Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (246): Gundê “Um Toba” ya niştecîkirinê, girtinine bêsûcane û şewtandina daristanan, dijberîkirinin li ser temenmezinina

Serokê Turkiyê Erdoxan û wezîrên wî ji nû ve di gotarên xwe de li ser armanca xwe ya bingehîn û mercê xwe yê neguhêz di rewaşa Sûriyê de “şerê terorê li Bakurê Sûriyê” (yanê şerê hebûna Kurdan û maf û rola wan) tekez dikin, herweha li ser girêdana Heleb bi “Mîsaqa wan a Niştîmanî ya Milî” ve (yanê Osmaniyeke ferekirinê ye nû), û weha jî li ser amedekirina pirojeyên “niştecîbûnê” li “Herêma Aram” -a derewîn- ji bo vegerandina milyonek penaberên Sûrî ji Turkiyê (yanê barkirineke zorane ji wan re, pêkanîna guhertineke demografî li seranserî Sûriyê, û kûrkirin û ferekirina wê li Herêmên Kurdî yên dagîrkirî bi taybetî); Bê ku kêşeyeke wan bi rêxistinên terorîst radîkal û yên nandoz (mîna El’nesre û yên  bilî wê) re hebe û yan jî di lihevhatina bi Rijîma Sûriyê re.

Ev jî hin bûyerên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Gundê “Um Toba” yê niştecîkirinê yê nimûneyî:

Weke hewildan ji kûrkirina guhertineke demografî ye demdirêj li Efrînê, Turkiya dagîrker bi riya destikên xwe di bin navine “fîxanî û xêrxwaziyê” de avakirina gundine niştecîkirinê yen nimûneyî li herêmê berdewam dike, ji bo bicîkirina anîndeyan û malmilkirina wan; Bi ser Gundê “Besme” de (yê ku li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa li gel “dibistanekê û gulîstaneke zarokan û mizgeftekê û navndeke tenduristiyê û binevahiyan hatiye avakirin”, bi  xêzedîtinê “/30/ K.M Bakur Rojavayê Heleb, /15/K.M Başûrê Bajarê Efrînê û /18/K.M jî ji Sînorê Turkiyê” ve dûr, li ser erdekî rûbera xwe /10/ hezar mitir çarkoşe û yî Hemwelatî “Ziyad Hebîb” ê ku neçar bûbû bifroşe, li ser du astan hatiye vekirin “a yekê bi /96/ perçemalan/şiqe li 4.10.2021an. Z û ya dudiyê jî bi /125/ perçemalan li 22.3.2022an. Z, û rûbera her perçemalekê jî /45/M çarkoşe); Gundê “Um Toba” (navê Bajaroka “Um Toba”/Parêzgeha El’qudis ê ku xelkê wê pere dane) li Başûrê “Besme” hate avakirin, li 8.5.2023an. Z hate vekirin, û ji /60/perçemalî pêk tê; Da ku tevahiya hejmara nişteciyên herdu gundan bigihêje dora /281 malbatî = 1700 nişteyî/.

Divê were zanîn jî ku herdu gund ji aliyê “Komela Destên Sipî – Turkiyê” ve û bi pereyên “Komela Jiyankirina Birûmet/El’eyş Bîkeramê – Felestîn/48/” (a ku hesabekî xwe li ba Benka “Hapo’alîm” a Isra’îlî ji bo komkirina alîkariyan vekiriye) hatin girtin.

“Herdu Gundên “Besme” û “Um Toba” yên niştecîkirinê, Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa, Efrîn Gulana 2023an. Z.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê li 10.5.2023an. Z Hemwelatî “Nezmî Mihemed Hesen /52/ sal ji xelkê Gundê Coqê” û “Mes’ûd Hesen Mendo /45/sal ji xelkê Gundê Zivingê – Navça Bilbilê” (yên li Bajarê Efrînê yê kevin rûdinin) bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û ta niha bêsûcane girtî ne, û divê Were zanîn jî ku “Nezmî” berê jî li sala 2018an. Z hatibû girtin û “Mes’ûd” jî bêtirî carekê li sala 2019an. Z.

Û li 16.5.2023an. Z jî Hemwelatî “Heyder Hisên Bekir” jî ji xelkê Gundê “Hecxelîl” – Navça Reco bi behaneya ku wî wêne li kolanê girtine (girtina perçevîdiyûkê ji firoşgeha xwe ya pêlavan re), û “Asayêşa Leşkerî li Reco” di heman rojê de jî berda.

= Şewatên daristanan:

Bi ser berdewambûna heyama Buharê ya sargermî de, dîsa jî agir daristanên mayîn dadiqultînin, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên/tîmên wê şewatên vêketine vemirandin:

– Li 13-14. 5.2023an. Z, daristana Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê.

– Li 15.5 2023an. Z, daristana Gundê “Hecbilêl” – Navça Şiyê.

– Li 17.5.2023an. Z, hirşê Bajaroka “Kefersefrê” – N. Cindirêsê.

Û herweha jî got ku agir bi sedema şax û çawîrên hişk (bermayên qutkirina fere ji daristanên ihracê re ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û bazirganiyê) gelekî fere dibin.

Û pêşinde nêrîn ew e ku agir mebestkirî ne, da ku li ser dijberîkirinên xwe bipeçinin yan jî derfetin nû ji qutkirinê re vekin, ji ber ferebûna wan dijberîkirinan û nizimbûna kanînên kokirina şewatan li ba dezgeh û destlatên xwecihî.

“Şewatek li Daristana “Hecbilêl” – N.Şiyê, Efrîn 15.5.2023an. Z.”

= Binpêkirinine din:

Li 16.5.2023an. Z, du çekdarên serçavgirtî -li matoreke duloqî nîştine- Hemwelatî “Elî Hisên Hesen /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Mabeta” – bi fêlbaziya jêpirsîna wî li ser “Meydankê”, li cîgeheke berî erdê bêdera li ser riya ku dere bajarokê – sekinandin û hewil dan ku matora wî jê bistînin, lê bi sedema berevaniya wî bi ser neketin, vêca qurşîn avêtin lingê wî û reviyan.

Ji dora heyvekê ve, û dema ku temenmezin “Mistefa Bîlal/Malbata Bilko” ji xelkê Gundê “Gewenda – Meydana” – Navça Reco gihîşte nav rezê xwe yê tirî (yê li ser riya Gundê “Şingêlê” yê hevcîwar, û yê ji aliyê milîseyên “Feyleq El’şam” ve desteserkirî) – weke hewildan ji bo vegerandina zeviyê xwe – du çekdaran mekin lêxistin, ji ber wê jî derizî û birîndar bû, û ji bo dermankirinê bo nexweşxanê hate şandin; Û ta niha gilî û daxwaza wî li ba Destlatên Dagîrkeriyê di derskirinê de ne.

Berdewakirina cîbicîkirina pirojeyên niştecîkirinê li Efrînê ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê û destikên wê ve, destêwerdanek bi robet û qebhete di rewşa Sûriyê de, metirsiyekê li ser pêşeroja Sûriyê û gelê wê çêdike, û tersî yasa û belgenameyên navdewletî ye.

21.05.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Herdu Gundên “Besme” û “Um Toba” yên niştecîkirinê, Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa, Efrîn Gulana 2023an. Z.

Şewatek li Daristana “Hecbilêl” – N.Şiyê, Efrîn 15.5.2023an. Z.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-246-21-05-2023– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button