Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Êzdayetî: Rewş û Jiyan

Dilovanê Deştê*

Ev gotar li ser daxwaza mamoste Nesîm Şemo, û bi alîkariya wî, hate amadekirin. Piraniyaa têgeh û zanyariyên derbas dibin ji danehava wî ne. Hêjayî gotin ye ku ev beşek ji gotareke berferehtir e; di hejmareke din de jî, beşê hejmara gund, bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê yên ku nişteciyên wan tev Êzdî bûn, yan jî Êzdî beşek ji wan bûn, dê bête weşandin. Niha jî em li gotara xwe vegerin.

Çand yek ji berztirîn şêweyên peywendiyê di navbera civak û miletan de, û asêtirîn bingeha girêdana civakan bi hev re ye; ev jî sedema sereke ye ji bo pêşxistina peywendiyên civakî di navbera miletan de. Parastina çand û kevineşopan xweparastina civakan bi xwe ye; windakirina wan jî jihevketina civakê ye. Çand girîngtirîn hêmana parastina miletan û welatan e; herwisa, çand li gel miletên pêşketî û jîwer, pir balkêş e.

Êzdiyatî, yek ji pêkhateyên ayînî yên Mezopotamiyayê bû, û ta îro roj jî, di avakirin û pêşvebirina herêmê de, ew xwedî roleke balkêş e. Ev rastiyeke din e olî destnîşan dikê ku Êzdiyatî, digel pir tiştên hevbeş bi olên din re, xwedî çand û hin rê-û-resmên taybet e ku ne tenê wê ji olên din cuda dikin, lêbelê wê weke oleke ciyawaz jî destnîşan dikin.

Dema merov li dîrok û xaknîgariya hebûna Êzdiyatiyê vekole, yekser Rojava tê ber çavan. Tevî ku ew yek ji pêkhateyên ayînî yên sereke ye jî, lê zor, stem û tepeserkirina hem ji hêla rêjîmê ve, hem jî ji hêla hin aliyên civakê ve, derbarê vê olê têne ber çavan. Hêjayî zelalkirinê ye ku hewldanên rêjîmê ji bo windakirina vê ola pîroz û lêborînxwaz ta îro roj jî berdewam in. Lêbelê, piştî sala 2011ê, ev rewş li Rojava hate guhertin û dijwarî û zehmetkêşî ji holê rabûne. Vê yekê ne tenê hêviyên civaka Êzdî xurt kirin, lêbelê bikaranîna rê-û-resmên olî jî bi şêweyekî serbest û aram bi rê ve diçe. Ango, qonaxeke nû di pêvajoya peydakirina derfetan li pêşiya Êzdiyan, weku peyrewên hemî olên din, vebû da ku karibin bi hêsanî, bi erkên xwe yên civakî û ayînî rabin. Yek ji encamên vê jî ew bû ku Êzdiyatî oleke hevgirîxwaz, hevjiyanîxwaz û lêborînxwaz e.

Rewş û jiyana Êzdiyan li Rojava di /2/ qonaxan re derbas dibe:

1-  Berî sala 2011ê:

Ev qonax li jor baş hatiye şirovekirin, û wê bêhtir, li pêş, bête zelalkirin.

2- Piştî sala 2011ê:

Ji Bihara sala 2011ê ve, Sûriyê di qeyraneke dijwar re derbas dibê, û ziyan gihande hemî pêkhateyan; lê, mezintirîn ziyan û dijwartirîn wêrankirin bi ser miletê Kurd de barîn. Para miletê Kurd dagîrkirin, Kuştin, revandin, talankirin, koçberkirin, windakirin û diziya şûnwaran, û guhertinên demografî bû. Êzdî, weke beşekî sereke ji pêkhateyên herêmên dagîrkirî, bêhtir ji yên din bûne armanca stem û zordariyê ji hêla komên tundrew û terorîst ve. Bêhtirê gundên wan hatin valakirin û goristanên wan hatin wêrankirin. Ev kiryarên tund û dijwar bûne sedema koçberbûna tevaya Êzîdiyan ji herêmên Efrînê û Serê Kaniyê, û piraniya Êzdiyên gundên Amûdê, Hesekê û Derbêsiyê.

Efrîn:

Piştî dagîrkirina Efrînê ji hêla komên tundrew û çekdarên terorîst ve, hemî pêkhateyên wê ketin bin zor û stema dagîrkeran, nexasim peyrewên ola Êzdiyatî.

Êlên Êzdiyan li herêma Efrînê derdora (12) êlan in; ew jî ev in:

Qelenderan, Şkakî, Reşikan, Dinan, reşî, Gulşar, Heskî, Şemokeran, Hemsoran, Bêrem, Reşwanî, Kesî….

Serê Kaniyê:

Duyemîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ku, tevî gelek gundên xwe ketin bin benê dagîrkeriyê ye. Loma jî ev gund tev ji Êzdiyan vala bûne.

Hesekê:

Êzdî li 25 gundan ji gundewarê bajarê Hesekê hebûn; lê, mixabin, ew li hin ji van gundan nemane, û li hinan jî hejmara malbatên Êzdî kêm bûye. Ev kêmbûna Êzdiyan yek ji encamên rewşa zor û dijwar e ku tê re derbas dibûn.

Dirbêsiyê:

Êzdî li 3 gundan tenê ji gundewarê Dirbêsiyê hebûn,

Tirbespî (Ceriha Cizîra Rojava):

Herêma Tirbespiyê dikeve Bakur û Rojhilatê Cizîra Rojava, hem jî yê Sûriyê. Pêdivî ye bête destnîşankirin ku berî bêhtir ji 100 salî /4/ çar gund li vê herêmê hebûn, ew ne tenê vala bûne, lêbelê şûnwarên wan jî ne xuya ne. Li herêma Cerihê 11 gund hebûn ku Êzdî lê dijîn.

Hêjayî zanînê ye ku ‹eşîrên Êzdî li herêma Tirbespiyê û Cerihê 14 in; ew jî ev in:

Dasikan, Nemirdanî, Kevnasî, Kîwexî, B›acolan (Be’ecolan), Behminmî, Mihokan, Şifqetan, Bacinan, Taqan, Zînan, Dinwan Efşî û Xaltan.

Edet, asa û folklor:

Çand, folklor û edetên Êzdiyan û pêkhateyên olî yên din li herêmên Rojava, digel hebûna hin cudahiyan jî, pir nêzîkî hev in. Ev cudahî jî di van ‹urf û a›adetên jêr de bûn:

1-    Cil û bergên Êzdiyan li hemî herêmên Kurdî ne weke hev bûn. Piraniya mêrên Êzdî di hin qonaxan de, kirasên dirêj û pêsîrqewartî û çakêt li bejina xwe dikirin, û simbêl (simêl) qet kurt nedikirin. Lê, îro roj, çakêt, gumlek û şelwalên bajarî li xwe dikin. Jinan jî kiras û xiftanên dirêj û spî û pêşmal li bejina xwe dikirin û pornuximandî bûn. Li Efrînê, şewlêrên (şelwal) fereh yan jî kiras û hevalkiras ji cawê spî li xwe dikirin. Beşekî ji jinan kofî yan hemewî bi serê xwe de berdidan.

2-    Di guhestina bûkan de, bûk ji mala bavê dibirine mala kesayetiyeke olî ji bo wergirtina pîrozdariyê ji (Xelat) ê. Pêşîmam, yan yek ji pîrozdaran, bûk û zava li hev mehir dikirin, û bi beşdariya bavên mehrê yên bûkê û zavê weku şahid.

3-    Meha Nîsanê û rojên Çarşeman deminên pîroz in, loma jî şûkirin di van deman de nabe.

4-    Di rewşên mirinê de, dema şîniyê rojên fer e (3, 5,…).

5-    Mirî piştî rojava bi axê nayê spartin.

6-    Di her sê rojên piştî şîniyê de û berî rojhilat, kesûkarên mirî seredana gorê dikin.

7-    Di rojên dana xêrê di hemî rojên şîniyê de, eger kesek tenê miribe, divê hejmara sewalên têne gurandin fer be.

Tawis (Sinceq):

Tawis yek ji hêmayên pîroz yên ola Êzdayî ye. /7/ Tawis hebûn, û her yek ji bo herêmekê bû:

1-    Tawisa ‘Enzelê             2- Tawisa Şingal             3- Tawisa Hekarê û Zozanan      4- Tawisa Welatê Xaltan      5- Tawisa Helebê              6- Tawisa Tewrîzê        7- Tawisa Serhedê, Mesqûfa û Dina.

Cejinên Êzdiyan:

1-    Sersala Êzdiyan (Nûjenbûna Çerxa Jiyanê):

Cejina Sersalê dikeve Çarşema pêşîn ji meha Nîsanê li gor salnameya Rojhilatî. Ev cejin kevintirîn cejin e di bîr û baweriyên Êzdayetiyê de çimkî ew bîranîna roja afirandina gerdûnê ye ku Yezdanê Pak û Gewre giyan berda laşê Adem. Ev roj weke (Hêkesor) jî tê binavkirin.

2-    Cejina Êzî:

Cejina Êzî, yan jî (Cejina Rojiyê), di Êzdayetiyê de girîngtirîn û pîroztirîn cejin e. Ew piştî sê rojên rojiyê di kintirîn rojên salê de ye. Ev cejin û rojiya berî wê, nîşana dijayetiya di navbera ronî û tariyê de ye. Divê herî kêm, rojek ji rojiyê, yan jî roja cejnê bikeve yekê meha Ber Çile.

3-    Batizmî:

Batizmî yek ji cejinên pir kevin û girîng e. Berê tevaya Êzdiyan şahî bi hatina vê cejinê dikirin; lê mixabin ku zor, tepeserkirin û komkujiyên derbarê civaka Êzdiyan bûne sedemên ku beşekî berfereh ji wan nema şahî bi vê cejinê lidar xistin. Batizmî seranserî /7/ rojan, ji Yekşemê ta Yekşema pey re, berdewam dikir, û di nav wan de jî, roja yekem ji sala nû.

4-    Cejina Şêbilqasim (Xilmet):

Li gora salnameya Rojhilatî dikeve Îna pêşîn ji meha Gulanê. Xilmet dawiya Biharê û destpêka werza palehiyê destnîşan dike. Herwiha jî, nabe ku berî vê cijinê paleyî bibe. Dîroka vê cejinê vedigere hevdîtina di navbera Mûsa Pêxember û Şêbilqasim de. Li cem Dina, pîrozbahî di heman rojê de bi Cejina Boqetar dikin.

5-    Cejina Xidilyas (Xidir İlyas):

Li gor salnameya Rojhilatî, bi boneya destpêka Biharê, di Pêşem û Îna pêşîn ji Reşemehê de, Êzdî vê cejinê lidar dixin. Ev cejin cihekî balkêş di ola Êzdiyatî de digire; ji ber pîrozî û giringiya wê, Êzdî hersê rojên berî wê bi xwe rojî digirin. Roja pêşîn rojiya Xidilyas e, ya didiwê rojiya Xidir Nebî ye û ya sisiyê ji bo hêvî û daxwazan ji Afirênerê Gerdûnê ye. Gurandin û nêçîr di van her pênc rojên pîroz de nabe. Herwiha jî, xwarina sereke ya di vê cejinê de (pêxwîn/Poxwîn) e ku ji /7/ heft berê cot çêdibe.

6-    Çilê Zistanî:

Di Çilê Zistanî de, Bavê Şêx, Meclisa Rûhanî, Şkestî û Çilegir /40/ çil roj rojî digirin, ew jî ji 11ê meha Berfanbarê ta 20ê meha Rêbendanê ne; cejin jî dikeve herdu rojên dawî de.

7-    Çilê Havînî:

Di destpêka Çilê Havînê de, Bavê Şêx û Meclisa Rûhanî û pîrozdarên olî, û herkesê bixwazê, di rojên vî Çileyî de rojî digirin. Ew ji 11ê meha Pûşberê ta 20ê Tîrmehê, didomîne. Rojîgirên çile bi nasnavê (Çilegir) têne naskirin.

———

* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button