Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Şer ben li stoyê gelan digerîne!

Desteya sernivîser*

Serpêhatî û bûyerên dîrokî tekez dikin ku di siha şer û pevçûnan de, tewanên mezin ên xwîndar dij mirovan çêdibin, welat wêran û gel taromar dibin, nirxên mirovatiyê ji civakan bar dikin, abor têk diçe, belengazî û perîşanî konê xwe vedigrin, kavilên wêran di nav toz û domanê de dimînin û hawîr bîna mirinê difûre!

Wekî tê zanîn, di şerê cîhanê yê duwem de ku 6 salan dirêj kiriye, /70/ milyon mirovî jiyana xwe ji dest daye, aboriya cîhanê bi tevayî, û ya Yekîtiya Sovyetistanê û Dewletên Ewropî bi taybetî, ketiye kirîzeke mezin û hawîr birçîbûn belav bûye, û bi armanca girtina rê li pêş derketina şer û pevçûnan û parastina aştiya cîhanê û geşkirina hevkariyê di navbera dewletan de ji bo çareserkirina gelş û pirsgirêkên mezin mîna xizanî, nexweşî û parastina jîngehê, li roja 24ê Çiriya Pêşîn a sala 1945an, Rêxistina Yekîtiya Netewan(UN) hatiye damezrandin.

Di serdema me ya îro de, ew rêxistina navnetewî ya ku peywendî di navbera dewletan de birêxistin dikirin, aştî û aramiya cîhanê diparast, îro lawaz û kêmrol bûye, rêjeya ezîtiya malxuran li ser asta cîhanê bilind bûye, di pişt perdê re, xwediyên kartêl û fabrîqeyên çekan siyasetmedaran berew pêxistina şeran têve didin, aramî û pêkvejiyana gelan serûbin dikin.

Ji bilî kuştina mirovan û rijandina xwîna jin û zarokan û kuştarên kesnedî yên dûrî sinciyên mirovan, eger ew pereyên li şeran têne xerckirin, ji bo avakirina projeyên geşepêdanê, belvkirina zanînê û parastina jîngehê bihatana xerckirin, dê rewşa gelên cîhanê bi tevayî berew xweşiyê û aramiyê çûba.

Bêgomane, çi li vir, çi li wir, dê nakokî di navbera dewletan de derkevin holê, ev pirseke normal e, lê çareseriya wan nakokiyan ne bi şer û hilgirtina çekan e, lê gereke ew bi gotûbêj û şêweyên diyaloga aştiyane di hêwana Yekîtiya Netewan de çareseriyê bibînin. Eger vîna navnetewî li ser hev be, dewletên mezin ji dil bixwazin van şeran rawestînin, bi hêsanî ew dikarin vî karî bikin, lê, ew berjewendiya destelatên xwe diparêzin, ne ya gelên xwe, çimku li ser asta dûr, berjewendiya hemî gelên cîhanê, gelê Kurd jî di nav de, di aştî û aramiyê de ye.

Di tunebûna yasa û zagona navnetewî de, rê û derfet li pêş diktator û xwînrêjan dûz dibe da ku ew kuştaran dijî gelan çêbikin, mîna çawa diho Sedam Husên Li Îraqê, û îro jî Erdoganê ku tunekirina gelê Kurd ji xwe re kiriye armanca serke, bê tirs, bê şerm û fedî artêşa wî sînorên welatan derbas dike, xaka wan zeft dike, li dijî sivîlan tewanan bikar tîne û hêminiya deverê û ya cîhanê ser û ber têkdibe, dihejîne.

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku, ji bo rawestadina şer giring e dengê hemî aştîxwazên cîhanê bilind bibe, çiku şer, ben li stoyê gelan digerîne, jiyana wan dike dojeh!

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button