Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211): Gundê “Kurkê Jorin” – destdanîna ser malmewdanên hemwelatiyên ne li gund, mirina negîhayekî ji ber birînên xwe, veşartineke zorane û girtinine bêsûcane, komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî, nêzewêranbûna daristanina û zevîyine zeytûna

Bi ser borandina dora çar sal û nîvan di ser dagîrkirina herêmê re, hîn asta dizîna cûrbecûr werzên (mûsimên) çandiniyê, qutkirina darên biber û daristanan, destanîna ser malmewdanên hemwelatiyên li dervayî herêmê bi taybet û li ser hin ên li wir jî, ji aliyê milîseyan û anîndeyên ji wan ve nêzîk kêm û ko nebûye, û hîn jî tûk û behaneyan çêdikin, da ku bêtir dizîn û talanê bikin.

Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= G. “Kurkê Jorin”:

Ew bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /9/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /105/ malan pêkhatî ye, dora /600/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, dora /50 malbatî = 175 nişte/ jê vegerîn û yên mane zorane koçber bûn, dora /10 malbatan = 60 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin, û di dema bombebarankirinê de, bipiçekî ziyan gihîşte hejmarek ji malan.

Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” û serkêşê wan “Doxan Silêman – Ebû Îslam” gund desteser dikin, mala “Osman Hemîd” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, û dîwarek biderî li pêş meydana gund digel odeyek ji rêbendeke çekdar re -ye ku tevgera derbasbûn û derketina ji gund hûrnêrîn û kontirol dike- ava kirin.

“Dîwarê meydana G. “Kurkê Jorin” û odeya rêbenda çekdar û li ser wê Ala Turkiyê hildayî.”

Piştî ku êriş anîn gund, Hêzên Dagîrkeriyê bi debabê pêle makîna (teksî) ya giştiyane ya “Elî Dawod” kirin, û milîseyan ji malên hemwelatiyên vegerîne xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilfizyûna, alav û amûrên elektirîkê, û amûrên taqeta royê û hin tiştên din, û tevaya heyînên dora/55/ malan -ên ta niha piraniya wan vala ne- dizîn; Û herweha jî giropa zayendkirina elektirîkê (Ampêran) a “Elî Dawod” û yeke din tevî toreya wê ya “Fethî Osman Hemîd”, hin heyînên mizgeftê, jimarokên ava vexwarinê, guheztok(tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî.

“Makînek teksî giştiyane ye koçberbûyê zorane “Elî Dawod”, û bi debabeyek Turkî û li orta G. “kurkê Jorin” hatiye pêlêkirin.”

Û wan dest danîn ser tevaya aletên guvêşgeheke nûjen e zeytûna ya koçberbûyê zorane “Necîb Şêxo” ji xelkê Gundê “Rûta” -yê bi heman navçê ve girêdayî û avahiya wê jî ya Keyayê “Kurkê Jorin” ê berê Dilovanber “Mihemed Hesen”- û bi alîkariya keyayê niha wê ji xwe re bi kar tînin, û xwediyên avahiyê û aletan ji kirê yan jî karê çar werzan (mûsiman) mehrûm û bêpar kirin, û ji ber wê jî, ji berî vê bi kêmtirî salekê, li Herêma “Şehba’i” – Bakurê Heleb tenduristiya “Necîb Şêxo” bi paş ve çû û ji kerba re mir.

“Guvêşgeheke zeytûna li orta G. “Kurkê Jorin”, û ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh” ve destdanînkirî.”

Û li navîna Cotmehê 2018an. Z – destpêka mûsimê, wan hin aletên guvêşgeha zeytûna ya “Mihemed Reşîd Arêf/Miskî” dizîn, û bi behaneya sazkirina rapornameyekê bi dizînê, giropeke ji wan milîseyan ew û tevî tirektora wî ya çandiniyê bi zorê derxistin dervayî gund, da ku zêr û pereyên vê re bidize, û ew /19/rojan zorane veşartî ma.

Û wan ji çar salan ve dest danîne ser dora/6/hezar darên zeytûnê yên koçberbûyên zorane ji malbatên (Helîmê, Seydî û Hespîro), û mêr û tirektorên xelkên “Kurkê Jorin” û gundên vê re hevcîwar, di xizmetguzariya wan zeviyan de suxre dikin; Û weha jî dest danîn ser dora/7/hiktar erdên çandiniyê tevî bîreke avê û giropeke hilkişandina avê li Cîgeha “Dirûmiyê” ya Dilovanber “Ezet Kirşo” û ji gund ve nêzîk -bi ser ku lawê wî “Idrîs” li gund de jî- bi behaneya ku bavê wî berê erd firotiye wan.

“Erdekî çandiniyê û bîreke avê digel giropeke hilkişandina avê ya Dilovanber “Ezet Kirşo” ji G. “Kurkê Jorin” û ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed Elfatêh” ve destdanînkirî.”

Û ew 50% vêrgî li ser berhema zeytûnên hemwelatiyên ne li gund û 10% li ser ên li gund mane ferz dikin, û bi ser de jî werzên (mûsimên) “simaqê” û “hejîra” û yên din didizin; Li rex wê jî keriyên pêz û dewêr bêwijdan û hov di nav zeviyên zeytûna û erdên çandinyê de diçêrînin; Û wan ji bo êzingkirin û bazirganiyê bihezaran darên zeytûna bêwijdan û dora 50% ji daristana îhracê li cîgeha goristana gund û “Zaretgeha El’Şêx Hisên Elî El’rebanî” qut kirin.

“Daristaneke îhracê li goristana G. “Kurkê Jorin” û Zaretgeha “El’Şêx Hisên Elî El’rebanî” berî qutkirinê.”

Weha, hemwelatiyên li gund mane rastî  cûreyên binpêkirinan ên têkel hatin, mîna: Revandin, girtinên bêsûcane, işkenecekirin, rûmetnizimkirin û peresitandin û hin kiryarên din ên qirêj; Û di vî warî de bidehan -di nav de jî jin- di avêtina bi ser malan de û digel birina xilyewiyên wan, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi demên têvel hatin girtin û bi baceyên diravî hatin sezakirin, mînak: Xort “Rif’et Mûrad kurê Ehmed/28/sal” li 18.3.2018an. Z hate girtin, bêtirî du sal û nîvan di Hepsa Bajaroka  “Çobanbegê – El’ra’î” de zorane veşartî ma, û paşê bo Efrînê hate guhestin, da ku li Avdara 2021an. Z bê berdan…Û herweha jî, temenmezin “Mistefa Ehmed Qasêm/60/sal” li Bajarê “Edenê” yê Turkî, li destpêka sala 2020an. Z, bi tuhmeteke çêkirî (nûçedana telîfûnî digel rêxistineke terorî) – di encama fisûkiyeke qerezî ji milîseyên ku gund desteser dikin ve hate girtin û bi çar salan hate sezakirin, û divê bê zanîn ku ew sivîl e, tu karê siyasî nekiriye, û ji bo peydakirina pariyê nên, li sala 2016an. Z tevî lawekî xwe koçberî Turkiyê bû.

“Girtiyê temenmezin “Mistefa Ehmed Qasêm” li Bajarê “Edenê” yê Turkî, Rêbendana 2020an. Z, jêder Rojnama “Sûzco” ya Turkî.”

= Mirina negîhayekî ji ber birînên xwe:

Piştî ku îsal li Bajarê Heleb di ezmûna bawernameya amedeyî de  bi ser ket, bavê wî ji bo koçberiya dervayî welêt ew şande Efrînê, bi hêviya ku ew derfeteke kar bibîne û alîkariya dê û bavê xwe di derbaskirina zehmetiyên jiyanê de bike, lê mixabin mirin çarenûsa wî bû; Xortê negîhayî “Reşîd Mihemed Ibrahîm/15/sal” ji xelkê Gundê “Jarê” – Navça Bilbilê, dema  hewil dide ku bi riyên qaçax Sînorê Turkiyê derbas bike, ew bi sedema lezandinê -piştî ku cendirmên Turkiyê qurşîn bi aliyê wî ve avêtin- ji dîwarê jihevcudabûnê de dikeve, û şikestin û xwîndarivandin di govde de çêdibin, û li 9.8.2022an. Z, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Bajarê “Ezazê” tê rêkirin, lê ji ber birînên xwe dimre.

“Negîhayê mirî “Reşîd Mihemed Ibrahîm”.”

= Veşartineke zorane û girtinine bêsûcane:

Hîn Hemwelatî “Sîlda Kemal Şêxo/27/sal – diya pênc zarokan û nexweş” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco zorane veşartî ye, bê ku  hevgîhanek bi merivên wê re bê kirin an parêzerek ji bo berevaniyê di ber de were girtin; Piştî ew ji Bajaroka “Tilrif’etê” – Bakurê Heleb – ciyê penaberiya wê dere “Minbicê” û paşê bi riyên qaçax beramberî/2500/Dolar dere “Cerablusê”, bi mebesta ku derbas Turkiyê bibe û bighêje diya xwe ya li Bajarê “Îslehiyê” yê Turkî rûniştî,   Li şeva 10.2.2022an. Z -piştî denkirina dawiyê pê re û ew li Cerablusê- hevgîhan pê re tê birîn, û paşê xwediyên wê agahdar dibin ku ew li ba Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cerablusê” bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re girtî ye.

“Girtiya zorane veşartî “Sîlda Kemal Şêxo”.

Li 4.7.2022an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” herdu hemwelatiyan “Mistefa Ebdela Ebdo/54/sal” û bijîşk “Mehmûd Ehmed Xelîl/47/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Efrîn bi tuhmetên cêkirî digrin, piştî vegera wan ji Heleb – ciyê penaberiya wan; Û piştî çend rojan “Mehmûd” tê berdan, lê yê din ta niha zorane bendkirî ye.

= Komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî:

Li ser erdekî berê zeviyeke zeytûna bû (175 darên zeytûnê yên “Xelîl Hac Ebdo kurê Mihemedî Hisên”) yî di navêna Gundê “Yalanqozê” û Bajaroka “Kefirsefrê” de – Navça Cindirêsê, komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî, ji aliyê bazirganekî anîndeyan û nêzîkî milîseyan ji Bajaroka “Encara” ve – Gundewarê Rojavayê Heleb -ê ku ji xwediyê wê kiriye- hate avakirin; Divê were zanîn jî ku zevîyine din jî yen zeytûna li bajarokê bo bazirganin ji anîndeyan hatine firotan.

“Komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî di navbera G. “Yalanqozê” û B. “Keforsefrê” de – N. Cindirêsê.”

= Nêzewêranbûn û şûnveçûna daristan û zevîyine zeytûna:

Bi beramberkirina di navêna du wêneyên Gogêl Êrs de yên ku li (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an. Z piştî dagîrkeriyê) ji daristaneke li cîgeha goristana Gundê “Kurkê Jorin” – N.Mabeta û Zaretgeha “El’şêx Hisên Elî El’rebanî” re -rûberî dora/9/hiktaran- hatine kişandin, bi zelalî asta şûnveçûna gihîştiyê diyar dibe, ji ber qutkirina ji bo êzingkirin û bazirganiyê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” ve, û ji ber qutkirina berdewam niha rêjeya wêrankirinê gihîştiye dora 50%- li gor jêdereke xwecihî.

“Daristana goristana G. “Kurkê Jorin”, li (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an. Z piştî dagîrkeriyê), Gogêl Ers.”

Û bi beramberkirina di navêna du wêneyên ku li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeha leşkerî ye Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargeha leşkerî ya Turkî) ji Cîgeha “Sirta Rêz” re – Bakur Rojavayê Gundê “Gazê” – Efrîn, asta ziyanên ku gihîştine cîgehê û zeviyên zeytûna diyar dibe; Û jêdereke xwecihî anî zimên ku Artêşa Turkiyê li destpêka dagîrkeriyê – Buhara 2018an. Z, dora /3/hezar darên zeytûna digel rezin tirî hilkirin û burcê hevgîhandinan ê Toreya “MTN” ya Sûrî terûmar kir, û di rûberiyek dora/7/hiktaran e malbatên “Çolaq” û “Ibrahîm” de bargeheke leşkerî ava kir, lê bi ser de jî ziyanin pir gihîştin derdora bargehê (ya ku piştî du salan hatiye boşkirin), û ta niha rê netê dandin ku ew erd werin ajotin û çandin.

“Cîgeha “Sirta Rêz” – Bakur Rojavayê G. “Gazê” – Efrîn, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê), Gogel Êrs.”

Û bi beramberkirina hin wêneyên ku li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî û şewtandina daristanê, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê û şewtandina daristanê) û wêneyeke li destpêka dagîrkeriyê û çêkirina bargehê li Avrêla 2018an. Z ku ji Cîgeha “Sirta Hebîba- Burcê Sêriyeltêl” re (ya di navêna herdu gundên “Miskê Jorin û Çobana” de – N. Cindirêsê), şewtandina tevayî ji daristaneke îhracê re, rêşkirina axê ji rûberiyek dora/2,5/hiktar re û digel hilkirina darên zeytûna û roxandina Burcê Syriyetêl yê Sûrî, û asta ziyanên gihîştine zeviyên derdorê ji ber tunebûna xizmeguzariyê ya bi sedema qedexekirina nêzîkbûnê ji bargehê ve, diyar dibin; Û divê were bîrhatin ku Artêşa Turkiyê piştî demekê ji çêkirinê bargeh vala kir, û ji nû ve li 7-8.8.2022an. Z damezrand.

“Cîgeha “Sirta Hebîb – Bircê Sêriyeltêl” di navbera herdu gundên “Miskê Jorin û Çobana” de – N. Cindirêsê, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî û şewtandina daristanê, Tebaxa 2920an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê û şewtandina daristanê), Gogel Êrs.”

“Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dîfa’i El’medenî” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê li 18.8.2022an. Z, li Gundê “Be’irava”/ Elî Bazan – N.Şera, agirek bi erdekî çandiniyê û îhracê hatibû xistin vemrandin, û ew erd berê jî piraniya darên tê de, ji aliyê milîseyan ve hatibûn birîn.

“Şewatek di erdekî çandiniyê û îhracê de, li nêzîk G. “Be’irava/Elî Bazan” – N. Şera, Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dïfa’i El’medenî.”

Piştyalkirina û revîna Turkiyê ji berpirsiyartiyên xwe weke dewleteke dagîrker ji herêmine dewleteke din re -bi ser desteserkirina wê ya siyasî, rêvebirî, leşkerî û ewlehî ya rasteqîn ji herêmine Bakurê Sûriyê re- hokeriyeke navdewletî awerte ye, û tersîbûn û berevajîkirineke mezine ji Zagona Navdewletî û Belgenameya Neteweyên Yekgirtî re ye.

21.08.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Dîwarê meydana G. “Kurkê Jorin” û odeya rêbenda çekdar û li ser wê Ala Turkiyê hildayî.

– Makînek teksî giştiyane ye koçberbûyê zorane “Elî Dawod”, û bi debabeyek Turkî û li orta G. “kurkê Jorin” hatiye pêlêkirin.

– Erdekî çandiniyê û bîreke avê digel giropeke hilkişandina avê ya Dilovanber “Ezet Kirşo” ji G. “Kurkê Jorin” û ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed Elfatêh” ve destdanînkirî.

– Guvêşgeheke zeytûna li orta G. “Kurkê Jorin”, û ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh” ve destdanînkirî.

– Daristaneke îhracê li goristana G. “Kurkê Jorin” û Zaretgeha “El’Şêx Hisên Elî El’rebanî” berî qutkirinê.

– Girtiyê temenmezin “Mistefa Ehmed Qasêm” li Bajarê “Edenê” yê Turkî, Rêbendana 2020an. Z, jêder Rojnama “Sûzco” ya Turkî.

– Negîhayê mirî “Reşîd Mihemed Ibrahîm”.

– Girtiya zorane veşartî “Sîlda Kemal Şêxo”.

– Komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî di navbera G. “Yalanqozê” û B. “Keforsefrê” de – N. Cindirêsê.

– Daristana goristana G. “Kurkê Jorin”, li (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an. Z piştî dagîrkeriyê), Gogêl Ers.

– Cîgeha “Sirta Rêz” – Bakur Rojavayê G. “Gazê” – Efrîn, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê), Gogel Êrs.

– Cîgeha “Sirta Hebîb – Bircê Sêriyeltêl” di navbera herdu gundên “Miskê Jorin û Çobana” de – N. Cindirêsê, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî û şewtandina daristanê, Tebaxa 2920an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê û şewtandina daristanê), Gogel Êrs.

– Şewatek di erdekî çandiniyê û îhracê de, li nêzîk G. “Be’irava/Elî Bazan” – N. Şera, Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dïfa’i El’medenî.

———————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn-di-bin-dagîrkeriyê-de-211-21-08-2022-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button