Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

CIVATA YEKÎTIYA XORTÊN DEMOKRAT ÊN KURD LI SÛRIYÊ

Samî Mela Ehmedê Namî*

Sala xwendinê ya 1953-1954an li Qamîşlo, hejmara xwendevanên Kurd yên dibistana navîn a fermî digihişt 20 xwendevanan, ez yek ji wan bûm. Hejmarek ji me hîn endamên Yekîtiya Ciwanên Cihanê bûn. Min hevaltiyek bi dilpaqijî bi tevan re çêkiribû, nemaze bi Ebdilezîzê Elîyê Evdê re, – em gundiyên hev û hevalên hev yên zaroktiyê û endametiya Yekîtiya Ciwanan bûn. Rojekê Ebdilezîz hevnasînek di navbera min û Derwêşê Mela Silêman û Mihemedê Mella Ehmed de çêkir – Mihemed mamostê dibistana seretayî li Qamişlo bû. Roj bi roj, hevaltiya me geştir û xurtir dibû û hêdî hêdî em bi raman, bîr û baweriyên xwe nêzîkî hevûdu dibûn, nemaze derbarî rewşa Kurd û Kurdistanê û rêxistinên siyasî yên welêt. Bi demê re rûniştinên me dibûn civîn û armancên me zelaltir dibûn, ta ko bûne biryara damezirandina rêxistineke Kurdî ye serbixwe, ji bona ko rastûrê têkevin xizmeta gelê xwe de. Ta wê demê baweriya Kurdan ew bû ku bi ti awayî wê nikaribin armanc û omîdên xwe bi cî bînin, eger ne di riya komunîstiyê de û bi alîkariya Sovyatan be. Komunîstan digot: Mafên miletê Kurd wê bên bidestxistin, gava dewletên dagîrkerên Kurdistanê bibin komunîst yan bibin welatên sosyalîst. Tevî van ramanên çewt jî ji wan dihat bawerkirin. Ta vê demê ger çiqas bawerî bi vê yekê dihat jî, lê ji wê bi şûnde ew bawerî hat şikestin û ji me re diyar bû ko ev rengê xebatê ji miletê Kurd re ne riya rizgariyê ye.

Hevalên komunîst doza endametiya partiyê li me dikirin, nemaze ewên ku endamên Yekîtiya Ciwanên Cihanê bûn. Lê min bi navê hevalan ji wan re dida xuyakirin ku eger rojekê em karekî siyasî bikin, emê wî karî di hundirê rêxistineke Kurdî de bikin.

Di 21. 04. 1954-an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamişlo hate damezirandin. Damezirênerên civatê ev bûn: Mihemedê Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê û Derwêş Mela Silêman.

PARTIYA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ

Ji Kurdên welatperwer Osman Sebrî, Hemîdê Hecî Derwêş û Hemze Niwêran biryara damezirandina partiyeke siyasî ji bo Kurdên Sûriyê dan. Nîzamnama partiyê bi zimanê Kurdî bi navê Rêzan û bi destê Osman Sebrî û bi alîkariya Doktor Nûredîn Zaza û Mam Celal Talabanî hat nivîsandin. Navê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Armancên giring yên partiyê rizgarkirin û yekitiya Kurdistanê bû.

Piştî danîna nîzamnama partiyê, di payiza sala 1958an de endamên komîta navendî ji van kesan pêk hat: Doktor Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Hecî Derwêş, Hemze Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Henan, Şêx Mihemed Îsa û Cegerxwîn.

Di 14ê hezîrana sala 1957-an de, civîna pêşî ya komîteya navendî hat lidarxistin û ew roj wek roja damezirandina partiyê hat hesibandin.

Li vir dixwazim têkevim mijarekê û hinekî wê rave bikim, bê bi çi awayî Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd dibû beşek ji rêxistina partiyê.

DAWETA SAMÎYÊ NAMÎ

8ê Çiriya Paşîn ya sala 1958an, roja veguhastina hevjîna min Behiya Mela Mihemedê Beyandûrî bû. Dawetek pir xweş ji me re hate çêkirin. Xweşbûna wê bi dawetvaniyên wê bû yên weke Doktor Ehmed Nafiz, Arif Ebas, Doktor Nûredîn Zaza, Mam Celal Talebanî, Silêmanê Haco, Evdê Têlo, Hesen Hişyar, Seydayê Tîrêj, Mela Silêmanê Şehrikî, Ezîzê Zazî  digel hejmarek ji welatper-weran û xort û keçên Kurd. Dawet bi reqsên rengîn û bi awazên kemança Mihemedê Kinê hat gerandin. Dawetvanî bi biçûk û mezinên xwe ve ketin dîlanê. Di nava şahiyê de, dawet rawestiya û şîraniya dawetê li dawetvanan hate gerandin.

Silêmanê Haco Axa, mêvanên me bi dawetvaniyan dan nasîn û di gotina xwe de, Namî û kurê wî Samî pîroz kirin û got:

Ev heval û birayê me Celal Talebanî ye, mêvanekî me yî ezîz e, ji Kurdistana Îraqê hatiye û bi me re beşdarî vê şahiyê bûye. Em dibêjin ser çavan tu hatî û bi navê we ez doza gotinekê lê dikim. Mam Celal di gotina xwe de Namî û kurê wî pîroz kirin û got:

Ez ne mêvan im, ez îro li mala xwe me, di nêv gel û hevalên xwe de me. Gava Kurdek ji parçekî Kurdistanê diçe parçekî din wek ku mirovek di mala xwe de, ji odekê têkeve odeke din.

Doktor Nûredîn Zaza jî peyivî û got:

Em bi vê hevdîtinê gelek kêfxweş in, sipas ji Namî re û pîroz be daweta kurê wî Samî. Ez ji xort û keçên Kurd dixwazim ko bixwînin û tevlî tevgera miletê xwe bibin. Xwendin e ya ko şopa azadiya gelan ronî dike û wan serfiraz dike, digel sipasiyan.

Stokholm 2026.06.24

———

* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button