
Di rojên dijwar û di nav serpêhatiyên giran de, jiyan li pêş çavên mirovan pir caran reş û tarî dibe. Mirov di nav xem û qisewetên giran de gêjo-mêjo dimîne, jiyan çember û çarçuva serê wî teng dike.
Lê pêwîst e ku mirov hêviyên xwe weha winda neke, ji ber ku hin caran, di nav bûyer û serpêhatiyên dijwar de jî, tiştên baş derdikevin holê, ango di zikê neyniyê de hin caran erênî heye.
Wek mînak, berî şerê Sûriyê li ba pir kesan hêvî û armanc hebûn ku keç û xortên xwe li Ewropayê bixwînin. Lê mixabin, ji ber şert û mercên dijwar, nemaze yên aborî, civakî û h.w.d, ne her kesî dikarî armanc û hêviyên weha bi hesanî pêk bîne.
Lê dema ku şerê têvel li sûriyê û li ser sûriyê dest pê kir, çi û çiqas sal dirêj kir, fişar û tengasiyên curbecur li ser gelê Sûriyê zêde bûn, gelek hemwelatî neçar diman ku welatê xwe bihêlin û berê xwe bidin Ewropayê da ku karibin zarokên xwe ji kuştin û birçîbûnê biparêzin.
Herwisan û ji ber vê yekê, ew li gelek welatên cîhanê pekiyan û belav bûn bi gelamper, û nemaze jî belengazên Kurdên me!
Lewre jî, vaye niha dibe zêdetirî deh salane ku gelek Kurd li Ewropayê cîwar bûne û hebûna xwe li wir wek keyseke lêhatî dibînin. Wisan jî, wan bi hesanî berê zarokên xwe dane dibistan, instût û zanîngehan, da ku ew mendal û zariyên rojnedîtî bixwînin û pêşve biçin. Ango hino hino li roja îro em dikarin bêjin ku bi sedan keç û xortên Kurd li zanîngeh û di fekûltên zanistî yên têvel de xwendin, bi dehan pisporên naskirî wek bijîşk, endezyar û .w.d bi holê ketin, hê jî keç û kurên me li vê biyanistanê li ser wê riyê berdewam in.
Bêgûman ev yeka ha ji bo me Kurdan şahnazî û serbilindî ye. Ji hêla dî ve, ev nîşana hişmendî, fedakarî û biryardariya dê û bavên wan keç û xortan e, ku wan karîbûn, di nav merc û hoyên zor dijwar de, xwedî li zaroyên xwe derkevin û berê wan bidana riya rast û durist.
Bi vê yekê, keda wan roj bi roj berdidan, berhem û hêviyan cîh digirtin, keç û xortên me bi serbilindî di hemû warên jiyanê de hêvî û armancên xwe bicîh dihanîn.
Wisa jî, ji hêla xwe ve, ew di nav dezigeh û saziyên fermî yên welatên Ewropayê de, cîhên balkêş digirtin. Ev jî ji bo doza gelê Kurd û pêşeroja wî, bêgûman sermiyanekî girîng e.
Her çiqas rêya ku me derbas kirî tijî zehmetî û fedakariyan bûye jî, encamên ku îro em dibînin û nîşan didin ku hêvî û bawerî tu carî bêberhem namînin. Xwendin û zanîn bingeha pêşeroja neteweyan e, û her serkeftineke keç an xortekî Kurd serkeftina hemû gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, pêwîst e em herdem ji nifşên nûgiha re piştgir û alîkar bin da ku bi zanîn, hişmendî û serbilindî pêşerojeke ronahîtir ji bo xwe û gelê xwe ava bikin.
Bi rastî, em ji nav tarîtiyê derketin û ber bi ronahiyê ve birêve diçin. Hêvî heye ku ev ronahî roj bi roj mezintir bibe û nifşên nû bi zanîn, yekîtî û serkeftiyan, gelê xwe li her deverê bilind bikin
Erê û dîsan erê, ma gelo em li ku bûn û gihane ku?!
———
* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.