Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197): Gundê “Çema” roxandin û destserdanîn, pirojeyine niştecîkirinê, pevçûnên milîseyan, valakirina du bargehên Turkî, dijberîkirin, qutkirina daristanan û dizîna kevneşopan

Serok Erdoxan û tîpa destlatdariya wî ya Îslamî – Toranî hewildanên xwe berdewam dikin, û pilanên xwe cîbicî dikin, da ku guhertinê di endeza demografî de -li Sûriyê bi giştî û bi taybetî di Herêmên Kurdî yên dagîrkirî de- çêbikin, bi riya bicîkirina milyonan ji Sûriyên koçberbûyî û anîndekirî tê de, li gor bazarin bigûman; Di vê derbarê de, li vê dawiyê ragîhandin ku wan nêt heye milyonek ji penaberên Sûrî li Turkiyê vegerînin Bakurê Sûriyê, û di komelgehên niştecîbûnê  (250hezar mal) de – yên ku di bin serpereştiya wan de û bi perên “Rêxistinên Fîxanê yên Navdewletî” dê werin ava kirin- niştecî bikin; Bi behaneya ku li wan herêman “hêminiya leşkerî, ramyarî (siyasî) û ewlehî” heye, û di bin navê “vegera xwebexş” de.

Di heman dema ku Turkiyê li ser herêmên di bin bandorî û dagîrkeriya wê de li Bakurê Sûriyê (Idlêb, û herêmên ku bi Şaxa Zeytûnê, Mertala Feratê û Kaniya Aştiyê têne binavkirin) bi çembereke cudabûnê ji hundir Sûriyê ferz dike, û nejî derbasgehan li pêş guhestina sivîl û kelûpelan û vegera penaber û koçberan bo cîwarên wan vedike; Vêca tu rê li pêş vegereke xwebexş û bi’ewle ji /200/hezar penaberên  Efrînê re -yên ji Avdara 2018an Z ve zorane koçberbûyî- tune ye; Ne jî di van herêman de aştî, aramî û hêminiya siyasî yan leşkerî heye, lê bervajî wê ew herêm di bin bêserûberî û gendelî û pevçûnên milîseyan de ne, penaberên Sûrî li derve bigiştî baweriyên wan bi vegereke xwebexş di van mercên serwerkirî de nayê, û hêvîdar in ku piştî peydakirina heyamên lêhatî, lixwegirtinên navdewletî û digel destpêkirina çareseriyekê ji Kirîza Sûriyê re vegerin cîwarên xwe yên resen.

Herweha rêxistin û komeleyên ku di cîbicîkirina pilanên guhertina demografî de pişikdariyê dikin, mîna “Rêvebiriya Xişimûbêtar û Awerteyên Turkî (Efad), Heyva Sor a Turkî, Komîta Fîxana Mirovî û Mafên Mirov û Azadiyan IHH – Turkiyê, Sekna Diyant a Turkî, Komela Destên Sipî, Komela Jiyankirina Birûmet – Felestîn/48/, Komela Şêx Ebdela El’nûrî Elxeyriyê – Dewleta Kiwêtê û yên din”, ji aliyê Partiya Dad û Geşpêdanê ya Turkî (El’edalê we El’tenmiyê) û şax û destikên Rêxistina Birayên Misilman a Cîhanî ve -di bin navnîşanin”mirovahî û fîxanî” de- têne birêvebirin.

Vaye li jêr hin binpêkirin û tewanine têvel û pirojeyine nû ji niştecîkirinê re ne li Efrînê:

= G .”Çema”: 

Bi Navça Şera ve girêdayî ye, /3/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora/170/malî pêkhatî ye, dora/1100/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, hemî di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, dora/85malbat=275nişte/ ji wan vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora/70malabat=425nişte/ji anîndeyan tê de û di hin konan de hatin niştecîkirin.

Di encama topebarankirina hêzên Turkiyê û milîseyan di dema şer de, /18/ mal ên van hemwelatiyan “Ebdo Mûse Xelîl, Şukrî Mûse Xelîl, Nebhan Şukrî Xelîl, Henan Mihemed Xelîl, Nebî Horî Arêf, Horîk Osman, Sebrî Yasîn Xelîl, Mihemed Reşîd Seydo, Kamîran Reşîd Îbrahîm, Îmad Reşîd Îbrahîm, Henan Mihemed Reşîd, Îbrahîm Elo, Mistefa Îbrahîm, Beşîr Sebrî Mihemed, Mihemed Mihemed Elo, Enwer Mihemed, Hesen Elî Zêno, Ebdo Hemo”hatin roxandin, û /16/ mal ên “Oriye Îbrahîm, Hesen Me’imo, Zekeriye Îbrahîm, Îslam Hec Şerîf, Ne’iso Îbrahîm, Xelîl Hec Yasîn, Îbrahîm Me’imo, Mihemed Me’imo, Nûrî Xelîl Îbrahîm, Rif’et Xelîl, Mistefa Mihemed, Mihemed Ebod, Cemal Ne’iso Xelîl, Reşîd Îbrahîm, Mihemed Seydo, Ebdela Şerîf – avahiyeke pêncqatî” ziyan gihîştinê.

“Şopên topebarankirina G.”Çema” li dema dijberiya ser herêmê, çarêka yekem 2018an Z.”

Li destpêkê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad û Firqit El’hemzat” gund desteser kirin, û paşê Milîseyên “Firqit Melekşah” lê man û gund bi tenê desteser kir, herçar malên “Xalêd Îbrahîm, Heyder Mecîd, Reşîd Ne’iso Xelîl, vêla Menan Mihemed Reşîd” ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, û hemî kelûpelên mal û dîkan û kargehên dirûtinê dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê, makînên dirûtinê û qumaş û tiştên din, û herweha jî hemî acetên herdu guvêşgehên”Xelîl Hec Yasîn digel wê jî ziyana ku bi bombebaranê gihîştiye avahiya wê, Menan Reşîd” (ên ku piştî dandina tibabeke diravî mezin hatine vegerandin), weha jî  tirektorên çandiniyê, matorên dutekerî û giropên zayendkirina elektirîkê (yên ku hin jê piştî dandina vêrgiyên diravî ji aliyê xwediyan ve hatine vegerandin), guheztok (tirans) û kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, û kebil û dîrakên toreya telîfûna zemînî.

Û wan dest danîn ser gelek malmewalan (zeviyên zeytûnan û hin din), mîna yên “Ebdela Osman, Horîk Osman, Yûsêf Osman, Menan Îsma’îl Îbrahîm, Qedrî Îbrahîm, Malbata Hemo”, û hin jê -li gor rêdanên ku ji merivên wan re hatine çêkirin- hatin vegerandin, beramberî ferzkirina50% li ser berheman, û bi ser de jî 10% li ser berhema werzên (mûsim) ên li gund.

Weha jî wan ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirgankirinê, Piraniya daristanên li dor gund qut kirin, jê daristaneke sinoberê ye çandiniyê li Rojhilatê gund û ye ku di salên heştiyên sedsala borî de li ser rûbereke dora/120/hiktaran hatiye çandin, û wêneyine di sê dîrokên cuda hatine girtin de (Reşmeha 2018an Z- berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019an Z, Cotmeha 2020an Z) bi zelalî wê qirkirinê diyar dikin.

“Daristaneke îhracê li Rojhilatê G.”Çema” – N .Şera, bi dîrokên têvel, Gogêl Êrs.”

Weha jî heman milîseyan cîgehên kevneşopî kolandin û tevdan, jê Cîgeha”Xirabê Sîmon”, û jê kinzên binerd dizîn.

Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetkêmkirin, perebirin û hin kiryarên din ên qirêj; Di vî warî de Hemwelatî “Ebid El’qadêr Menan Hemo/60/sal” di encama topebarankirina rex malê de, li 23.1.2018an Z şehîd bû, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi dehan bi demên têvel û ferzkirina bace û vêrgiyên diravî hatin girtin.

“Pakrewan “Ebid El’qadêr Menan Hemo”.”

= Gundine niştecîkirinê:

“Komela Destên Sipî” – Turkiyê avakirina gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî û ji /250/malî pêk tê, tevî binevahiyan û mizgeft û dibistanekê, di erdê “Têt” de li cîgeha “Çiyayê Xorşîd”, li Bakur Rojavayê Bajaroka Kefirsefrê – N. Cindirêsê ya di bin desteseriya Milîsryên”Lîwa’i Semerqend” de bi dawî kir, û malbatên ji “Şamê” anîndekirî -piranî Felestînî- tê de bi cî kirin.

“Gundê “Erdê Têt” – Çiyayê Hec Mihemed ê niştecîkirinê yê nimûneyî li Rojavayê Bajaroka Kefirsefrê.”

Weha jî bazirganekî ji Bajaroka “Qubtan El’cebel” – Rojavayê Heleb anîndekirî, zeviyeke zeytûna bi rûberiya du hiktar û nîvan û /175/dar tê de, yê Hemwelatî “Selah Reşîd Mehmûd” ji xelkê heman bajarokê û li Rojhilatê wê, li cîgeha “Korta Bûd” dikeve, bi mebesta avakirina komelgeheke niştecîkirinê tê de, bi buhayê /350/dolarî ji her darekê re kirî.

“Komelgeheke cîbûnê ye niştecîkirinê li Cîgeha “Kortê Bûd”, Bajaroka Kefirsefrê.”

Û herweha jî anîndeyekî ji Bajaroka “Encara” – Rojavayê Heleb, zeviyeke zeytûna ji /150/ darî pêk tê – yê “Mihemed Mehmûd kurê Hisên Derec” ji xelkê bajarokê û li ser riya serekîn a di navêna Cindirêsê û Kefirsefrê de – kirî, û bi mebesta avakirina komelgeheke din e niştecîkirinê darên wê hilkirin, axa wê guhert û erd parve kir.

Divê bi bîr were ku Komela Destên Sipî bi hevkariya komeleyên din re (Komela Jiyankirina birûmet”Cem’iyit El’eyş Bîkeramê – Felestîn/48/”, Komela Elşêx Ebdela El’nûrî ya Fîxanê” Cem’iyit Ebdela Nûrî El’xeyriyê” – Dewlit El’kiwêt, Komela Cîhanî ya Geşepêdan û pêşketinê “El’cem’iyê El’alemiyê Lîltenmiyê we El’tetwîr”- Dewlit El’kiwêt) kar dike, û  avakirina Gundê “Besme yê niştecîkirinê” li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa (ê ku li ser du astan hatiye vekirin, a yekê  li 4.10.2021an Z û ji /96/ perçemalên rûniştinê pêk tê, û ya dudiyê jî li 22.3.2022an Z û ji /125/ perçemalên rûniştinê) bi dawî kir.

= Girtinine bêsûcane:

Li 3.5.2022an Z, li ser rêbenda ewlehî ya leşkerî li Derbsageha Mehmûdiyê – Efrîn, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, Hemwelatî “Arîn Fexrî Mislêm/33/sal” ji xelkê Gundê “Şîtka” – N.Mabeta hate girtin, û ta niha çarenûsa wê ne xuya ye.

Li 28.4.2022an Z, Destlatên Dagîrkeriyê Hemwelatî “Mihemed Weqfî Mûrad/33/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê (yê ku li 6.9.2021an Z – piştî vegera wî ji Heleb bi demeke hindik-  ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hatiye girtin, hepiskirin, îşkencekirin û sezayeke diravî li ser ferz bûye) ji Hepsa Maratê hate berdan.

= Tevlihevî û serberdayetî:

Li şeva Şemiyê 30.4.2022an Z, giropeke ji Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” xort “Mihemed Xelîl Turkî/35/sal” (ê bo Gundê “Erebwêranê” – Navça Şera hatiye anîndekirin) kuşt, û keriyê pezê wî -yê ku li çateriya gund diçêrand- dizî, piştî ku wî berxek -wek vêrgî- nedayê.

Li 2.5.2022an Z -destpêka Cejna Rojiyê- di nav du giropên Milîseyên “Tevgera Avakirin û Rizgarkirinê – Herekit El’bîna’i we El’tehrîr” û “Nûr El’dîn Zengî” de li Kolana/16/ – kêlek bazara keskahiyê li orta Bajarê Cindirêsê, bi sedema şerekî di nav zarokên çekdarên herdu aliyana de, pevçûnin çêbûn, û tirs kete nav sivîlan.

Li şeva 2.5.2022an Z, rêbenda guvêşgehê ya Milîseyên “Siqor El’şemal” li çateriya herdu gundên “Bêlê û Qizilbaşa” – N.Bilbilê, otombîleke derbas qurşîn kir, di encamê de hilgêrekî xort bi navê “Beşar Siwêdan” mir û yekî din jî birîndar bû û herdu jî ji Êla Lihêb in, û bi ro jî di nav çekdarên heman êl û wan milîseyan de, bi çekên sivik û orte û avêjtekên hawinan, pevçûnin mekin derketin, û di encamê de Riya Meydankê – Bilbil hate qutkirin, endamekî “Lîwa’i” hate kuştin û dudu din jî birîndar bûn, ziyan gihîşte malmewalan, tirs kete nav sivîlan û tevlihevî di rewşên navçê de peyda bû.

Li 5.5.2022an Z, di nav du giropên Milîseyên “Tevgera Sa’îron” û “Firqit El’hemzat” de, li ser riya Gundê “Tilhemo” – N.Cindirêsê pevçûnin çêbûn, piştî dizîna tibabeke diravî ji guhêzkerekî(seraf)peran li Gundê “Firêriyê” yê hevcîwar û di bin desteseriya “El’hemzat” de.

= Valakirina du bargehên leşkerî:

Di navêna heyvên Avdar û Avrêla borî de, Istîxbarat û hêzên Turkiyê du bargehên xwe -yên ku li destpêka dagîrkeriyê di Buhara 2018an Z de ava kiribûn- vala kirin, ew jî ev in:

A yekê li cîgeha”Sirta” li Başûrê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta bû, û rûberiya wê dora hiktar û nîvekî bû, û bi sedema avakirina wê dora du hezar darên zeytûnê û di rûberiya /17/ hiktaran de hatin hilkirin an jî êqintî bûn, û bêxizmet man û berhemên wan nedihatin berefkirin, û herweha jî rêjeyeke mezin ji daristana îhracê ya ku li dor cîgehê hate qutkirin.

“Cîgeha “Sirta” li Başûrê Bajaroka “Kaxrê” – N. Mabeta, Bargeha Leşkerî ya Turkî ya ku -li vê dawiyê- di Avdar – Nîsana 2022an Z de hatiye valakirin.”

A diwem jî li Gundê “Tilifê” bû, û şûna /15/malan li orta gund girtibû, lê piştî valakirina wê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” malbatên nêzîk xwe û ji “Êla El’mewalî”  anîn û tê de bi cî kirin, bê ku radestî xwediyan bikin, û bi ser hebûna wan li gund û B.Efrînê; Divê bê zanîn ku gund ji dora /50malî=300 nişte/ pêkhatî ye, tenê /18malbat=60nişte/ kanîn tê de bimana, û dora /70malbat=425nişte/ jî ji anîndeyan tê de û di konên venandî de hatin niştecîkirin, û ew pêz perwerde dikin, û rolinîvro û aşkere di nav zeviyê zeytûna û erdên çandiniyê de -bêwijdan û hovane- diçêrînin, bê ku yek kanibe wan nehêlibe yan giliyekî li dijî wan veke.

= Binpêkirinine din:

Li 28.4.2022an Z, li Taxa Eşrefiyê – Efrîn, çekdarin ji Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û xwediyê dîkanekê ji anîndeyan, şerê xwe di Hemwelatî “Ziyad Henan Xelîl/53/sal” û kurê wî -ji xelkê Gundê “Xirabê Şera” û merivê xelkê Gundê “Hebo” – dan, piştî ku wî makîna xwe li pêş dîkanê rawestand, û paşê ew bo nexweşxaneyekê hate guhestin, da ku birînên wî bêne dermankirin.

Li vê dawiyê, giropeke çekdar ji Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” şerê xwe di Hemwelatî “Mihemed Nûrî Mehmûd” û birayê wî “Berzanî” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê da, mekin lêxist û qurşîn jî di nav lingan re avêt, û di encamê de “Mihemed” birîndar bû, û niha ew di nexweşxaneyeke Efrînê de tê dermankirin; Sedem jî piştî ku wan nehîşt tirektoreke çekdaran -e tijî êzing- di nav zeviyê wan ê zeytûna -yê li rex Gundê “Kora” yê hevcîwar- re derbas be, ji ber ku şitlên zeytûna di nav de hatine çandin.

Li vê dawiyê, Milîseyên “Nûr El’dîn Zengî” Hemwelatî “Cemîl Ne’isan” û kurê wî “Mihemed” ji xelkê Gundê “Remadiyê” – Navça Cindirêsê, li ba “Dadgeha rewayî” bend kirin, ji ber ku wî daxwaza valakirina mala lawê xwe (ya ku endamekî wê ji çar salan ve dest daniye ser) kir, lêkolîn bi herdiwan re kirin û li “Mihemed” xistin, û biryar standin ku malê radestî xwediyê wê bikin, bermberî /500/ dolar ji yê dest daniye ser malê re bi behaneya çaksazkirinê, bi ser ku ew bê kirê di malê de rûniştibû, lê ji bo zordariyê zêde bikin, biryar standin ku dest dînin ser /300/darên zeytûnê yên koçber “Osman Ne’isan”, û yên ku birayê wî “Cemîl Ne’isan” -li gor rêdaneke zagonî- bi rêve dibirin.

Wêneyeke Çiyayê “Êsê”/Erdê Mişmişê – B.Kefirsefrê ji me re hat, tê de qutkirina tevayî ji daristana wê ya îhracê re, ji aliyê Milîseyên”Lîwa’i Semerqend” ve, ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirganiyê, diyar dibe.

“Qutkirina tevahî ji daristana Çiyayê “Êsê/ Erdê Mişmişê” – B.Kefirsefrê.”

Bi vegera ji du wêneyên ku Gogêl Êrs li (Rezbera2017an Z – berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an Z – piştî dagîrkeriyê) ji Girê Cindirêsê yê kevneşopî kişandine re, em asta dijberîkirin û roxandina ku gihîştiyê bi zelalî dibînin; Ew bi topavêj û balefiran di dema dijberiya bi ser herêmê de hate bombebarankirin,  hate rêşkirin û li ser bargeheke leşkerî ye Turkî hate avakirin, digel dizîna kevneşop û kinzên wê yên binerd; Û divê bê zanîn ku rûbera gir a giştî dora/15/hiktaran e, jê /7/hiktar hatin rêşkirin, û li dor bargehê dîwarek ji çîmento hate avakirin.

“Girê Cindirêsê yê kevneşopî berî û piştî dagîrkeriyê (Rezbera 2018an Z, Reşmeha2021an Z).”

Berpirsiyariya Civaka Navdewletî ji bo çarenûsa Gelê Sûriyê di ezmûnê de ye, jê tê xwestin ku cîbicîkirina pilanên Turkiyê yên bigûman di dermafê Herêmên Kurdî û Sûriyê bigiştî de biseknîne, bi taybetî jî ku Erdoxan di warê siyastên xwe yên hundir û derve de -weke hev- bi kaxeta penberên Sûrî yên li cem xwe dilîze.

08.05.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

– Şopên topebarankirina G.”Çema” li dema dijberiya ser herêmê, çarêka yekem 2018an Z.

– Daristaneke îhracê li Rojhilatê G.”Çema” – N .Şera, bi dîrokên têvel, Gogêl Êrs.

– Pakrewan “Ebid El’qadêr Menan Hemo”.

– Gundê “Erdê Têt” – Çiyayê Hec Mihemed ê niştecîkirinê yê nimûneyî li Rojavayê Bajaroka Kefirsefrê.

– Komelgeheke cîbûnê ye niştecîkirinê li Cîgeha “Kortê Bûd”, Bajaroka Kefirsefrê.

– Cîgeha “Sirta” li Başûrê Bajaroka “Kaxrê” – N. Mabeta, Bargeha Leşkerî ya Turkî ya ku -li vê dawiyê- di Avdar – Nîsana 2022an Z de hatiye valakirin.

– Girê Cindirêsê yê kevneşopî berî û piştî dagîrkeriyê (Rezbera 2018an Z, Reşmeha2021an Z).

– Qutkirina tevahî ji daristana Çiyayê “Êsê/ Erdê Mişmişê” – B.Kefirsefrê.

——————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-197-08-05-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button