Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Min Di Xewnê De Zimanê Xwe Dît

Kalê maratê*

Ez di xew de bûm. Min xewnek dît.

«Hey lo» dengek hat. Min li dora xwe mêze kir. Tu kes tune bû.

«Lo ma tu min dibihîsî?» Min dîsa li doraliya xwe nihêrî: lê dîsa tu kes tune bû.

Min got: «Erê ez te dibihîsim, lê te nabînim: Tu kî yî? Li ku têyî?

Got: Ez hem kesek im, hem jî her kes im. Ez hem tiştek im hem jî her tişt im. Ez zimanek im: Zimanê her tiştî me. Ez zimanek im. Zmanê te me. Zimanê te yê zikmakî me. Her çi di cihanê de, mirovên min bikartînin heye, di min de ye. Çi we mirovên ku afirandiye di min de bi min xuya ye»

Min jê pirsî: «Niha tu zimanî? Çawa û çi ziman e?

«Ez Kurdî me» bersiv da û got: «Zimanê gelê Kurd im, bîr û bawerî, hiş û hişmendî, mejî û raman, dîrok û kevneşopên Kurd im, jiyana Kurdan û Kurd bixwe me. Her tiştên Kurdan bixwe me. Her tiştên Kurdan di min û bi min bi ve ne.». Min pirs berdewam kir: «tu li ku yî?» Bersiv da û got: Ez di mêjiyê te de me, «çawa?» Min pirsî .

Wî got: «Ma tu nizanî çi yê te heye, di mejiyê te de. Ez di zindana mejiyê te de dîl girtî me.»

Min dîsa pirsî: «çawa?»

«Dema ku tu yekem car çûbûyî dibistanê» û gotinê berdewam kir: «te bi zimanê biyanî dest bi xwendinê kiribû «.

Min got : Erê

«Ew ziman giran bû, lê pirê caran bi zorê hînî te kiribûn. «Gotinê berdewam kir: «û mamosteyên zimanê biyanî, zimanê xwe hînî te dikirin. Di demê de zimanê te yê zikmakî yanî ez li te hatim qedexekirin û li ber çavên te hatim biçûkirin»

«Tê bîra min …» Min got û berdewam kir:

Qey wî ez nebihîstim û vegotina xwe berdewam kir. «Di destpêka hatina wî zimanê biyanî de, di mêjiyê te de giran giran cih digirt û min jî ji wî re cih vedikir. Ez kêfxweş bûbûm ku zimanek li min cîran dibû, ji bo ku ez di mêjiyê te de bi tenê ziman bûm. Min dixwest ku pir hînî zimanê te bibin ku min dewlemend bike. Bi rastî jî yê dewlemend bikira. Di mejiyê te de cih fireh bû. Te dikarîbû bi dehan zimanan di mejiyê xwe de cih bikira tu hê zarok û ciwan bûyî.

Min pirsî: «Çi bû ?»

Lê min nexwest ku ez vegotina wî bibirim. Min pirsa xwe kurt birî û wî berdewam kir; lê ev ziman hat. Cih û warê min dagirand. Paşê ez girtim avêtim bin mejiyê te. Bin jî cihekî wisaye ku bi rastî mirov dikare vê bi zîndana mejî bi nav bike. Lê vê zîndanê, yanî di bin mejiyê te de tiştên ku ji mejiyê te, yên ku ji alî civatê û ji doraliyê te ve hatin qedexekirin hene. Tiştèn di vir de yên ku ji alî pergal û civatê ve hatine cezakirin hene.

«Min hinek bi qîrîn û meraq» çarx bibe û bizivire ser xwe. Paşê li te çi bû? Tu vê bêje. Te çi kir? Min çi kir ?»

Min vegotina wî ya li ser wî, yanî serboriya wî meraq dikir. «Gav bi gav te ez anîm bîra xwe» got. Lê di demê de te ez ji bîr kirim, bi salane ez di vê zîndan û bîra reş û tarî de dijîm.

«Xewna min bû xofek û ser min de dihat;

«Niha tu min nasdikî ? Ez têm bîra te?»

Ew bi hemû hezên xwe bi ser min de dihêşt ku ez difetisîm û dilê min teng dibû.

Min got; «Erê, tu di bîra min de yî. Ez te nas dikim. Mîna duh di bîra min de yî, tu zimanê min ê yekemîn, zimanê minê zikmakî yî. Ji kesekî din ez fêrî te nebûm, ji dayika xwe, ji bavê xwe, di zikê dayika xwe de ez hînî te bûm. Dema ku min çav û guhên xwe li vê dinyayê vekirin, çavên min dayik û bavê min dîtin, guhê min dengên wan ên bi te xemilandî bihîstin,

«Min ji vê zîndanê bifiltîne. «gotin bi  neçarî û berdewam kir:

«Ez ji te cihê xwe yê ji aliyê zimanê biyanî ve hate dagirandin dîsa dixwazim. Eger tu bi têkoşîn li ber xwe bide ez ji bo te amede me. Tu min di vê zîndanê de bihêlê û min nawazî ez dê ne zimanê xewna te bim, ez dê bibim zimanê xewnereşa te»

Min bi hêrs betanî ji ser xwe avêt û ez ji xewê rabûm. Êdî zimanê min ê zikmakî di xewna min de ye û ez dê xewnên xwe pê bibînim.

———

* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button