Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Partiya (PYDKS) sersaxiyê ji heval û malbeta dilovanber Kemal Şakir re dixweze

Birûska Sersaxiyê

Bo Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê……

Hevalên hêja……

Bi dilekî xemgînî me nûçeya koça dawî ya hevalê têkoşer Kemal Şakir (bavê Semîr), Sekretêrê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê bihîst.

Têkoşer Kemal Şakir yek ji pêşengên diyar yên tevgera komunîstî û niştimanperwerî li Kurdistan û Iraqê bû, temenê xwe di oxira azadî, demokrasî û dadmendiya civakî de derbas kir. 14 sal zindan, biryara darvekirinê û salên sirgûnê nekarîn îrade û baweriya wî bi doza gelê Kurd û çîna kedkaran bişkînin.

Em wek komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî we, hemû rêxistinên Partiya Komunîst a Kurdistanê û malbata hêjayê koçkirî dikin.

Bila cihê wî bihişt be û bîranîna wî her zindî bimîne.

komîta Siyasî ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17.09.2026

Related Articles

Back to top button