
Mamoste Deham, tu bi xêr hatî mêvandariya rojnameya NEWROZ, hêvîdar in ku xwendevanên me, demeke xweş û sûdar bi we re derbas bikin.
Digel ku di ware nivîsandina bi zimanê Kurdî û zimanzaniyê de tu kesayetiyekî navdar î jî, em bi hêvî ne tu xwe bi xwendevanên NEWROZê bêtir bidî naskirin, destpêk çawa bû, kengî evîna zimên di dil û hişê te de pêket, bîranînên te bi mezinên me re yên tu rastî wan hatî mîna Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza…û hwd.
P1 – Xwezî tu xwe ji xwendevanên weşana NEWROZ re bidî naskirin.
B1 – Ez Deham E. Fetah im, kesekî gundî me min xwendina xwe ya seretayî li gund xwend û ta min Bekeloriya wergirt, û li zanîngeha Helebê min xwendina wêje û Zimanê Erebî bidest xist, min karê mamostetiya zimanê Erebî derdora 40 salî kiriye di dibistanan de.
P2 – Mamoste tu mamosteyê zimanê Erebî yî, te bi Erebî helbest û gotar nivisîne, gelo çima te berê xwe da nivîsandina bi zimanê Kurdî?
B2 – Tu dibistanên zimanê Kurdî li vir tune bûn, bo em xwe hîn bikin, li bajarê Amûdê semînarek li navenda Ciwanan hat pêşkêş kirin em jî vexewndî wê bûn, ew jî li ser helbesta Erebî di navbera kilasîk û nûjeniyê de, min jî pirsin ji wan kirin yekî ji wan gote min Mamoste tu mafê te nîn e ku tu bipirsê, ez gelekî engirîm û ev bûyer bû sedemek ku xwe ji çanda Erebî biguherim û berê pênûsa xwe jî bizivirênim zimanê Kurdî , û min nivîsên xwe yên Erebî şewitandin, ev jî sala 1987 bû , min deh salan xwe hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kir û bi şûn de min dest bi nivîsa li ser zimanê Kurdî bi heman zimanî. Û ji wê demê ve min bi Erebî nema nivîsand.
P3 – Mamoste, rewşa zimanê Kurdî û asta ku gihayê de, tu çawa dinirxînî?
B3 – Eger em rewşa zimanê Kurdî, ku îro gihayê de, bi rewşa wî ya berê re bidin ber hev, em dikarin bibêjin îro em di buhara zimanê Kurdî de ne. Lê eger tu bipirsî gelo ev e armanca te, ez dê bibêjim NA!
Gerek nifşên me yên ciwan, guhdanê li zimanê xwe yê dayik bikin, lê vegerin û bi pêş de bidin, ji ber gelek çerx di ser me re derbas bûne, me guhdan bi rengekî zanistî li zimanê xwe nekiriye. Di vir de gerek em zimanê xwe bi zimanên miletên din re beramber bikin.
P4 – Perwerdeya bi zimanê dayik, çi bandorê li derûniya şagirtan dikê?
B4 – Zarok li ser sînga dayika xwe gotinên zimanê xwe dibihîze û di derûniya wî de têne tomarkirin, lê dema diçe dibistanê û zimanekî din dibihîze, nakokiyeke gewre di dirûniya wî de payda dibe; Lê dema di dibistanê de bi zimanê xwe fêr dibe, ew ji wê nakokiya gewre azad dibe. Aniha şagirtên me di wê dema zêrîn de ne.
p5 – Gelo Çima Kurd li seranserî Kurdistanê nikarin zimanekî standerd bi yek alfebayê bo xwendin û nivîsandinê saz bikin?
B5- Sedemê sereke ji bo vê xalê ew e ku hîn desthelateke Kurdî yekgirtî nîn e, bo vê elfeba yan ya din bikar bîne. Di sala 1970 – 1971 de hweldanin ji bal Cegerxwîn ji zanîngeha Bexdê û Nûrî Elî Emîn ji Soran û yek ji Lûriyan û gotin em dê Ferhengeke yekgirtû amade bikin bo damezrandina zimanekî Kurdî yekgirtû be mîna Ereb, Faris û miletên din. Em ji vir û vir lihevbicivînin û ferhengeke hevbeş û li nav Kurdan belav bikin, piştî bihtir ji 3ê mehan Nûrî Elî Emîn got ev tuşt li ser nayê erêkirin, pirsgirêk ne li aliyê Kurdan e.
Di 2003 ta 2006 ez li çar konferansên di zanîngeha Amedê de hazirbûn û bi beşdariya Dr Izzedîn Mistefa Resûl bo em ferhengekê ji zaravayên sereke amade bikin ku bibe zimanê xwendin û nivîsandinê, ew jî nakokî tê de derketin û neçû serî. Ez giham wê baweriyê ku dewleta Kurdî nebe, em nikarin zimanekî Kurdî yekbûyî amade bikin.
P6 – Hûn rola saziyên zimanê Kurdî li Sûriyê çawa dinirxînin?
B6 – Weke diyarde gelekî baş e, weke Saziya Fêrkirin û Parastina zimanê Kurdî û Saziya Zimanê Kurdî SZK û yên yekîtiyên nivîskarên Kurd, ev sazî lihev rûdinin, lê gelek nakokî û ciyawaziyên rastnivîs û rêzimanê di navbera wan de hene.
Di pirtûka xwe ya dawî de ku bi navê (KOMEK ARÎŞE Û HÊVIYA ZIMANEKÎ YEKBÛYÎ ), ez li ser van babetan rawestiya me.
P7 – Gotina te ji nifşê me yê nû re çi ye? Tu çi dixwazî ji wan re bêjî?
B7 – Ez ji wan re dibêjim ezmûna Se›îd Newresî ku tevaya pirtûk û nameyên wî bi zimanê Turkî û Erebî bûn, yek tenê bi zimanê Kurdî bû û radestî biraziyê xwe kiribû, tê de gotibû: nexweşiyên Kurda ev in: Xizanî, nezanî û nehevgirtin. derman jî ev e: xwendin , xwendin, xwendin, desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.
P8 – Gotina te ya dawî ji xwendevanê weşana Newroz re çi ye?
B8 – Ez gelek şad û dilxweş im ku weşana Newroz hîn berdewam e û ez serkeftinê jê re hêvî dikim, di heman demê de dixwazim ji çi kesê ku Newroz dikeve destên wî ku bixwînin û tişta jê nizanibin bila bipirsin ji ber pirs kilîta zanînê ye. Û spas bo westana we bi min re.
Qamişlo 23.06.2026 Z
———
* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.