Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Çar Leheng Bo Zimanê Dê Hatin Girtin

Zanistê Cûmê*

Wek tê nasîn ziman nasname û hebûna miletan e, ger ziman winda bibe ew milet ji holê radibe û hêdî hêdî diherife. Wek D. Noredîn Zaza gotiye: Eger tu bixwazî xwe bi xelkê bidî naskirin, zimanê xwe bixwîne û bide xwandin, û ger hûn bixwazin ji hev tarûmar nebin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwandin.

Ji ber girîngiya zimanê dê, di sala 2006-an de çend hezkirî û berketiyên zimanê kurdî li taxa Şêx Meqsûd, li mala bavê Qehreman, em li hev civiyan bona avakirina saziya fêrkirin û parastina zimanê kurdî û di wê demê de Bavê Leheng wek berpirsiyarê saziyê hat hilbijartin. Lê em ji bîr nekin bêtirî mamoste û hezkiriyekî zimanê dê, ji ber sedemên teybat bi wan ve girêdayî, li seranserî rojava li wê civatê ne beşdarbûn, û kesên li wê civatê beşdar bûne tev ji Efrînê bûn. Di warê zimanê dayîkê de, divê mirov rola partiya yekîtî jibîr neke, ji ber ku di salên heştiyan de berêz Mihyî dîn Şêx Alî nameyên Newrozê bi zimanê kurdî dinivîsîn û dihatin belavkirin; bi ser de wek biryar hemî raporên rêxistinî ji komikan de ta komîta rêvebir bi zimanê dayikê dihatin nivîsandin. Bûyerek balkêş bi berêz Şêx Alî re derbas bûbû wek nimûne (di civatek hevaltî û dostanî de di navbera Samî Ebidrihman û Şêx Alî û bi beşdariya kerîm sincarî de, berêz Samî xwest alîkariyeke diravî bi partiya berêz Şêx Alî re bike. Lê berêz Şêx Alî razî nebû û tu peran ji dest berêz Samî bigre, û got: Ger tu dixwazî alîkariyekê bi partiya me re bikê, 2000 elfebêya Osman sebrî çap bikin û diyarî me û gelê Kurd bikin.

Bi rastî piştî çend heyvan 2000 elfebê bi riya Bîston, ew jî hevalekî berêz Samî bû, radestî herdu rihmetiyan Kerîmî Hesendêra û Şêx Birîmc kirin. Ew elfebê ji Şamê de ta Cezîrê, Kobanî û Efrîn hatin balvkirin). Partiya Yekîtî ji demek dûr dirêj ve girîngî dabû zimanê dê ji ber ku ziman her tişt e.

Em ji bîr nekin berî avakirina saziyê jî me karê fêrkirina zimên dikir lê ne bi rêk û pêk bû; piştî ku sazî hate avakirin kesên fêrî zimên dibûn bi şan û şoret dihatin xelat-kirin û bawername li wan dihatin belakirin.

Di 4/ 8/ 2006-an de, piştî du giropên zimên pila yekê kuta kirin, di şevbuhêrkekê de ez û mamoste Mustefa Bavê Lewend li mala Îbrahîm Xelîl Bavê Nezmî, me herdu girop bi serkeftin xelat kirin û bawername li wan belakirin. Piştî şevbuhêrka me bi şahî derbas bû û her kes vedigere mala xwe, bi rê de yê yekem Selah Mihemed ji gundê Zerka li taxa Eşrefiyê (sûka xudre) ji hêla ewlekariya Sûryê ve têne girtin, piştre û di wê şevê de, Îbrahîm Xelîl ji gundê Naza û Ebdo Xelîl ji gundê Qitmê ew jî tên girtin.

Lehengê çaremîn Ezet Osman ji gundê Kurka dimîne û her roj dezgehên ewlekariyê diçin mala wî  lê dipirsin. Di wê demê, de ez û Mistefê ve du rojan ji mal bi dûr ketin. Piştî du rojan di riya Bavê Bahoz Hemîd û li mala wî camêrî min xwest hevalê Ezet bibînim, belê min Ezet dît bi beşdariya Bavê Bahoz û min wiha jê re got: Siba li kat 10ê sibê tê herê xwe radestî wan bikî û gava ji te pirsîn kê win fêrî zimanê kurdî dikirin û xelat û bawername li we belakirin û kî berpirsiyarê we ye, bêje û bê tirs Merwanî Tilifê ye û navî Mistefê mîne ziman .

Roja din Ezet dere û wiha dibin çar leheng bona zimanê kurdî heyvekê û çend rojan bê dadgeh û sûc tên girtin. Lê em ji bîr nekin ev cara yekê ye di dîroka sûriyê de çar mirov bona fêrkirina zimanê dê tên girtin û ewlekariya sûriyê vêca li xwe diheyire li gor çi zagonê wan tewanbar bike.

———

* Rojnama Newroz – hejmar /162/ – 20 Cotmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button