Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (206): Armanckirina du rêvebirên “Da’işê”, kuştina serkêşekî milîseyekî li “Gemrûkê”, hin dizîn, topebarankirina Gundê “Bênê”, şandina hin nandozan bo “Yemenê”

Erdoxan ji bo dagîrkirina herêmine din li Bakurê Sûriyê di bin navê “herêma aram” de gefûgurên xwe berdewam dike, di heman dema ku li Herêma Efrînê gergoşî, serberdayetî, binpêkirin û tewanên têkel ên têne kirin berdewam in, emê jê van bi bîr wînin:

= Kuştina du rêvebirên “Da’işê”:

Li 12.7.2022an .Z, balafireke kontirolkirî ye Hevbendiya Navdewletî matoreke dutekerî -ku du kes diguhestin- li ser riya giştî li nêzîk Gundê “Xalta” – Cindirês bombebaran kir, û di encamê de kesê yekem di cî de hat kuştin û yê diwem jî piştî birina wî nexweşxanê; Û Biryargeha Rêvebiriya Navendî ya Amrîkî di du daxuyanên li dû hev de diyar kir ku kuştiyê yekê “Mahêr El’ûqal” e, yê dudiyê jî “Menhel El’ûqal” e, û herdu jî rêvebirên “Da’işê” ne.

“Kerta kesayetiyê ya   ku Encûmena Xwecihî  li Efrînê, bi navê “Xalêd El’ subêh” daye “Mahêr El’ûqal”.”

Û jêdereke xwecihî tekez kir ku herdu kuştiyan di nav refên Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê de – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî Wezareta Bergiriyê li ba “Hikometa Sûrî ya Demkî – Kiwalisyûna Sûrî ya Rikber” û ya bi ser Anqerê ve kar dikirin, û binpêkirin di gund de dikirin, wek nimûne: wan lidarxistina dewatan li gund yekcar qedexe dikirin, “Mahêr” tevî malbata xwe di mala Dilovanber “Mihemed Îso” de, û “Menhel” jî tevî malbata xwe di mala “Mihemed Ebdo Şêxinê” yê koçberbûyî de -malên ku li G. “Xalta” desteserkirî- rûdiniştin.

Divê were bîranîn jî ku “Mahêr El’ûqal – Ebû El’bera’i” ji xelkê Navça “Silûkê” – Herêma “Girê Sipî” ya dagîrkirî ye, û di pilankirina du piroseyên teqandinê de, bi rêvebirê Da’işê “Izo Xelef Silêman El’ûqal” re hevpar bû, piroseya yekê li “Sirûcê – Urfê” – Turkiyê bû, li 20.7.2015an. Z, di nav komek çalakvanên ku piştgirî bi “Kobaniyê” re -ya ku tûşî êrişeke “Da’işê” ye hovane dihat- de bû, û di encamê de ji alîgirên “Partiya Gelan a Demokratîk HDP” – Turkiyê /35/kes şehîd û bidehan jî birîndar bûn, û ya dudiyê: Li Meydana “El’sultan Ehmed” li Istanbûlê bû, li 12.1.2016an. Z, û di encamê de /10/Alman şehîd û /16/kes birîndar bûn.

Û di nûçeyeke li 12.1.2021an. Z belavkirî de, Şalyariya Hundirîn a Turkiyê girtina herdiwan li Bajarê “Urfê” yê Turkiyê tekez kir, lê piştî demeke kin destlatên ewlehiyê “Mahêr El’ûqal” serbest berdan, û destlatên dagîrkeriya Turkiyê nasnamak kesayetî ye ku ji “Encûmena Xwecihî li Bajarê Efrînê” – Bakur Rojavayê Sûriyê derçûye û bi navê “Xalêd El’sibêh” danê, da ku serbest pê li herêmê bigere.

= Girtinine bêsûcane:

Li 6.7.2022an. Z, hemwelatî “Rûqeye Mistefa/25/sal, Hêvîn Hemîd Etanê/35/sal, Henîfe Îbrahîm/45/sal – hevjîna Hec Mistefa” ji xelkê Gundê “Mist’eşûra” ji aliyê “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin girtin, û piştî sê rojan ji girtinê û ferzkirina cezayên diravî “Rûqeye û Hêvîn” berdan, û ta niha “Henîfe” jî bêsûcane bendkirî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 4.7.2022an. Z, makîna guhestina lezgîn a nexweşan a “Berevaniya Sivîl li Efrînê” di dema guhestina nexweşekî de, ji aliyê endamin Milîseyên “Ceyş El’îslam” ve, li cîgeheke nêzîk Pira “Qabanê” li B.Efrînê, rastî qurşînkirinê hat, û ajovan û yên vê re bi matmayîn jê filitîn.

Li 5.7.2022an. Z, bombeyeke teqîner e ku bi makîna cîp a Bijîşk “Nîdal Misto” ve lezqandî teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn û kesek birîndar bû. Û divê were zanîn ku makîne di kolaneke şaxeyî de, li nêzîk Nexweşxana “Cîhanê”, li orta B.Efrînê seknandî bû.

“Teqandina makîna cîp a Bijîşk “Nîdal Misto”, 5.7.2022an. Z – B.Efrînê.”

Li 7.7.2022an. Z, çekdarina rê li ser hemwelatiyê temenmezin “Duktor Osman Miqdad Henan” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” qut kirin, lêxistin, xilyewî û perên vê re jê birin, makîna wî ya “Cîp Sentefê” dizîn, û di rewşeke pir bêhal de avêtin coya ava avdanê, û divê bê zanîn ku ciyê bûyerê li ser riyeke dere Gundê “Avrazê” ye – Navça Mabeta, û di bin desteserkirina Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” de ye.

Li Siba Înê 15.7.2022an. Z, termê “Hesen El’cum’e” yê ku bi “El’ferdûnî” dihat nasîn, ji Gundewarê Heleb a Rojhilat, û yek ji serkêşên Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal”, li G. “Gemrûkê” – Mabeta,  bi du qurşînan kuştî hate dîtin, û li kêlek makîna wî ya ku li rex xeta tirênê ya hevcîwar bi Çemê “Ziravkê” re û nêzîk Gundê “Ênhecerê Rojava” seknandî hatibû avêtin.

“Kuştina serkêşekî Milîseyên “Siqor El’şemal” bi navê “Hesen El’cum’e”,  15.7.2022an. Z – Gemrûk.”

= Topebarankirina Gundê “Bênê”:

Di nav piroseyên topebarankirina nêzerojane de, ji Herêmên “El’şehba’i” û Gundên “Çiyayên Lêlûn” re yên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, ji aliyê Artêşa Turkiyê û milîseyên pêve girêdayî ve, li 5.7.2022an. Z Gundê “Bênê” bi çend avêjtekan hate armanckirin, û di encamê de hin ziyanên şênberî gihîştin malekê û du jinên xwîşk bi giranî birîndar bûn.

“Topebarankirina G. “Bênê”, 5.7.2022an. Z.”

= Şandina nandozina bo “Yemenê”:

Jêdereke taybet li B.Efrînê tekez kir ku wî çekdarekî milîseyên Sûrî yên bi ser Turkiyê ve dîtiye, û stubarnama çûndina Yemenê ya ji bo di bin fermandariya Hêzên Erebistanê Si’ûdiyê de li dijî “Hûsiyan” şer bike pê re bû, û herweha wî jê re zelal kiribû ku mûçeya mehane ya her yekî /2500/Dolar Amrîkî ye, berdêla seqetiyê di navêna /6-20/hezar Dolar e, û ya kuştinê jî /60/hezar Dolar ji yên li şûnê dimînin (weresê) re ye.

Herweha heman jêderê tekez kir ku navendek li Taxa “Eşrefiyê” li Efrînê û yeke din li Cindirêsê, ji bo tomarkirin kesên ku dixwazin herin hevpişkiyê di şerê “Yemenê” de -wek nandoz- li kêlek “Si’ûdiyê” û di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de bikin, hatine vekirin.

= Binpêkirinine din:

Li 3-4 . 7.2022an. Z, Milîseyên “Lîwa’i 112” sivîlên xwedî makîne li B. “Be’idîna” û Gundê “Dumiliya” neçarkirin bê pere (belaş) endamên wê biguhêsin Bajaroka “Hiwar Kilis” – Ezaz û vegerînin.

Li 16.7.2022an. Z, kesekî ji anîndeyan matora duloqî ya “Mihemed Îbrahîm” -ê ku hesinkarî dikir-  ji pêş mala wî li B.”Be’idîna”, di dema vehesa wî ya Nîvro de dizî.

Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û hin kesên jêve nêzîk, li vê dawiyê piraniya berhemên simaqê li Bajaroka “Şiyê” û gundên pê ve girêdayî dizîn.

= Serastkirin:

Bi taybetiya Gundê “Xerza” yê ku me di rapora xwe ya borî de li ser nivîsandibû, em dixwazin hin agahiyan serast û zelal bikin:

Milîseyên “Tevgera Ehrar El’şam” gund desteser dikin, ne yên “Firqit El’hemzat”.

– Mala hemwelatiyê koçberbûyî “Isma’îl Heftker” biryargeha leşkerî ye, ne mala “Kemal Heyeder Osman” ê koçber e.

Dora/15/malan ji dêvla konan ji anîndeyan re, di hewşa Hemwelatiyê koçberbûyî “Cemal Hiso” ya dorê girtî û bi rûberiya hezar çarkoşe de -bê dandina nirxa erdê- hatin avakirin.

Dest dînenane ser erdên hemwelatî “Mihemed Evdî Axa, Kemal Heyder Umer”, lê vêrgî li ser werzên (mûsimên) wan têne ferzkirin.

Mizgeftek li ser erdê Hemwelatî “Kemal Heyder Osman” hate avakirin, piştî ku kurê wî li ser pêcamêriya bi êrd hate neçarkirin, û niha tê de kors û dersên olî didin û bi taybetî zarokan, û hin ji wana jî ji B.Efrînê tînin.

Ji bo alîkariyê di rêgirtin û firênkirina harîtiya siyasetên Turkiyê yên dijayetî li dijî hebûn û beşdariya Kurdan  û Rêvebiriya wan a Xweser de, riswakirina van binpêkirin û tewanan yekemîn: Stubariyeke mirovahî ye, û duyemîn jî: Mafwerî û niştîmanî ye.

17.07.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Kerta kesayetiyê ya   ku Encûmena Xwecihî  li Efrînê, bi navê “Xalêd El’ subêh” daye “Mahêr El’ûqal”.

– Teqandina makîna cîp a Bijîşk “Nîdal Misto”, 5.7.2022an. Z – B.Efrînê.

– Kuştina serkêşekî Milîseyên “Siqor El’şemal” bi navê “Hesen El’cum’e”,  15.7.2022an. Z – Gemrûk.

– Topebarankirina G. “Bênê”, 5.7.2022an. Z.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn-di-bin-dagîrkeriyê-de-206-17-07-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button