Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Tîpên XANÎ

Nehrî Goranî*

Pir roj û heyv derbas bûn, ta min karîbû, dem û cihê hevdîtinê ji mamoste bibira, li dawiyê soz da min.

Pir caran min didît û soz jê xwest, herdem bersiva wî: Ez ne vala me, karê min heye, bila di rojên pêş da be.

Ma roj dê nemînin?

Min xwe bi bersiva wî re mijûl dikir û sed pirs di serê min de digerîn. Ma ev mamoste çi karî dike herdem ne vala ye?

Karê wî çi ye?  Wek xuya ye barê duniyayê li ser milên wî ye. Armanca min ew bû, Ez bersivan ji pirsên xwe, yên ji demek dûr û dirêj ve li ser refika min rûniştine, re bibînim.

Herdem xwe ji heval û dostan re dida xuyakirin, dema wî nîn e, nikare serê xwe bixurîne, herdem bersiv nîvqutî dikirin mirov di valahiyê de dihêşt, û bi sedan jî pirsan xwe berdidan holê.

Di roj û dema soza me de, ez gihîştim ber derî. Carekê, du caran min li zengilê derî xist. Dengê zêngil hemisî li me hayî kirin, lê derî wek xwe ma.

Hemisiyan gotin: Divê tu pir cara lê bidî, piştî wan gotinên zîrkinî bi derî ket û hêdî hêdî derî vebû.

Min silav dayê, wî jî bi destê xwe nîşan kir, û lêvên wî livîn, bi wê nîşana destê mamoste re ez derbasî odeyê bûm, carekê min li dor xwe nêrî, ew jî çû du fincan qehwe çêke; min lêborîn jê xwest ku bala xwe bi pirtûkan dim, pacên odeyê tev girtî bûn, pirtûkxanê bala min kişand. Dema di kolanan re jî derbas dibûm pirtûkxanan bala min dikişand, ez ber xwe ve dibirim. Di nav pirtûkan de henasa min fereh û aram dibe, wek tê gotin: Dibêjin her derd û êş bi xwendinê derman dibin.( xwendin ew hevalcêwiyê zana ye) Necîb mehfoz.

(xwendin axafitina rewan bi daxwez û hêviyan re ye) Cibran.

Mark tiwîn jî li ser xwendinê gotiye: Kesê nexwîne tu cudahî di nav bera wî û yê nexwendî de nîn e. Wek dibêjin: Bê xwendin û zanînê mirov naçe pêş, pir pêda dibin kul û der û êş.

Bi Gav in giran ber ve min hat, min xwe pê danasîn û jê pirskir: Te çi Kar kiriye?  Çi li ser miletê Kurd nivisandiye? Berhemên te li ku tên dîtin?

Vaye heyvê bi deha berhem tên çapikirin.

Got: Tenê ez derim nav zevî û zêtûna li ser wan dinivîsim. Li ser bîranînên li bin siya daran. Vedenga keç û xortan, bapîr û dapîran dinvîsim, li ser kokên daran û zinaran bi tîpên Xanî dinexişînim.

———

* Rojnama Newroz – hejmar /162/ – 20 Cotmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button