Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Partiya “Yekîtî” kongira duyemîn ya Partiya “Welatparêzên Kurdistanê” pîroz kir

PÎROZNAME

Hevalên hêja, Endam û mêvanê kongira duyemîn ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê …

Silavên biratiyê ji Rojavayî Kurdistanê bo we rêdikin, û serkeftinê  ji  karê we re dixwazin. Hêvîdarin ku di karê kongir de û weha jî di xebat û bizavê de hûn her serkevtî bin.

Xûşk û birayên hêja…

Weke hûn jî dizanin Rojhilata navîn careke din ketiye tevlihevîyek mezin de, û tê diyarkirin ku pilanên nû ji aliyê dewletên bi hêz ve tên hûnandin, û guhertinên berçav di rê de ne, Kurdistan bi her çar perçeyên xwe jî di nav  rojeva guhertin û cengê de ye. Tirs û guman heye  ku careke din wek berî sed salî kurd bibin qurban,  ji bo vê yekê  yekrêzî û yek helwestî ya tevgera gelê kurd li her perçeyekî Kurdistanê pêwîste, û li ser asta Kurdistanê bigiştî  jî pêwîstîya yekrêzî û hevkarîyê heye.

Em wek Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûryê, di vê qonaxa nazik û aloz  de giringiyê didin  yekrêzîyê û hevkarîyê, û dibînin ku  partiyek bi tena xwe çiqasî bi hêz be jî nikare bi barê doza çarenivîsa gelê kurd rabe, tenê  yek rêzî û yek helwestî li ser hemî astan giraniyê  û berdewamîyê dide doza me ya rewa.

Em bi germî piştgirîya karê we dikin, serkevtinê ji kongirê we re dixwazin.

 Komîta rêzanî

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Qamişlo 27.08.2026an

Related Articles

Back to top button