Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Erdheja Kehreman Mereşê… Bobelata herî bi êş û jan!

Newroz*

Berbanga roja Duşembê 6-ê Subata 2023-yan, di wê dema ku xelkên Rojavayê Turkiyê û bakurê Sûriyê di xewa şêrîn de bûn, erdhejeke malwêran bi pileya 7.8 li gora pîvana Rixterê, li Turkiyê û Sûriyê, bi xurtî avahî hejandin, herifandin, bi dehên hezaran mirov di bin kavilan de mirin, bi hezaran mirovan jî, di bin kavilên avahiyên herifî de, bi girî, qêrîn û nale-nal, hawar û gazî dikirin da ku hin kes bi hawara wan ve herin, û berî mirinê wan ji bin kavilan derêxin. Lê sed mixabin ku gelekan ji wan kesan nema ronahî dîtin, û di bin wan kavilan de mirin û derfeta jiyanê bi dest wan neket!

Li gora amarên fermî yên Turkî û Sûriyê, bêtir ji 51000 mirovî jiyana xwe ji dest dane û 120 hezar mirov jî birîndar bûne, 11 bajar li Turkiyê taromar bûne û dora 214 hezar avahî ketine.

Li Cindêrisa xopan û birîndar, digel êşa giran a xelkên wê yên Kurd, tu alî bi hawara wan ve nehatin! Çeteyên girêdayî dewleta Turkiyê ya dagirker ku li deverê desthilatdar in, bi fermanên ji dewleta Turkiyê, xwe ji bihîstina nalîna birîndaran û hawara kesên jêr kavilan ker kirin û ji dîtina rewşa wan kor kirin, ta radeya di kolana tirban de, ji bo veşartina qurbaniyan, alîkarî bi wan re nehat kirin! Ne tenê wilo, wan çeteyan dest bi diziya mal û mewdanên wan kirin!

Dema Kurdan çadir xwestin da ku, nêzîkî malên xwe yên wêran, digel zaroyên xwe di bin wan de bihêwirin, bijîn, wan xwesteka Kurdan red kir û ji wan xwestin ku ew herin navend û kampên çêkirî cîwar bibin, da ku projeya guhertina dêmografiya deverê biserî bibe. Lê nişteciyên Cindirêsê armanca wan nas dikirin, lewre, wan kavilên xwe, cihên jidayikbûn û bîranînên xwe bernedan, digel dijwariya heyama sir û seqemê jî, ew li ser kavilên xwe, li derdora zeviyên xwe man û nehiştin ku plana wan a nemirovane here serî!

Cihê hemû qurbaniyên erdhejê bihuşt be, saxlemî ji birîndaran re, bi hêviya ku gelên cîhanê tu xişm û bêtarên dilêş mîna ya 6-Sibatê nebînin!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button