Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Çima Mirina bi saxî heye?!

Nazdar Hesen*

Pir caran, dema mirov di rewşên dijwar û kambax re derbas dibe, an dema li pey hev derd, bela û bobelatên giran li ser serê wî dicivin û tûşî cûreyên êş, zor û zordariyê dibe, Cîhan li ber çavên wî reş dibe, jiyana wî tev tarî dibe, deriyên hêviyê li ba wî tên girtin û digihêje baweriya ku, ewê qet ji van rewşan sax û saxlem dernekeve! Mixabin ev jî rastiyek e, dibe ku mirov ji xişim û belayên hatine serê wî bi laş û canekî sax derkeve, lê bêgûman bandûra tiştên tê re derbas bûyî wê gelek bin, û ji ber ku tu carî tiştên şikestî wek xwe berê nazivirin, û qet birînên kûr cihên wan winda nabin, ewê tevlî berdewamiya jiyanê bimînin, nîşan û rojê hezar carî wan bibîrê bînin. Belê rewşên dijwar û rojên reş dihêlin mirov bibe mirovekî dî, mirovekî lawaz û ji hundir ve rûxandî, an mirovekî dilmirî giringiya tu tiştî li ba wî nîn e, ev herdu jî ji cûreyên mirineke bi saxî ne!

-Çima mirina bi xweşî heye?!

-Erê heye, dema welatê mirov di bin nîrê dagirkeran de binale, û ew nikaribe tiştekî jê re bike, bi saxî ew mirî ye!

-Dema mirov ji cih û warên xwe bi zorê bê derxistin, bi saxî ew mirî ye!

-Dema mirov di dewelata xwe de bibe koçber û hestên biyaniyê giyanên wî bipêçin û bê zar û ziman bimîne, bi saxî ew mirî ye!

-Dema mirov destê xwe ji ax, mal, deşt, çiya û zozanên welatê xwe, û ji dayîk, bav, xwîşk, bira, dost û hevalên xwe berde û ber bi welatekî biyan ve biçe, ew ne tenê bi saxî mirî ye, lê ew mirin bi xwe ye!

Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ne tenê dema laş û canê mirovekî spartî axê dikin ew ji miriyan têne hejmartin, lê pir û pir kes hene tevî ew dijîn, di gola êş û xeman de mirî ne!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button