Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Çima û ji çi re evqas şer û ceng?!

Melek Murad*

Gelek pirs xwe di serê mirov de hildidin, ma gelo kî nizane ku goga me ya zemînê çiqas fereh û mezin û zengîn e. Bêgûman ew têra tevan dike, ew hemû cureyên miletan bê cudahî dipejirîne. Çiqas mixabin, ku mirov nikarin li ser wê hevdû bipejirînin !!… Tim û herdem ew çand û kultura çavsorî, rikiberî, ezezî, çi li vir û çi li wir, belav dikin!

Wisan jî, energiyeke neyênî di hundir mirov de cîh digire, bi taybet di hevdema me ya îro de, jî wê cihekî ne hindik girtiye, û akamên xwe yên têvel li hawîrdoran diweşîne. Loman merov carinan dibîne ku, şer û cengên giran li deverekê bêtir, li navbera du rikberan lidarxistine, û di encamê de bi hezaran mirov bûne qurban.

Weke mînak: Di şerê cîhanê yê yekemîn de, bi qaserî -30- milyon kes bûne qurban ji bilî kesên seqet, digel kavil û wêrankirina avahiyan serûber!  Piş tre, dewletên mezin û xwedî hêz dirûşmên aşîtiyê hildane û wan pêwîst dîtine ku   şer raweste, aştî û hêmenî li seranserî cîhanê pêk were. Zor mixabin, wê heyama aştî û agirbestan pir dirêj nedikir.

Piştî -21- salan careke dî berê cîhanê çawa dîsan didine şerekî giran, şerê cîhanê yê dudiyê pêdikeve. Wisan jî, li encamê di wî şerî de -75- milyon kes dibine qurban! Careke din ew dewletên mezin mîna Emrîka, Rûsiya, Berîtanya û Firansa lêborînê ji hevdû dixwazin û aşîtiyê pêkitînin. Herweha şêweyeke nûh bi holê dikeve (rêjîma cîhanî ya hevdemî), lê çiqas pir mixabin ku ew heyama aştî û lihevkirinê, wê jî dîsan, wek dixuye pir dirêj nedikir û cî nedigirt. Disan jî goga me ya zemînê weke li van rojan ji tevan ve baş bêlî dibe ku, hêmenî û hepîvan ji cihekî pirtir û nemaze li rojhilata navîn, û li ev çend salên dawî rûdawên şer û cengan hewiş vedane û berdewam in.

Rikberî di navbera dewletan de zêde û gur dibe. Rêjîma cîhanî ya nuh li tehlûkê dikeve, şerê Ukraine jî wê dixe ber dolabê. Lewre jî, pir dewlet bûne deverên terorê, kavil û wêran bûne, wek nimûne: Afganistan, Lîbiya, Yemen, Êraq, Sûriyê û li vê dawiyê Ukraine jî hilma wê dighe her derê!!

Pirsa girîng û bingehîn ew e ku, ma gelo sedemên evqas şer û dijîtiyan li dijî van nakokberan çine? Li gora bîr û baweriya me be: Sedema herî sereke ew e ku, siyasetmedar û sergermên cîhanê, dema ku berjewendiyên xwe dane û didin pêş her tuştî, wê di ser rêzigrtin, wekihevî, rûmeta mirovan, hêmenî, aştî û azadiyê re digirin, wan bê şerm û fedî didine û dane ser şopa berjewendiyên xwe! Bi vî awayî, hin milet pişaftine û hin dî jî, bindest, xizan û bêçare hêştine.

Li raberî vê yekê pir dewletên dîktetor, faşî û nijadperest li dever û welatên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn serî rakirine, ew carinan li hêla Nato xwe dibînin û carinan jî xwe bi ser Rusiyan ve dijmêrin, û carin dî jî berve Çînê dipekin! Li encamê, ew mafên mirovan tenê weke dirûşm li gora berjewendiyên xwe hildidin. Mixabin bi vî rengî wan rûmet û hestên xwe yên mirovatî winda kirine û pêl yasayên navnetewî kirine! Loman jî, goga zemînê wek ji tevan ve baş xuya ye diheje û diçelqe, bi ser evqas derd û pirsgirêkên curbecur de jî, li 6 ê sibata 2023-yan li ber destê sibehê, Erdhejeke mezin û bêhempa li herêm û bajarên Turkiyê wek: Meraşê, Hetayê, Amed, Entab û h.w.d û yên Sûriyê jî li pir dever û bajaran wek herêma Efrîna birîndar û dagirkirî, li pir gund û bajarokên wê wek: Cidirêsê, Reco, Şiyê Xalita û ta Heleb, Latiqyê h.w.d, ji wan deverên jorîn ziyana herî balkêş û mezin li bajarokê Cindirêsê bû.

Ew pir bi jan û êş bû, li encamê bi hezaran avahî hilweşîn û bi sedan jî, xelkê jiyana xwe ji dest dan, û hîn jî goga zemînê tebat nedîtiye, pir erdhej û rengvedanên wê li rê ne! Ligel ku Sûriya me ya şêrîn, vaye -12- sal in bûye devera teror, bivetî û nakokiyên mezin tê de serî hildane, û nemaze li herêma Efrînê ya dagîrkirî ji hêla rêjîma Turkiyê digel çeteyên wê yên Opozisiyona Sûriyê ya islamî – radîkal ve, wan bi her reng û awî zor û setemên xwe bi serê mirov, zevî, çem, kanî û daristanan pêkanîne û hêjî tê de berdewa min!

Erê xwendevanê gotara me, ma tu çi dibêjî? Erdhej û rengvedanan, bandaf û lehiyên ku li piştî evqas şer û cengan were çine? Rikberî û zikreşiya bi me Kurdan re têye berdewamkirin, herêmên me talan û dagîr dibin çiye? Kî û çi dikare ji van zikreşî, rikberî û çavsoriyan bipejirîne û çima erdhej wê çênebine? Ma gelo, ev goga zemînê ya nazdar dikare ji vê yekê re bêje erê? Dawiya evqas şer û ceng, zor, stamkarî, dizî û talankirinê ji erdhejiyê bêtir wê çi be?!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button