
Pêşkêşî
Jerkî Herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc/Kurdaxê) li Avdara 2018an. Z ketiye bin destê Dagîrkeriya Turkiyê û Milîseyên nandoz yên bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” têne navkirin, piştî dijberiyeke derveyî û cûrerengên çekên bejayî û asîmanî yên ku tê de hatine bikaranîn, Nivîsgeha Ragihandinî – Efrîn a Partiya Yekîtî ya Demokrat li Sûriyê zincîrek rapor bi navê “Efrîn di bin dagîrkeriyê de” bi zimanê erebî û kurdî, bi rengekî rêkûpêk derxist, ta gihîşt /332/raporan. Ev rapor tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê û rengerengên din ên binpêkirinan di dermafê herêmê û xelkê wê de belge dikin, yên ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve pêk hatine, bi serpereştiya Dagîrkeriya Turkiyê û di paş siyasetên wê yên nijadperestî û dijberiyê de (yên li dijî Kurdan, hêzên wan ên siyasî û rêvebiriyên wan ên xweserî, yên di karnava kirîza Sûriyê de hatine çêkirin); Û ew binpêkirin û tewan -ta gengaz hebû- piştî şopandin û hûrgilîkirina agahî û hînavan hatine belgekirin.
Em bang li Civaka Navdewletî û rêkxirawên mafwerî û hêz û kesayetên têkildarî rewşa Sûriyê dikin, nemaze jî Hêzên Niştîmanî yên Sûrî û Rêvebiriya Şamê ya demkî, da ku guhdaneke tewaw bidin naveroka raporên “Efrîn di bin dagîrkeriyê de” yên belavkirî, li ser riya pêkanîna dadmendiyê, vegerandina mafên qurbaniyan, sezakirina yên binpêkirin û tewan kirine, û girtina deriyên filtandina ji cezakirinê.
Vêca li ser hêvî û daxwaza şopîneran û herweha dîtin û baweriya me jî, emê her komek hejmar ji van raporan tevî daxuyan, bîranînderên taybet yên bi Zimanê Kurdî -li gor gengaziyê- bikin doseyeke êliktironî û bixin ber destên guhdaneran, raya giştî û komele û rêxistinên mafwerî û yên din, bi hêviya ku bibin lêvegereke belgeyî ji şopîner û nifşên pêşerojê re.
Beşê yekê ji raporan ji hejmar /1/ ta hejmar /50/ ye, beşê diwem ji hejmar /51/ ta hejmar /100/ ye, beşê siyem ji hejmar /101/ ta hejmar/150/ ye, beşê çarem ji hejmar /151/ ta hejmar /200/ ye, beşê pêncemîn ji hejmar /201/ ta hejmar /250/ ye, beşê şeşemîn ji hejmar /251/ ta hejmar /300/ ye, û beşê hetemîn ji hejmar /300/ ta hejmar /332/ ye.
20.04.2026an
Komîta Çand û Ragihandinê – K.Ç.R
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
——————-
