li navêna (28.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), li ser rûbereke /0.35/hiktarî ji girê Gundê “Mersawa” – Navça Şera û derdorê, û bi /35/KM ji Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê dûr, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.

“Girê Gundê “Mersawa” – N. Şera (28.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.”

Li navêna (24.2.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), li ser rûbereke /3.34/hiktar erd ji Girê “Qîbarê” û bi /5/KM ji Bakur Rojhilatê Bajarê Efrînê dûr, ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm”ve, dîsa ji çar heyvan ve bi bagirê kolandin bû.

“Girê “Qîbarê” (24.2.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogêl Êrs.”

Li navêna (28.9.2019. Z, 20.3.2022. Z), li dor Zaretgeha “Çêlxanê” ya Êzdî li Başûrê Gundê “Qîbarê” û bi /4/KM Rojhilatê Bajarê Efrînê, bi ser ve jî hilkirina kevirên avahiyan ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm” ve.

“Zaretgeha “Çêlxanê” (28.9.2019. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.”

Herweha jî Milîseyên “Lîwa’i 112” li vê dawiyê û li dirêjahiya heftakê nav zeviyên zeytûna yên “Hisên Hebeş Umer, Arêf Hemîd Fatkê, Mistefa Elkeloko, herdu dilovanberan Sibhî û Elî Xelîl Hisên” li Cîgeha “Se’irînca Mêremê” li derbasgeha Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco bi bildozerê kolandin.

“Cîgeha “Bîra Mêremê” li derbasgeha Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco, Gogêl Êrs.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

Li 2.5.2023an. Z, temenmezin “Hesen Dolîko /67/sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – Navça Reco (yê li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê rûniştî), piştî vegera wî ji Bajarê Helebê -ciyê penaberiyê- û beşdariya wî li encûmena xwecihî ji bo derxistina nasnama kesayetiyê, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û piştî ferzkirina sezayeke diravî li ser ew li 15.5.2023an. Z berda.

Ji derdora sê heftan ve, hemwelatî “Mifîde Qesab Nasiro /17/sal, Hemo Mihemed Nasiro /23/sal, Ehmed Mihemed Elî /28/sal” ji xelkê Gundê “Bircqasê” – Çiyayê Lêlûn û keçik “Emîne /45/sal” ji Gundê “Başemrê” yê hevcîwar, piştî hewildana wan bo derbasbûna Turkiyê bi mebesta koçberiyê, ji aliyê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê ve, û tûşî işkencekirinê bûn û ta niha li ba Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” li Bajaroka Reco bêsûcane bendkirî ne; Were zanîn jî ku ew ji herdu gundên xwe (yên di bin desteserkirina “Artêşa Sûriyê” de) di riya Heleb û Minbicê re derbasî Efrînê bûn.

Li 22.5.2023an. Z, hemwelatî “Selah Xelîl Mûskola /51/sal” û “Midewer Mistefa Mihemed /53/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N.Reco, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û li roja din ê dudiyê hate berdan piştî ferzkirina sezayeke diravî /3/ hezar perê Turk li ser, û yê yekê jî ta niha bêsûcane bendkirî ye; Û hin din jî daxwazkirî ne.

Li 23.5.2023an. Z, hemwelatî “Newal Xelîl Hac Henan /22/sal, Mehmûd Ebid El’rehman Dawod /45/sal, Ebdela Mistefa Hac Henan /45/sal, Elîf Mihemed Resûlo /20/sal” ji xelkê Gundê “Keferdelê Jêrin” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne.

= Binpêkirinine din:

Li Şeva Çarşemê 24.5.2023an. Z, di encama avêtina qurşîn û guleyan di navêna Milîseyêna “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û “Artêşa Sûriyê” de li navbera herdu gundên “Kîmarê” û “Soxanekê” – Çiyayê Lêlûn, agir bi zeviyên zeytûna yên di navbera herdu gundan de ket û di encamê de bi hezaran dar hatin şewtandin, jê yên “Miqdad Henan, Cimo Kalo, Remzî Elkê, Bedrî Wezîro, Nûrî Wezîro, Hemîd Wezîro, Bekir Menan” in ji xelkê G. “Kîmarê”, ji ber ku çawîrçîmenê hişk erd standibû, bi sedema tunebûna xizmet li dirêjahiya pênc salan ji dagîrkeriyê; Herweha di encama avêtina qurşîn û guleyan de, Hemwelatî “Xelîl Ebid El’rehman Hisên/40/sal” ji xelkê G. “Kîmarê” -li dema ajotina wî ji  tirektora xwe ya çandiniyê re- bi perçeguleyekê di linagan de birîndar bû, û ziyan bi piçekî gihîşte sê malan. Û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” jî bendên axî di navêna herdu gundên “Beradê û Kîmarê” de ava kirin.

Milîseyên “Lîwa’I /112/” colban û nîsk di nav zeviyên zeytûna yên desteserkirî de (yên koçberên zorane”Reşîd Şe’iban/90/dar, Mihemed Ehmed Şe’iban/100/, zaroyên Dilovanber Elî Reşîd Elî/160/, zaroyên Dilovanber Mûrad Elî Mistê/60/, zaroyên Dilovanber Menan Hacî/150/, zaroyên Dilovanber Mihemed Hemqaflo/100/, Hisên Mûrad Hebeş/100/, Ebid El’letîf Hebeş/100/, Arêf Elî Mistê/80/, Ebdîn Kekec/140/, zaroyên Dilovanber Mihemed Xelîl Elî Şaşo/120/, Ebdîn Mistefa Ehmed/100/, Arêf Ehmed Eto/60/, Mistefa Xelîl Şe’iban/140/” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco) çandin, bê ku ziyana ku ji ber wê digihêje wan zeviyan xema wan be.

Ji ber ku Turkiyê dewleteke dagîrker e, vêca li gor yasaya navdewletî ew di ber tevahiya dijberîkirinên fere û bi robet ên ku gihîştine malmewdanên çandî li Efrînê de berpirsiyar e, bi taybetî cîgehên kevneşopî; Û jê dihat xwestin ku wan ji desteserkirin û talanê biparêze, û her tarûmarkirinekê yan dizînekê yan jî berbatkirinekê jê re qedexe bike; Û divabû ew bi biryara Encûmena Ewlekar nimre/2199/- sal 2015. Z (a ku roxandina kevnetora çandî şermezar dike û weha jî dozkirina avêtina pêngavine zagonî ji bo qedexekirina bazirganiya nerewa bi perçeyên kevneşopî û malmewdanên çandî yên ji Îraqê û Sûriyê tên) pêgir û pabend be, û herweha jî bi biryara Encûmenê nimre /2347/ – sal 2017. Z (ya ku roxandina kevnetora çandî û kampaniyên rêbazkirî ya lêgerîna neyasayî li malmewdanên çandî şermezar dike, û wê weke tewaneke şer dijmêre).

28.05.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Girê “Êndîbê” (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogel Êrs.

Girê “Xelê” (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogêl Êrs.

Girê “Qestelê Miqdêd” – N. Bilbilê (23.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.

Girê Gundê “Mersawa” – N. Şera (28.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.

Girê “Qîbarê” (24.2.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogêl Êrs.

Zaretgeha “Çêlxanê” (28.9.2019. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.

Cîgeha “Bîra Mêremê” li derbasgeha Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco, Gogêl Êrs.

———————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-247-28-05-2023 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button