Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (224): Sazkirineke leşkerî ye nû, Gundê “Dela” û binpêkirin, girtinine bêsûcane, dijberikirinin li ser sivîlan

Aliyên ewlehî û leşkerî yên Turkiyê rewşa sazkirinên xwe ji “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”re ji nêz ve û hûrehûr dişopînin; Wan “Fehîm Îse” -serkêşê “Firqit El’sultan Mûrad”- wek pêşengê giştî ji “Feyleqê Diwem” re bi nav kirin, piştî şûndevekşîna Sertîp/Emîd “Ehmed Osman – pêşengê berê yê feyleqê”, û “Firqit El’sultan Silêman Şah – serkêşê wê Mihemed El’casêm Ebû Emşe” û “Firqit El’hemzat – serkêşê wê Seyf Ebû Bekir” jî ji nû ve vegerandin nav refên “El’feyleq”, wekî xurtkirin û mekinkirin ji bandorî û desteserkirina serkêşine ku ji binyat ve Turkman; Û “Ebû Emşe” li gund û bajarokên ku berê li Efrînê di bin desteserkirina “Eniya/El’cebhe Elşamiyê” de bûn, xwe wekî “serkêşekî mirovane ku mafên xwediyan lê vedigerîn” radighîne, û “nên belaş li hin gundan” belav dike, piştî ku bi binpêkirin û tewanên xwe yên bi robet li Bajaroka “Şiyê” û hin gundan dengveda ye û ta niha, û ji aliyê komîta sêkoşeyî ve (ya ku ji aliyê “Şêx Ûsame El’rîfa’î ve – serokê Encûmena El’îslamî El’sûrî – Isanbûl” hatiye çêkirin) biryara surginkirinê pê derket, lê bi biryar ji Istîxbaratên Turkiyê ve nehat cîbicîkirin.

“Hersêk: “Fehîm Îse, Mihemed El’casêm, Sêf Ebû Bekir”.”

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= G. “Dela”:

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /13/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /30/ malî pêkhatî ye, dora /200/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, lê di dema dijeberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, û jê dora/125/nişteyan vegerîn, û yên din jî zorane hatin koçberkirin.

Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” gund desteser dikin, mala Hemwelatî “Isma’îl Hemadê” ji xwe re dikin biryargeheke leşkerî, û piştî ketina gund ji malan firaxên baqirî, cerên gazê, amûr û alavên elektirîkê dizîn, û herweha jî giropeke zayenda elektirîkê ye giştî – malmewdana gund, guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, û dîrakine darî ji bana odeyeke mala “Mihemed Henîf”.

Û li Bajarê Efrînê jî /5/ makînên xelkê gund ên penaber ji aliyê milîseyan ve hatin dizîn, lê /4/ jê piştî dandina vêrgiyên diravî hatin vegerandin, û teksiya “Es’ed Ebid El’henan kurê Hemîd” jî weha ma.

Milîseyên “Semerqend” 50% li ser dora /5/ hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li gund û 10% li ser berhema malmewdanên ên li gund vêrgiyan ferz dikin, bi riya neçarkirina wan li ser guvaştina zeytûnên xwe di Guvêşgeha “Neş’et Arêf Elî” de – Gundê “Çomezna” yê hevcîwar û ya ku serkêşê wan bi xwediyê wê re bi zorê bûye hevpar.

Û endamên “Semerqend” daristanên îhracê yên xwezayî li dor gund, li cîghên “Sergola – Bakurê gund, Geliyê Qoriq – Rojhilatê gund, Geliyê Qiyametê piştî şewtandina beşekî jê” bi rengekî fere qut kirin, û niha daristana di navêna herdu gundên “Remedana û Dela” de tê qutkirin, û daristana ku li Bakurê gund û ya ku rûbera wê dora/16/hiktaran bi tevahî hat qutkirin, û li Başûrê gund jî herdu daristanên çiyayên “Kûfa Mala Rehmên”  (ên ku rûbera her yekê /1.5/ hiktar û darên wan sinoberên temenmezin bûn) hatin qutkirin. Û divê were zanîn jî ku wan li 4.7.2020an. Z şerê xwe di giropeke hemwelatiyan dan û li wan xistin, piştî ku wan hewilda ku daristanan qut nekin kirin, di encamê de Temenmezin “Ebid El’kerim Hemadê /65/sal” birîndar bû û derizî, û ji ber wê ji bo dermankirinê bo nexwaşxanê hate guhestin.

 “Daristana Bakurê G. “Dela” – N. Mabeta (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), Gogel Êrs.”

Û herweha jî wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, nav zeviyê zeytûna yê “Cemîl Ebid El’henan” kolan.

Weha jî xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna revandin, girtina bêsûcane, îşkencekirin, kêmrûmetkirin û peresitandin û hin kiryarên din; Herweha jî milîs mêrên gund bi zorê û bê kirê neçar dikin ku karên wan bikin.

= Girtinên bêsûcane:

Li 14.11.2022an. Z, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” herdu bira “Ebid El’rehman/49/sal, û Miheyedîn Hemdoş Îbrahîm/47/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê”, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û piştî du rojan û ferzkirina baceyeke diravî li ser wan berdan.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 13.11.2022an. Z, giropeke çekdar ji Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” şerê xwe di Hemwelatî “Sedam Asî/38/sal” dan û mekin lêxistin – ji pêkhateya Ereb û keyayê Gundê “Hec Iskenderê” – Navça Cindirêsê, piştî ku wan daxwaza hejmarek zêdetir ji tenekên zêtê zeytûna jê kir (her yek /16/KG sade), û di encamê de birîndar bû û derizî; Bi ser ku wî hevkariya destlatên dagîrkeriyê jî dikir.

“”Sedam Asî” keyayê G. “Hec Iskenderê” yê birîndar.”

Li Şeva Duşemê 14.11.2022an. Z, çekdarin serçavgirtî, li Gundê “Keferşîlê” – Efrîn derbas mala Hemwelatî “Rif’et Xelîl Mihemed/53/sal”bûn û mekin li wî xistin, û di encamê de birîndar bû û govede derizî -were zanîn ku ew bi tenê rûdine- û piştî ku wî li ber xwe da û cîran pêhesiyan serûgirtî reviyan, û ew jî ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate rêkirin.

“Hemwelatî “Rif’et Xekîl Mihemed” ê birîndar – G. “Keferşîlê”.”

Li 17.11.2022an. Z, çekdarin ji Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” a ku “Neqîb Mistefa Şiyoxî” serkêşiya wê dike, şerê xwe di sivîlekî li Kampa “Avrazê” – N.Mabeta rûdine dan, mekin lêxistin digel lêdana kêrekê jî, û qurşînên jîndar di nav lingên beşdar re û bi jor ve avêtin û xelk tirsandin, piştî şerekî di nav xortine negîhayî û hevrikiya du malbatan de.

Bidawîkirina dagîrkeriyê û milîseyên Sûrî yên nandoz, û vegerandina Efrînê bo serweriya Sûriyê û rêveberiya xelkê wê zor girîng e, da ku rêgirek ji binpêkirin, tewan û guhertina demografî re -yên ku li herêmê pêk tên- were danîn, û têvedanek ji dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza welêt re were kirin.

20.11.2022 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Hersêk: “Fehîm Îse, Mihemed El’casêm, Sêf Ebû Bekir”.

Daristana Bakurê G. “Dela” – N. Mabeta (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), Gogel Êrs.

“Sedam Asî” keyayê G. “Hec Iskenderê” yê birîndar.

Hemwelatî “Rif’et Xekîl Mihemed” ê birîndar – G. “Keferşîlê”.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-224-20-11-2022 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button