
Demokrasî, Ev peyv, têrm û têgeh, çendî Zanyar, nivîskar û rewşenbîr li ser binivîsin, wê têr nakin ji ber ev gotin peyveke pirwate û pir-reng e; di heman demê de, nêzîkbûna bi vê peyvê re gelekî bi tirs e.
Tevî vê jî, Demokrasî li gor dem û cihê ku tê de tê bikaranîn, weteyeke nû û berferehtir, dide. Heger em ezmûnên mirovahiyê bişopênin, gerek e em li ser destana Gilgamêş rawestin, çimkî ew di dîrokê de bi awayekî nêzîk bi koka piratîkên demokratîk û saziyên nûnertiyê ve girêdayî ye. Herwiha, digel ku ev navê Demokrasiyê nehatibû pejirandin ta dawiya sedsala Şeşemîn Berî zayînê, lê merov dikare wê weke demokrasiya destpêkê binav bike. Bêguman giring e em li ser kevnewateya wê rawestin, li bingeha nav û wateya wê kurteşirovekirinekê jê re diyar bikin û danasîna wê bidin xuyanîkirin.
Kurtedanasîn ji Demokrasiyê re:
(Demokrasî) ji du peyvên IGRÎKÎ ava dibe:
– DEMOS bi wateya (Gel) .
– KRATIA bi wateya Desthilat an Rêvebirî.
Bi vî rengî wateya DEMOKRASIYÊ, li gorî zimên, desthilata gel e. Ev gotin jî, yekemîn car di dawiya sedsala şeşemîn B.Z de, li Esînayê, bajarek ji Yewnana kevin bû, hate bikaranîn. Lê demokrasî weke têgeh pergaleke siyasî û civakî ye, bo birêvebirina welatekî, partiyekê, saziyekê an jî rêxistinekê, ku gel jêderê desthilatê ye, çi dîrek an bi riya nûnerên xwe yên destnîşankirî an hilbijartî, ev jî dimîne li gorî cûreyên bikaranîna vê pergalê.
Li vir pirsek xwe tîne meydanê, gelo demokrasî cûreyekî bi tenê ye yan pircûre ye? Bêguman, li gor pêşketina mirovahiyê, gelek cure ji demokrasiyê re rûdane; merov dikare bi kurtayî wan di çar cûreyan de komî hev bike:
1 – Demokrasiya rasterast: Di vî cureyî de, tevaya welatiyan di avakirina biryar û yasayên dewletê de, beşdariyê dikin.
2 – Domokrasiya nûnerî: Di vî cureyî de, gel nûnerên xwe bo rêvebiriyê, bi riya hilbijartinên azad, hildibijêrê.
3 – Demokrasiya nîvrasterast: Ev cure digel ku nûnerên gel hene jî, lê mafê gel heye ku destêwerdanê di standina hin biryarên gewre de bike, bi riya refrandomên gelêrî, yan rikberiya hin yasayan bikin ku dibînin ew yasa xizmeta wan nake ne jî armancên wan pêk tîne.
4 – Demokrasiya lîberal: Ev cure ji demokrasiyê hevbeş e di navbera demokrasiyê weke (desthilata gel) û Lîbralîzmê weke (parastina azadiyên kesane). Ev cure armanc dike ku di navbera vîna piraniyê û mafên kêmneteweyê de hevsengiyekê pêk bîne.
Hêjayî destnîşankirinê ye ku hin pirensîbên demokrasiyê hene, ew jî evin:
1 – Hevpişkî: Mafê welatiyan di dengdan, berbijêrkirin û mafê wan yê siyasî de ku karê partiyane bikin, parastî ye.
2- Zelalî: Di demokrasiyê de, zelalî ne siloganeke sincî ye! Lêbelê, ew mercekî bingehîn e ji bo damezirandina sîstemeke demokratîk û rasteqîn.
3 – Mafê veguherînê: Veguherîna endamên rêvebiriyê yên girûp, partî, sazî û welatan yek ji pirensîbên herî giring e di pêkanîna demokrasiyê de da ku bi rengekî destnîşankirî maf hebe ji bo guhertina rêvebiran bibe bi rengekî durist, nerim û hêsan. Lê, ji bo ev şêwe bi rengekî pirogramkirî were pêkanîn, pêdivî ye hin tedbîr werin standin da ku berpirsyarî nebe mafekî domdar ji rêveber re, ne jî tu kes xwe bide pêş di hebûna wî de. Ji wan tedbîran:
– Hilbijartinên azad û zelal.
– Destnîşankirina dema berpirsyariyê.
– Berpirsyariya Parlemantoyî an dadwerî, dûrkirin an vekêşana baweriyê ji berpirs, dema bi berpirsyariya xwe, weke tê xwestin, ranebe.
4- wekhevî : Ango welatî bi giştî, li ber yasayê wek hev in, û heman maf û erk ji wan re heye bê cudahî. Cureyên vê wekheviyê pir in, ji wan, wekheviya siyasî û wekhevî li pêş yasayê, derfetên wekhev û qedexekirina ciyawaziyê.
5 – Parastina mafê rexneya avaker: Ango her welatiyek mafdar e ku berpirsyaran an saziyan, bi rengekî avaker, rexne bike.
6 – Destûr û yasa di ser her kesî re ne: Destûr bilindtirîn yasa ye, çênabe tu yasa li dij wê derkevin.
7- Dadweriya bêlayane: Ev pirensîb di pêvajoya bikaranîna demokrasiyê de pir girîng e. Ango, dadwer erkên xwe bi azadî pêktînin, bêyî ku destêwerdanek ji aliyê desthilatdarên zagonsaz an cîbicîkar an saziyên din, li ser wan hebe. Ew dadwer tenê girêdayî yasayê û wijdanê xwe ne.
– Kelemên ku dikevin pêşiya pêvajoya demokrasiyê:
Bêguman, demokrasî şêweyek ji ricîmên ku beşdariya gelêrî, wekhevî û azadiyê diçespênê ye, lê ew rastî komek kelem û kêşeyên ku bandora wan diyar e, dibe. Ev kelem û kêşe ne li hin welatan bi tenê rû didin, lêbelê bûne diyardeyeke cîhanî, û tê xwestin ku rawestanek li ser bibe. Ev kelem û kêşe bi kurtî di van xalan de têne diyarkirin: Kelemên siyasî, sazumanî, abûrî, civakî, çandî û ewlekarî.
Ev kelem û kêşe wê encamine nebaş û nebaş li pey xwe bînin, weke:
A- Paşdeçûna baweriya welatiyan bi rijîma siyasî li welatên wan.
B- Qelsiya beşdariya gelêrî di hilbijartinan de.
C- Pêvajoya biryardanê têk diçe.
D- Azadiya giştî û mafên mirovan ber bi paşveçûnê de diçin.
Gelo çawa civak li hemberî van kelem û kêşeyan dê raweste?
Bêgoman rawestana li hember van kêşe û keleman pêvajoyeke pir-reng e, di heman demê de çareserî jî dê ciyawaz be, di navbera dewlet, sazî, partî, … de, her yek ji wan jî dê bi rewşa wan a siyasî, çandî û abûrî ve girêdayî be. Tevî vê ciyawaziyê jî, dê xalin hevbeş di navbera wan de hebin, ew jî ev in:
A – Xurtkirina saziyên demokratîk, weke parlemanto, dadweriya serbixwe û desteyên çavdêriyê.
B – Gerek e yasa di ser her tiştî re be.
C – Hevbeşiya gelêrî ya sivîl û siyasî.
Ç – Belavkirina çanda demokrasî, hînkirin, diyalog, lêburîn û qebûlkirina nerînên din.
Ji xwe her civakek taybetmendiya wî ji yên din cuda ye, lê gerek saziyên xurt, hevbeşiyeke gelêrî, çandeke demokratîk û dadmendiyeke civakî bingehên herî xurt bin, li hember van kelem û kêşeyên dikevin pêşya demokrsiyê û pêkanînên wê.
Her wekî li jor jî hatiye gotin, demokrasî di gelek qonaxan re derbas bûye, ji her yekê ji wan qonaxan re çand, raman, rêxistin û şêweyekî jiyankirinê, hene. Ji ber vê jî, ji pirwateya «demokrasiyê», em dibînin ku encamên her qonaxekê ne weke yên berê ne; lê hêjayî gotinê ye ku di sedsalên bîst û bîst û yekê de, gelek guhertin di wateya vê têgehê de çêbûne; eger di destpêkê de ji bo rewşeke siyasî bû, lê di demên pey re, cihê xwe di warê civakî de jî girt, lê di herdû sedsalên dawî de, ev têgeh derbasî hemû rewş û warên jiyanê bû.
Herwiha, vê têgehê, bi hemû wateyên xwe, sînorên welatan derbas kirin û bû têgeheke navnetewî. Ne tenê ev, lêbelê di hindurê jiyana her neteweyekê de jî, cihekî pir girîng û balkêş girtiye.
———
* Rojnama Newroz – hejmar /162/ – 20 Cotmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.