Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194): Gundê “Omer Simo” – koçberkirin û destserkirina li ser malmewalan, veşartineke zorane bi dirêjahiya çar salan, qutkirina darina û dizîna kevneşopina, pevçûn

Ta bi şêwakî rêjeyî jî Heyva Rojiyê nebû rêgirek ji Milîseyên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û destlatên Dagîrkeriya Turkiyê re, da ku binpêkirin û tewanên xwe di dermafê herêmê û xelkê wê de kêm bikin, an bi kêmanî pevçûnên ku di nav wan de li ser nakokiyên parvekirina tiştên dizînê û çarçewên bandoriyê çêdibin werin qedexekirin, û sivîl neyêne tirsandin.

Vaye li jêr jî hin binpêkirin û tewanên bûne ne:

= G .”Omersimo”:

Bi Navça Şera ve girêdayî ye, /22/K.M ji navenda wê dûr e – aliyê Bakur Rojhilat, ji /53/malan pêk tê, dora /350/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev li dema dijberiya ser herêmê penaber bûn, jê /13malbat=40nişte/ vegerîn û yên din jî di bin zorê de koçber bûn, û dora /50malbat=350nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

“Êrişkirin û talankirina Gundê “Omersimo” di bin silogana “ol û şoreşê” de, li /13/ Reşmeha 2018an Z.”

Bi topebaranê mala Dilovanber”Îsma’îl Sîmo” ya mezin bi tevahî hate roxandin, û herdu malên “Horo Umer Sîmo, Henan Sîmo” ziyanên mezin gihîştinê, li kêlekê jî mala “Ye’iqûb Reşîd” bi tevahî şewitî.

Milîseyên “Artêşa Elnuxbe – Ceyş Elnuxbe” (ya ku li gund “Ehmed Elcum’e” serkêşiya wê dike û serkêşê wê yê giştî jî “Mu’itez Erselan e“) gund desteser dikin, mala “Şêx Osman – Malbata Elmuxtar” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, piştî dagîrkirina wan ji gund re li Avdara 2018an Z bêtirî salekê xelk qedexekirin ku vegerinê, û di wê navboriyê de hemî kelûpelên malan dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê, yekîneyên taqeta elektirîka roniyê û zayndokên elektirîka malan hejmar/7/, û bi ser de jî dizîna tirektoreke çandiniyê ye “Fewzî Sîmo”, hemî tiştmişt û heyînên mizgeft û dibistananê yên ku paşê ji nûve hatine amedekirin, guheztok (tirans) û kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, lûleyên ava vexwarinê ji stasyûna hilkişandina avê li cîgeha Kela “Nebî Horî” ta /14/gundan -jê gundê Omersimo- û tevahiya acet û amûrên stasyûnê.

                                

“”Mu’itez Reslan û Ehmed Elcum’e” (herdu dizên malmewalên G.”Omersimo” û kinzên “Kela Nebî Horî/ Sîros”).”

Û wan dest danîn ser tevaya malmewalên hemwelatiyên ne li gund, jê dora /20/hezar darên zeytûnê û bihezaran mêwên tirî, jê (/2500/ ên “kurên Mistefa Mixtar û Şêx Osman”, /1300/ên “Ye’iqûb Reşîd û birayên wî”, /1000/ ên “Îsma’îl Reşo”, /1000/ên “Reşîd Misto”, /1200/ ên “Mihemed Umer Sîmo û birayên wî”, /1300/ên “Ehmed Horo û birayên wî”, /800/ên “Henîf Welo û birayên wî”, /2000/ên “Mihemed Umer Sîmo”, /1500/ên “Îsma’îl Gedro”, /400/ên “Xelîl Îsma’îl”, /1400/ên “Îbrahîm Arêf”, /800/ jî yên “Ehmed Umer Sîmo û birayên wî”), û vêrgiyên têvel li  malmewalên xelkê heyî û yan jî ji bo radestkirina malên hinan ji wan xistin, bi ser de jî dizînên ku ji werzên (mûsim) zeytûnan re çêbûne.

Û ji bo êzingkirin û bazirganiyê, Milîseyên “Elnuxbe” /100/ darên zeytûnê yên “Ehmed Umer Sîmo” ji kokê ve, bi sedan darin din jî bi şêwakî bêwijdan û hovane, piraniya darên daristana îhracê ya çandiniyê li Rojhilatê gund (a ku rûbera wê dora /7/hiktaran), sê darên sindîganê yên temenmezin û bidehan darin din li cîgeha ku wek zaretekê li Rojavayê gund (a li ser riya ku dere Gundê “Se’irîncekê” yê hevcîwar), û dora /25/ darên sindiyanê yên temenmezin li zaretgeha “Şêx Ebdelkî” ya Îslamî li Rojavayê gund, qut kirin; Û wan ji bo lêgerîn û dizîna  kevneşop û kinzên veşartî, gora di heman zaretgehê de jî kolan û tevdan.

“Daristaneke îhracê ye çandinî û darine sindîganê li Rojavayê Gundê “Omersimo”, berî dagîrkirin û qutkirinê, Gogêl Êrs.”

Û hemwelatiyên li gund mane jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna girtin, îşkencekirin, peresitandin û tengasîkirinên din.

Û piştî vegerê li wêneyine ku Gogêl Êrs li (Tîrmeha2017an Z, Cotmeha 2020an Z) ji cîgeha Kela “Nebî Horî/Sîros” ( a li Rojhilatê gund bi /2/K.M) kişandine re, tê xuyakirin ku tevaya bajarê kevneşopî (yê ku rûbera xwe dora/138/hiktaran – bi taybetî jî hafê /6.5/ hiktar), ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan, bi alavên giran hatiye kolandin û rêşkirin; Ev jî bi xwe   tiştê ku di raporeke “Navenda Kevneşopên Idlibê ya Rikber” de, li 13 7.2018an Z, li ser pirojeyên kolan û rêşkirina ku gihîştine cîgehê hatiye belavkirin, û herweha wêneyên roxandin û dizînên ku ji mizgeftê û perestgeha Nebî Horî/Zaretgeha Romanî, û pirojeyên çaksazkirinê û guhertina zanînwerên ku Turkiyê -bi armanca ku wan weke şûnewareke Osmanî û Îslamî bide diyarkirin- jê re çêkirine, tekez dike.

“Cîgeha Kela “Nebî Horî” berî û piştî dagîrkirin û rêşkirinê.”

“Roxandin, dizîn û guhertina zanînwerên mizgeft û merqeda Kela “Nebî Horî/zaretgeha Romanî”.”

= Veşartineke zorane û girtinên vêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev kes girtin:

– Ji çar salan ve, Hemwelatî “Mezlûm Mihemed Elûş /30/sal” ji xelkê Gundê “Ênhecerê yê Rojava” – Navça Mabeta, piştî vegera wî ji Bajarê Heleb ciyê penaberiyê di wê wextê de, û ta niha zorane veşartî ye û çarenûsa wî ne diyar e.

“Girtiyê ji çar salan ve zorane veşartî “Mezlûm Mihemed Elûş”.”

– Li 23.3.2022an Z, Hemwelatî “Mistefa Hisên Casêm/59/sal” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco, li Bajarê “Qeyserê” – Turkiyê  (yê ku ew ji heyşt salan ve koçberê bûye û di perwerdeheke çêlan de parêzvaniyê dike), bi behaneya têkildariya wî bi bira û merivên xwe re li Herêma Şehba’i – Bakurê Heleb (a tijî koçberên Efrînê).

– Li 11.4.2022an Z, Hemwelatî “Mihemed Şêx Sîdî kurê Şukrî/28/sal û bavê du zarokan” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – N.Mabeta, ji aliyê Îstixbaratên Turkiyê û “Asayêşa sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û bo B.Efrînê hate rêkirin.

– Li 11.4.2022an Z, Hemwelatî “Ferhad Mehmûd Xoce/40/sal” ji xelkê Gundê “Vêrganê” – N.Şera, ji aliyê rêbenda çekdar a li çateriya Gundê “Me’irînê” – derbsageha Bajarê Ezazê ya Bakur, bi tuhmeteke çêkirî, li dema ku jin û diya xwe ya temenmezin ên nesax dibirin tixtor; Digel jidestgirtina makîna wî û qewtandina yên vê re.

= Tevlihevî û serberdayetî:

– Ji heftakê ve, Milîseyên “Artêşa Elnuxebe” (ya ku Gundê “Şêxûtka” – N.Mabeta desteser dike) /25/ darên zeytûnê yên “Mistefa Xelîl Seydo” li Cîgeha “Korta Qebaqê” hilkirin, û ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan ax rêşkirin.

– Li 13.4.2022an Z berî Fitara, di nav du giropên Milîseyên “Firqit Elhmze” de, li nav Bajaroka “Basûtê” – Şêrewa, bi sedema nakokiyê li ser tiştên dizînê, pevçûnin derketin, û tirs xist nav sivîlan.

– Jêderine xwecihî tekez kirin, ku Milîseyên “Firqit Elhemzat û Elsultan Mûrad” rê didin perwedekarên pêz ku pez û dewarên xwe her demsalekê, di nav îhracê û zeviyên zeytûnan de (yên li dor Gundê “Qirigolê” – N.Bilbilê) biçêrînin, beramberî wê jî li ser her serîkî pêz jî /5/ dolaran werdigrin; Weha jî li Buhara îsal, “Ebid Elmun’êm Elfarês – serkêşekî Elhemzat” zeviyên zeytûnan bi /250/ dolarî da perwerdekarekî pêz bi mercê ku pêz bi şev lê biçêre, da ku tewan ne rolinîvro be. Lê, wî li Şeva Înê/Şemiyê jî 16.4.2022an Z, çar endamên xwe şandin dizîna pêz, û dema xwediyên pêz li pêşiyê sekinîn, wan qurşîn avêtin pêz, û di encamê de /22/seriyên pêz mirin û kanîn /25/ serî jî bidiziyana, bi ser de jî bi kêrê xwe ajotin jinekê.

Xoce û îmamên mizgeftan (ên ku kargêriyên bi “Sekna Diyant a Turkî – Weqfa Diyant – a yekser bi serokê Turkiyê ve girêdayî, wan bi cî û serpereşt dike), tucarî di gotarên xwe de çêra binpêkirin û tewanên ku di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê dibin de nakin, û nejî şermezar dikin.

17.04.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

– Êrişkirin û talankirina Gundê “Omersimo” di bin silogana “ol û şoreşê” de, li /13/ Reşmeha 2018an Z.

– “Mu’itez Reslan û Ehmed Elcum’e” (herdu dizên malmewalên G.”Omersimo” û kinzên “Kela Nebî Horî/ Sîros”).

– Daristaneke îhracê ye çandinî û darine sindîganê li Rojavayê Gundê “Omersimo”, berî dagîrkirin û qutkirinê, Gogêl Êrs.

– Cîgeha Kela “Nebî Horî” berî û piştî dagîrkirin û rêşkirinê.

– Roxandin, dizîn û guhertina zanînwerên mizgeft û merqeda Kela “Nebî Horî/zaretgeha Romanî”.

– Girtiyê ji çar salan ve zorane veşartî “Mezlûm Mihemed Elûş”.

—————————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-194-17-04-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button