Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

“Proseya siyasî ku îro di bin sîwana desthilata demkî li Sûriyê de birêve diçe, pêşketina dihat xwestin û hêvîdar bidest nexist”

Partiya "Yekîtî"

AGAHÎ

Li roja (1-2) meha Çiriya Pêşîn 2026-an, komîta Rêvebir ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de, rewşa rêxistinî ya Partiyê, rewşa tevgera Kurdî, encamên pêvajoya siyasî li Sûriyê digel têkilî û bandora destêwerdanên hevsînorên herêmî bi firehî hatin gotûbêjkirin. Herwiha, rewşa heyî bi gelemperî ji hemû aliyan ve mîna rewşeke têkilhev û kirîzbûyê hate nirxandin ku pêdivî bi guherîna wê heye, û da ku ew guherîn biserkeve, pêwiste ew kar bi hişmendî û hevkariyeke berfireh li ser asta tevaya welêt bi rêve here.

Ev proseya siyasî ku îro di bin sîwana desthilata demkî li Sûriyê de birêve diçe, tu pêşketinên ku dihatin xwestin û hêvîkirin çi di warê jiyana siyasî, geşkirina dezgehên dewletê û azadiyên giştî de bidest nexist. Ne tenê wilo, roj bi roj, ji ber pêlên buhabûnê, jiyana xelkên Sûriyê rastî kirîz û astengiyan dibe û derfetên kar ji ciwanan re kêm û hindiktir dibe, û her diçe, xeleka hejarî û birçîbûnê firehtir dibe û kirya karkeran pir nizm û kêm e, pêdiviyên jiyaneke bi rûmet  dabîn nake.

Ji ber sedema bikaranîna siyaseteke diravî û aborî ya ne zelal, a dûrî rêbaza zanistiyê bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên ku bi salan komserhev bûne, û bicihanîna geşepêdan û dadmendiyê, aboriya welêt şûnve diçe. Desthilata demkî, çavên xwe ji ezmûnên serkeftî  di warê rêvebirina dewlet û civakê de digre, sûdê jê nagire, û ji hevpariya niştimanî û cudakirina destelatan li ser bingeha azadiya dadê û kartêkirina wê, û geşkirina jiyana siyasî digel bêaliya dewletê, ku dezgehên wê dûrî idyolojiyê û partîtiyê bin direve, û naxwaze jiyaneke siyasî ya durust cih bigire.

Sebaretî rêbaza çareserkirina doza netewî ya Kurdî li Sûriyê ku ji bal desthilata demkî ve hatiye ragihandin, civînê, metirsî û dilsariya xwe anî zimên, çimku ew çareserî ne di asta doza miletekî ku bi xaka xwe ya drokî ve girêdayî de ye, miletekî ku hêj berî sed salî ve toşî sitemên dijwar bûye, digel ku ew bûye qurban û goriyê siyasetên kolonyalist ên Ingilistan û Fransayê.

Pêwist bû ku ew rêbaza çareseriyê dûrî siyasetên dûrxistin û zordariyê bûna, ji ber wan siyaset û kiryarên ku di dema serdestiya Fransa û hikûmatên Sûriyê de dihatin kirin, civaka Kurdî derd û êşên giran kişandibû.

Ji bilî piştgiriya me ji Rêkeftina 29-ê Çileya Paşîn a 2026-an û Fermana Komarî No: 13, em dibînin ku bicihanîan xal û biryarên wan ên girêdayî bi mafên netewî yên Kurdî û bicihkrina wan di makezagona nû de, xwestekeke giring û lezgîn e, ji ber ku ew zemîneke baş ji hevpariya niştimanî re saz dike.

Hêjayî gotinê ye ku yekirina dezgehên sivîl û leşkerî yên Reveberiya Xweser bi yên hikûmeta navendî re, cihê kêfxweşiya gelek beşên cuda yên gel e, û rê li pêş avakirina dewleta dad û hevpariya niştimanî dûz kiriye. digel ku kadro û pisporên partiya me  ji vê tevlêbûnê hatine bidûrxistin jî, lê em piroseya yekirinê destek dikin.

Li ser asta navdewletî, herêmî û hevsînorên Sûriyê û li ser hesabê azadiya biryara Sûrî, destêwerdan di hundirê Sûriyê dibin. Bo rêgirtin li pêş van destêwerdanan û bo parastina parêzbendî û azadiyê li hember guvaşên herêmî û rêgirtin li pêş derketina şerekî ku tu berjewendiya gelê Sûriyê têde tune ye, ji hemû hêz û çalakvanên siyasî yên hundir destelatê û yên derveyî wê tê xwestin ku ew asta xebat û hevkariya xwe bilind bikin.

Her diçe, bandor û paşhatiyên şerê di navbera Israyîl û Emerîkayê ji hêlekê û Hikûmeta Îranê ji hêleke din ve de gurtir dibe ku bandora xwe ya aborî, leşkerî û hwd..li encamên siyasî dike, û dibe ku sibe agir û pêta vî şerî belav bibe, deverê bi tevayî bike qada şerekî berfireh ku bandora xwe li dewletên hevsînor bike. Di vî warî de, vekişîna hêzên leşkerî yên Emerîkayê ji Îraq û Kurdistanê roja 30.0.9.2026-an, yek ji encamên vî şerî bû, û ew rawestgeheke giring li ser rêya serweriya gişştî ya Îraqê bû.

Dibe ku bête gotin, piştî vekişîna Emerîka ji Îraqê, dê Herêma Kurdistanê (Sîwana Parastina Navdewletî) winda bike û pişta wê ji êrîşan re vekirî bimîne, lê yekirina hêzên pêşmerge û hevahengî bi artêşa Îraqê re, metirsiyên tevlîhevî û aloziyê sînor dike.

Îro, dest bi qonaxeke nû bûye, ew jî ev e ku li şûna palpiştiyê  bi hêzên navnetewî, palpiştî bi hevpariya niştimanî û çalakirina serweriyê û rijêma Federal li Îraqê dibe.

Digel ku hokarên nakokiyên herêmî û belavbûna serberdayetiya siyasî li dever û li cîhanê berz bûne jî, lê eger hêzên mezin bixwazin, hêj derfeta dorpêçkirina agirê nakokiyan pêkan e. Lê, bi armanca bidestxistina hin destkeftiyan û pêkanîna berjewendiyên tekeleyên kompanyayên sermayedar û parastina buhayê petrolê ku Emerîka sûdeyeke mezin jê werdigre û ji ber encamên şerê Kendavê ew bûye derhênera yekê li ser asta cîhanê, lê rêbaza Emerîkayê bi serokatiya D.Tramp her berew pêxistin û geşkirina şeran ve ye.

Li dawiya civînê, hin biryarên giring sebaretî rêbaza hevpariya niştimanî û  xweşkirin û geşkirina têkiliyê di çarçewa tevgera niştimanî ya Sûrî de û çalakirina rola Partiyê di warê yekirin û çarçewkirina tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê û şopandina karê hevbeş û pêşvebirina wî bi biraderên me di Partiya Demokrat a Pêşverû  ya Kurd li Sûriyê de, herwiha bi Partiyên Hevdîtina Şêwrê, û her ji bo berjewendiyên giştî yên gelê me yê Sûrî bi Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên xwe ve, her dê kar û xebat berdewam be.

Heleb: 0.3.10.2026 Z

Komîta Rêvebir Ya

Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Related Articles

Back to top button