Nûçe

Parastina Jîngehê, Jîngeh çi ye?

Mustafa Hannan*

Ji wê dever, herêm, çarçew û cihê ku zîndewar jiyana xwe ya rojane lê diqedînin re jîngeh tê gotin, ango cihê ku jiyan lê heye.

Jîngeh, ji pêkhateyên zindî (mirov, ajel, riwek, kurmûkêz,…) û nezindî (ax, av, ba,…) pêk tê.

Di nav van pêkhateyan de, têkilî û girêdaneke tund heye, ango pêkhateyek bêyî ya din nabe, darûber  bê ax, ba û avê nabin, ajel bi piranî bê av, ba, ax nabin, ax bê av û ba, ajel nabe, mirov jî bêyî her tiştên ku li jor hatine nabe, ango mirov nikare bê av, ba, xwarin, ax, riwek, dar û beran bijî û jiyana xwe berdewam bike. Hemû tişt jî bêyî tav û ronahiya royê nabin.

Ji werzên salê yên herî baş, xweş û guncav bo ger û seyran û bêhinvedanê, werza Buharê ye. Buhar bi xemil û rewşa xwe, bi reng û ciwaniya xwe giyanê bi canê mirov, ajel, dar û beran de ber dide li Buharê her der dixemile û jiyaneke nû dest pê dike. Lewra di Buharê de, mirov di rojên bêhinvedanê de, di rojên karbestiyê de, tev malbat, an dost û hevalên xwe berê xwe didin nav xwezayê, ber çemekî, an kaniyekê an jî nav daristanekê, ji bo çend katan ji rojê bidizin û demine xweş dûrî qirecir û qerebalixa bajaran û alavên kar bihorîne.

Helbet, her yek ji me dema dixwaze derkeve nav xweza û sirûştê, dixwaze here cihekî hênik, xweşik, nav dîmenin nazik û cihekî bi bayê xwe paqij û hênik, li nav giya û kulîlkên rengareng û bêhinxweş, roja xwe ligel hevalên xwe biqedîne.

Lê mixabin! Pirî caran dema merov, an yek ji me diçe cihekî bala xwe dide ku cihekî ku yek lê rûne û bêhina xwe vede tune ye, derdor û cihê ku yek rûne, ji qirêj û gemarê tijî ye, lewma mirov neçar dibe an cihê xwe biguhêre, an jî wî cihî ji qirêj û gemarê paqij bike paşê rûne.

Gelo! Ma ev derên ku hêjayî seyran û bêhinvedanê ne, cihên kesekî taybet in, paqijhiştina wî cihî ji pîsbûn û qirêjê berpirsyariya kê ye? Ma ne hemû kes wan cih û deveran bi kar tînin, ma ne her kes lê rûdine û lê xwarin û vexwarina xwe dixwe û vedixwe?

Gelo! Çima em ji xwe re nakin kar, ku her yek ji me bi erkê xwe, derbarê paqijhiştina surûşt û jîngehê, ranabe û ji berî wî cihî li şûn xwe bihêle û vegere mala xwe, wan deran paqij nake, gemara xwe, bermahiyên xwarin û vexwarina xwe berhev nake, naxe tûrekî û navêje cihê çopê yê destnîşankirî?

Parastina jîngehê ji qirêj û pîsbûnê, ne erkê me yekî bi tenê ye, ew erkê min e, ya te ye, ya wî û wê ye, erkê me tevan e, bila yek ji me nebêje ma ezê bi tenê çi bikim, ezê bi tenê çawa jîngehê paqij bihêlim? Na tu ne bi tenê yî! Ez, tu, ew û em tev bi hev re, dema ku em her yek bi erkê xwe rabin û derdora xwe paqij bikin û paqij bihêlin, dê her der paqij bimînin, paqijkirin û parastina jîngehê ne tenê erkê destlat, karmendên destlatê û rêxistinên pispor e, lêbelê ew erkê hemû endamên civakê ye.

Eger her kes, mala, pêş mala xwe, kolana xwe, cihê ku lê rûdine dixwe û vedixwe,  paqij bike, dê her der paqij bimînin û hemû pêkhateyên ser zemînê dê jiyaneke xweşik, ciwan û tendurist biborînin.

Na! Ji pîskirin û qirêjkirina jîngehê re.

Belê! Bo paqijhiştina jîngehê û parastina wê.

Osnabrück, 23.05.2026

———

* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button