Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Du tewanên kujtinê li herdu Gundê “Bircebdalo” û “Keferzîtê”

Daxuyan

Tekezî ji fişbûna rewşa ewlehiyê re li Herêma Efrînê ya dagîrkirî, û serberdabûna yên binpêkirin û tewanan dikin ji cezakirinê, du tewanên kujtina mebestkirî di dermafê du sivîlên Kurd de, di navboriya du rojên li dû hev de, çêbûn.

Li dor kat heyştê êvara du, Hemwelatî “Mihemed Îdo Ehmed Derwîş /57/sal” ji xelkê Gundê “Bircebdalo” – Şêrwa ji aliyê du çekdarên serçavgirtî ve tûşî avêtineke qurşîna bi awakî yekser hat, ew di cî de mir, kujer reviyan, terma wî ji aliyê cîrana ve bo nexweşxana leşkerî ya Efrînê hate guhestin, û piştî çend katan bo mala wî li gund hate vegerandin. Ew bûyer piştî hewildana derketina wî ji çadirê xwe -yê ku tevî hevjîna xwe li nav zeviyeke xwe ye keskahiyê tê de rûdinicht, û zevî bi ava bîreke bi taqeta êliktroroniyê dixebitî dihate avdan- çêbû, piştî bihîstina dengê çekdaran.

Lê pêrar, li Roja Çarşemê 05.011.2025an. Z, li dor kat şeşê êvarî jî, Hemwelatî “Şukrî Ehmed Oso /70/sal” ji xelkê Gundê “Keferzîtê” – Başûrê Bajarê Efrînê tûşî qurşînan bû, li dema ajotina wî ji tirektora xwe ya çandiyê û vegera wî bo mala xwe li gund, piştî derketina wî ji guvêşgeheke zeytûna ye nêzîk Gundê “Firêriyê” yê hevcîwar, di cî de mir, û kujer reviya, bi behaneya tolhildanê ji kurê xwe yê ku berî çardeha salan hatiye kuştin, piştî nakokiyekê di navbera wî û kurekî “Ṣukrî Oso” de, û divê were zanîn ku kujer jî reviya. Kujer ji Malbata Îse – Êla Umêrat e, û berê gelek pêşxerî ji bo lihevhatina herdu aliyan hatibûn kirin û Malbata “Oso” jî tim jê re amede bû.

Herdu tewan ciyê şermezarî û protestokirinê ne, û erka destlatên xwecihî ne hûrgiliyan zelal bike, bide dû tewankaran, û wan pêşkêṣî dozgereke dadmend bike, da ku cezayên xwe bibînin, û herweha pêngavine zêdetir bavêje, ji bo çekdarên milîseyan û malbatên wan vegerînin herêmên wan ên resen, û weha jî rêgirekê ji geregoşiya hilgirtina çekan re dîne.

07.11.2025. Z – 2637 k

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Herdu Hemwelatî “Mihemed Îdo kurê Ehmed  Derwîş, Şukrî Ehmed Oso” yên vêguneh hatine kuştin.

Related Articles

Back to top button