Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

ROJÊN REŞ Û BI´ÊŞ JI BÎR NABIN

Mislim Şêx Hesen *

Li berbanga roja panzdehê heyva Rezberê 2014 an Z, ji nişka ve û ji hemû aliyên gundewarên bajarê Kobanî ve, rêxistina terorîst a DA›IŞ›Ê bi awakî hov û bê ferq û cudahî, bi top û tangan êrîşî gundên derdora Bajarê Kobaniyê kir, û niştecihên wê yên jar û reben, ax, kelûpel û lawir li şûn xwe hiştin, û ji hersê aliyan ve wek lehiyan li ser rêç û riyên ku diçin Bajarê Kobaniyê herikîn, bê ku zanibin çarenûsa rêwîtiya wan bi kû ve diçe. Û her ku ew pîçekî ji dengê topan û eniyên şer dûrdiketin, karwanên tirombêlan li rex riyan radiwestiyan, da ku zarok, nexweş û kesên temenmezin bihna xwe vedin. Vêca cihên rawestandina karwanan li rex riyan wek bajerokan diyar dikirin, çimkî bi hezaran mirov, torombêl û lawir ligel hev radiwestiyan û dengê girî û hawara pîr û kalan û barebara pez ji nav wan koman dihat bihîstin.

Lê, tevî rewşa dijwar, dîsa jî hizir û ramanên xelkê li cem mal û warên ku li şûn xwe hiştine bûn. Lewra jî, hin kes gava ku derfet peyda dibû; Bi dilên şewitî diçûn cihên bilind û berz, da ku li mal û warên ku li şûn xwe hiştî binêrin, û dîsa bi dilên şikestî û çavên tijî hêsir neçar bibûn ku rêwîtiya xwe berve bajarê Kobaniyê di bin dengên tang û topên rêxistana terorist a Da›işê de berdewam bikin, û weha bîtirî /300/ gundî li şûn xwe vala bihêlin.

Lê, gava karwanên xelkên gundewarê Kobaniyê gihan dergehên bajarê Kobaniyê û dîtin ku niştecihên bajêr jî xwe amade dikin ku berve Sînorê Dewleta Tirkiyê biçin; Ew bi xemgînî û bêhêvîtiyek mezin hest bûn, çimkî wan bajarê Kobaniyê wek rawestgeheke dawîn ji xwe re pêşbîn dikirin. Lewra jî, ew yekser û bêrawestandin di nav mayînan re berê xwe dan sînorê Tirkiyê. Lê destpêkê, Asayêş û leşkerên Turkiyê rê nedan xelkê ku derbasî Kurdistana serxetê bibin, lewre li rex têlên Sînor komkomî bûn, û ji dûr ve weke bajerokan xuya dikirin. Lê, piştî çend rojan xelk bi şêwakî bêrûmet derbasî aliyê din kirin. Û ji ber wê jî, mirov dikare bibêje ku ew kêlîk, kat û rojên herî dijwar di jiyana xelkê Kobaniyê de bûn.

Çimkî bi ser tiştê me gotiye de, gava ku wan herdu hesinên Tirênê û Sînor derbas dikirin; Bi sedan mayîn jî bi wan de teqiyan, di encamê de bidehan kesan jiyana xwe ji destda, û gelek kesên din jî dest û lingên xwe wenda kirin. Bi vê felaketê, Xelkê Kobaniyê bajar û 300 gund li şûn xwe hiştin, û li hemû bajar û bajarokên Tirkiyê bûn penaber. Ji ber wan serpêhatiyan, ew rojên reş û dijwar li cem xelkê Kobaniyê bûn dîrok, û nayêne jibîrkirin.

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button