Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (236): Gundekî niştecîkirinê yî nû, nişteciyên Cindirêsê û yên din ji alîkariyan bêpar in, tunebûna alîkariyên Neteweyên Yekgirtî, geregoşî û binpêkirin

Di mercên herî zehmet de weke yên ku Turkiyê û Sûriyê niha tê re derbas dibin de, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê bi alîkariya toreyên “Birayên Misilman” û Milîseyên “Artêşa Hemahengiya Sûrî” berdewamkirina pilana guhertina demografî li dijî Kurdan li Herêma Efrînê ji bîr nakin,

bi taybetî jî ew erdhejê dikin behane, û Bajarê Cindirêsê bi çadirgehan dorpêç kirine û nişteciyê wê yên resen bi şêweyên cûrbecûr bi aliyê penaberiyê ve têve didin, da ku weke rengê xwe ya xwezayî venegere, û bi riya dezgehine di bin navine “mirovahî û olî yen Islamî” dest bi avakirina gundine niştecîkirinê yen nû kirin û weha jî niştekirina gundine berê avakirî.

= Pirojeya gundekî niştecîkirinê:

Piştî erdheja /6/ê Reşmehê, tîpin ji “Dezgeha El’xeyr – Nivîsgeha El’şerq El’ewset” bi rêvebiriya “Edhem Ebû Selîme” -ji hemwelatiyên Xeze/Felestîn û yek ji kadroyên Tevgera Hemas ên li pêş û berê gelek kardayînên bilind radest kiribûn- derbasî Bakurê Sûriyê bûn, û bi hevkariya”Mihemed El’casêm, Sêf Ebû Bekir” serkêşên “Firqit El’sultan Silêman Şah, Firqit El’hemze” çadirgehek (200 kon) li ser erdê balefirgeha çandiniyê û celbgeha çemento yên berê – Riya Efrîn Cindirêsê û nêzîk çateriya Gundê “Tilifê” ava kirin, û 70% ji nişteciyên wê jî ne ji ziyanmendên erdhejê ne; Û li 25.2.2023an. Z serokê emîndariyên encûmena “El’şêx Îmam Qasêm” lezand û kevirê bingehîn ji avakirina gundekî niştecîkirinê yî nû li cîgeha Çiyayê “El’ehlam” nêzîk Gundê “Kîmarê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn danî, di bin tabloya “hewandina ziyandîtiyên erdhejê” de, û “Ebû Selîme” di vîdyoyek belavkirî de li ser rûpela tiwîterê ya dezgehê da xuya kirin, ku wê dezgehê bi hevkariya “Dezgeha Unsir – Turkiye” -hevpara wê ya serekîn-  dest bi avakirina gundekî yekîneyine niştecîbûnê -rûbera her yekê /50/M çarkoşe- kiriye. Were bîranîn ku herdu dezgeh di çarçewa Rêxistina “Birayên Misilman a Cîhanî” de kar dikin, û pilana Dagîrkeriya Turkiyê di kûrkirin û ferekirina guhertina demografî de -ya li dijî Kurdan li Herêma Efrînê- cîbicî dikin, bi riya malmewdankirina anîndeyên parêzgehên Sûriyê yên din maline çementoyî yen cîgirtî, da ku ramangêriya xelkê wê bi vegera bo cî û warên wan bidin bîrkirin.

“Gundekî niştecîkirinê yî nû li Çiyayê El’ehlam, nêzîk G. “Kîmarê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn.”

= Cindirêsa wêranbûyî:

Li 1.3.2023an. Z, komîta endezyariya xwebexşane bi serokatiya Duktor “Fehmî Ebdo” dawîkirina serjimara xwe ji hemî avahiyên ku li Bajarê Cindirêsê li erdheja /6/ ê Reşmehê re -di navboriya bîst rojên kar de – ragîhand, û bi vê awayî serjimart: /100/avahiyên pirqatî û malên yekqatî bi tevahî roxandî ne, /280/avahiyên pirqatî û malên yekqatî bi lez bi hewcî jiholêrakirinê ne ji ber ku metirsiyê li ser aştiyaneya giştî û ya avahiyên hevcîwar çêdikin, /232/ jî bi hewcî piştrastkirin û çaksazkirinê ne, û avahiyên mane jî bi hewcî çaksazkirinê ne; Bajar bi hewcî barkirina kavilan û avakirina ji nû ve ye digel parastina reseniya malmewdanên hemwelatiyan, û ta niha nişteciyên resen ên li nêzîk avahiyên xwe mane yan jî çûne li ba merivên xwe li gundên navçê rûniştine bi hewcî alîkariya mirovî û çadirên taybet in, û dezgeh û saziyên “xêrxwaziyê” -di bin zorlêkeriya serkêşên milîseyan de- razî nabin bidinê, bi behaneya ku ew ne di çadirgehan de ne.

“Cindirêsa wêranbûyî.”

= Gundê “Qermîtliq”:

Bi Navça Şiyê ve girêdayî ye, /3/KM ji navenda wê dûr e, li ser sînorê Turkiyê û Sûriyê li Rojavayê Bajarê Efrînê dikeve, ji dora/350/malî pêkhatî ye, /1750/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, ji zû ve piştî dijberiya li ser herêmê li /20/ î Rêbendana 2018an. Z penaber bûn, piştî dawîbûna piroseyên leşkerî /122 malbat = 400 nişte/ vegerîn, yên din zorane koçber bûn, û dora /150 malbat = 800 nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin. Û Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ew ji xwe re kiriye navendeke serkêşiyê.

Bi sedema erdheja /6/ê Reşmehê, bêtirî /100/malî bi giştî an bi rengê nema ku tê de tên rûniştin hilweşîne, û bêtirî /50/malî jî bi piçekî, û ta niha alîkariyên mirovî negihane gund, ji bilî hin konên biçûk ji aliyê “komeleyeke xêrxaziyê” ve li 2.3.2023an. Z, di heman dema ku piraniya anîndeyên ku li malên destserkirî rûniştine û hilweşîne, di malên herdu gundên “Newaf El’xeyr, Gundê El’kiwêtî” yên niştecîkirinê û berê avakirî de hatin bicîkirin.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li 24.2.2023an. Z, giropeke çekdar rê li pêşiya makîna Hemwelatî “Reşîd Isma’il Me’imo/Çerko /53/sal” bi hevaltiya hevjîna wî girt, li ser riya giştî li cîgeha hilkirgeha keviran a di navêna gundê “Hesendêra û Şorbe” de, û piştî devgirtin û girêdana wan, ew bi aliyê Riya Gundê “Naza” – Nebî Horî ve revandin, lê endamekî ji Rêbenda “Hesendêra” – Firqit El’hemze da dû giropê -yê ku li kêlek konên Başûrê G. “Naza” sekiniye- û pevçûnek di navbera herdu aliyan de derket, û yên revandî hatin berdan da ku tevî makîna xwe vegerin malê; Divê were bîrhatin ku “Çerko” xwediyê guvêşgeheke zeytûna ye û halxweş e, û berê li 20.11.2019an. Z, giropeke çekdar kurê wî yê ciwan “Mihemed Reşîd Me’imo” dora heft heyvan revand, ta ku  beramberî vêrgiyeke mezin ew berdan; Herweha jî “Ebû Rebî’i” berpirsiyarê Gundê “Upila” ji “El’hemzat” bi zordarî û destdirêjiya xwe di wergirtina vêrgî û baceyên diravî de naskirî ye, bi taybetî di dema werza/mûsima zeytûna de.

– Li 27.2.2023an. Z, piştî ku Hemwelatî “Mistefa Bîlal” – keyayê Gundê “Şêxbila – Navça Reco” li pêş du endamên çekdar ji Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” -yên ku darine zeytûnê ji nav zeviyeke wî ye di navêna herdu gundên “Çêqilme û Çobana” de qut dikirin- sekinî û nerazîbûna xwe diyar kir, û bi xilyewiya xwe wêneya wan girt, wan bi gefguran lêvegerandin û qurşîn avêtin makîna wî, dema ku wî hewil daye pê bireve; Û “Ebû Telûb” ê bi zordarî û tewanên xwe naskirî – berpirsiyarê “Abortiya El’şerqiyê” li N. Reco destêwerdan kir û li ser bûyerê peçinî, da ku “Bîlal” tu giliyan li dijî wan raneke û nejî berçevdiyûya girtî belav bike.

= Binpêkirinine virdewêde:

Di nav pilana serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya vekirina hejmarek ji çadirgehên çêkirî de bi navê “ziyandîtiyên erdhejê”, çadirgeheke nû -ji dora /170/ çadirî pêk tê- bi hevkariya “Dezgeha El’rîsalê” ya “Si’ûdî” li Gundê “Qeretepe” – Navça Şera hate vekirin, bi ser ku gundên navçê tu ziyanên mezin negihîştinê; Û di nav zeviyeke zeytûna de, bê ku tu hesab ji ziyanên ku dê bighêjin berhema çandiniyê û malmewadên xelkê re were kirin, bi ser hebûna erdên vala li nêzîkî wê cîgehê.

“Çadirgeheke nû li nav zeviyeke zeytûna li G. “Qeretepe” – N. Şera.”

Li 27.2.2023an. Z, “Ebû Ebdo El’qelemonî” serkêşê Milîseyên “Tipa nehan/ El’firqe El’tasî’e” li Gundê “Maseka” – N.Reco êrişî ser mala keyayê gund “Ramêz Zemçî Yûsêf” kir, çek kişandê û gefgur danê, û jê xwest ku morê radest bike, bi sedema berevaniya wî di ber xelkê gundê xwe de, lê “Ramêz” bi daxwaza wî nekir û rabû mor radestî encûmena xwecihî ya navçê kir .

Li gor vîdiyoke belavkirî û belabûyî di 28.2.2023an de, qutkirina darine gûzê ji kokê ve li Geliyê “Qerecurnê” – N. Şera ji aliyê endamekî çekdar bi bireka otomatîk -ji bo êzingkirin û bazirganiyê- tê xuyakirin; Û li gor jêdereke taybet hejmara daran çar in û ên “Reşîd Ibrahîm Xelîl” in – keyayê Gundê “Gobeleka”, û endamê çekdar jî “Salih” e, ji Gundê “Me’iseran” ê ye – Herêma “Mi’erit Nu’iman/Idlibê” û endemekî Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” e.

“Qutkirina darine gûzê li G. “Gobeleka” – N. Şera.”

Li dawiya Reşmeha borî, Milîseyên “Firqit El’hemze” yên Gundê “Maratê” – Efrîn desteser dikin, dora/15/darên zeytûnê -Cîgeha Qeracî Pe’inik- ên hemwelatî “Sibhî Mihemed Ibrahîm, Ebdo Reşîd Edmet” qut kirin.

Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê tu ked nedane û nejî bi Netweyên Yekgirtî re kar kirine, ji bo derbaskirina alîkariyên wê yên mirovî -li gor biryara Encûmena Ewleya Navdewletî ya ku pê kar dibe- bi herêmên desteseriya Rijîma Sûriyê û herêmên desteseriya “Desteya Tehrîr El’şam” re (yên ku alîkariyên Navnetewî bi awakî berdewam dighêjinê), bi taybetî piştî erdhejê, û ta niha Efrîn ji alîkariyên mirovahî bêpar e!

06.03.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Gundekî niştecîkirinê yî nû li Çiyayê El’ehlam, nêzîk G. “Kîmarê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn.

Cindirêsa wêranbûyî.

Çadirgeheke nû li nav zeviyeke zeytûna li G. “Qeretepe” – N. Şera.

Qutkirina darine gûzê li G. “Gobeleka” – N. Şera.

———————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-236-06-03-2023– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button