Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Foruma Çep a Kurdistanê hedefgirtina ofîsa Serok Mesrûr Barzanî şermezar dike

Li gorî daxuyaniyên fermî yên dezgehên ewlehiyê yên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, piştrast bûye ku di 17ê Tebaxa 2026an de baregeha ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û stargeha rêveberê dezgeha ewlehiyê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine hedefgirtin.

Em wek Foruma Çep a Kurdistanê vê êrîşa eşkere ya Komara Îslamî ya Îranê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş ne bûyereke tenê ye, lê berdewamiya rêze êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ye, ku di encamê de bi dehan Pêşmerge û sivîl hatine şehîdkirin.

Ev binpêkirinên dubare, tevî helwesta bêalî ya fermî ya Herêma Kurdistanê di vî şerî de, bi zelalî nîşan didin ku rejîma Îranê ji destkeftiyên dîrokî yên gelê me li Herêma Kurdistanê nerazî ye û hewldanek tirsonek e ji bo sepandina hegemonya û bandora xwe.

Em bang li hemû gelê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt dikin ku ji bo parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê bibin yek û parastina vê ezmûn û aramiyê wek berpirsiyariyeke dîrokî û neteweyî ya hevpar bihesibînin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî yên civaka

navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwesteke zelal û bihêz bigirin da ku Komara Îslamî ya Îranê şermezar bikin û tavilê van binpêkirinên ewlehiyê rawestînin. Ev êrîş aramiya herêmê tehdît dikin.

18.8.2026

Forma çep a Kurdistan

Related Articles

Back to top button