Belavkirina çand û gotara kînê, nefret û zikreşiyê di welatên pir-ol û pir-netew ên mîna welatê me Sûriyê de, welatan wêran û xopan dike, kevir li ser kevir nahêle û berjewendiyên giştî berba dike!
Li gora yasa û zagonên navnetewî, hemû pêkhateyên welatekî, çi yên bi hejmara xwe gelek çi jî yên hindik, çi reş û çi sipî … hemû xwediyên yek mafî ne, rûmeta wan ji rûmeta welêt e. Ango, bi tu hawî nabe ku cudahî di navbera welatiyan de hebe.
Eve demek e ku li deverên Kurdî li Sûriyê, ji bal hin aliyên desthilata demkî ve, çand û gotara kîn û zikreşiyê bilind dibe, ew hewl didin ku çerxa felekê bi şûn ve bizîvirînin, rê li ber Kurdan bigirin da ku ew ji mafên yên netewî û hemwelatiyê bêpar bimînin.
Di vê çarçoveyê de, li roja Înê 09.10.2026-an, li bajarê Hesîçayê xwepêşandanek bi diruşmên mîna (Bicihanîna serweriya Sûriyê li ser hemû xaka welêt, yek al…) hate lidarxistin, gotinên li dij Kurdan hatin gotin, tabloyên bi zimanê Kurdî hatin şikandin û gotara nijadperestî û zikreşiyê bilind bû.
Ev liv û tevgera gumanbar, aştiya civakî ya deverê dihejîne, berê deverê dide hoqê ku hemû pêkhate tê de noq bibin û bixeniqin!
Her kes dizane ku ev diruşmên têne hildan, ji rastiyê dûr in, ji ber ku Rêveberiya Xweser fermî tevlî dam û dezgehên dewletê bûye û serweriya dewletê li Cizîrê jî serdest e, Kurd, Ereb û Suryan û hemû pêkhate tê de beşdar in. Lê, xwediyên ramana şoven ên berjewendiyên wan û hin dewletên herêmê dibine yek, nikarin mafên gelê Kurd bipejirînin û Kurdan azad û xwedî mafên wekhev bibînin, vêca dixwazin aramî û hêminiya deverê têk bibin, şer û pevçûneke nû pêxin.
Gelê Sûriyê baceya şerê 14 salan giran daye; îro, pêwistiya wî bi avakirina welatê wî li ser bingeha demokrasî û rêzgirtina mafên hemû pêkhateyan heye, pêwistiya wî bi aştiyê û avakirinê heye. Ji bo pêkanîna vê armanca pîroz, girîng e dengê hemû xêrxwaz û niştimanperweran bibe yek û bi hev re kar û xebatê bikin.
———
* Rojnama Newroz – hejmar /162/ – 20 Cotmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
