
Qamişlo ev bajarê ku hunermend Seîd Yûsiv bi navê Bajarê Evînê bi nav kiriye, bi hunera xelkên xwe ji Cuhû, Siryan, Ermen, Kurd û Ereban ve hatiye avakirin. Dergehê xwe zû bi zû ji xelkê re venake. Îro, piştî 100 salî ji avakirinê, gelek wêneyên wê, wek filaşbakê di ber çavê min re derbas dibin.. Mirovên wê bi xurtî li dergehê hiş û xeyala min didin, doza mafê xwe dikin ku ez wan bibîr bînim; Qidûr Begê Milî bi kumê xwe yê sor û bi rêşî, Hesenê Haco bi kum û kolozê Hevêrkî, Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi bijîşkiya xwe a çelengî, Cegerxwîn bi helbesta xwe Kîme Ez, Namî bi helbesta xwe Pêşkevin Em Serfirazin, Karabêtê Xaço bi strana Lawikê Metînî, Aramê Dêkran bi Zimanê Kurdî Şêrîn û Xweş E, Mihemed Şêxo bi strana Ez Bûme Pîrê Xemcivîn û Seîd Yûsiv bi strana Qamişlo Bajarê Evînê.. Û Wiha ew filaşbak, min bi dûv xwe de dikişkişîne.

Erê.. Qamişlo ev bajarê ku hin jê re dibêjin Kalîforiniya Rojhilatê, hin dibêjin Parîsa Biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê, di 20ê Tebaxa sala 1926an de, ji aliyê Fransîzan ve hatiy avakirin. Di destpêkê de, Cihûyên Nisêbînê, Siryaniyên Bagokê, Ermenên ku ji ber tirkan revyayî bûn û Kurd û Erebên derdorê bi avakirina Qamişlo re westiyane û xwe li dor xanîkê Qidûr Beg, sera û qijleya fransîzan û peravên çemê Ceqceq girtin, xanûman avakirin û bi demê re Qamişlo di binya bajarê Nisêbînê de ji çend taxan hat avakirin wek: taxa, Siryan, Ermen, Aşûriyê, Cihûyan, Tey û Elî Fero (Xerbî) di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareş ve.
Roja îro, ji cihên navdar di Qamişlo de: Gora seydayê Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Seîd Yusiv û goristana welatparêzên Kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman tê de hatine veşartin: Hemze Begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918an de li Stenbolê diweşand, Hacî Mûsa Begê Xwêtî, Dr. Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim Cemîl Paşa, Arif beg Abbas û kurê wî Dr. Dara, Silêmanê Ebês, Haco Axa û kurên xwe, Ebdulrehman Axa yê Eliyê Ûnis..hwd. Hem jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye, nêzîkî bajarê Derbêsiyê û gora Îbrahîm paşayê Milî li gundê Sifeya ye, di navbera Qamişlo û Hesekê de.
Ta berî çend salan, hin partiyên Kurdan çend kovar û rojname bi zimanê Kurdî li Qamişlo diweşandin, wek kovara Gelawêj, Pirs, Jîn, Gulîstan, Stêr, Xunav. Gurzek Gul û rojnameya Newroz. Mixabin tev hatine rawestandin, tenê rojnameya Newroz di weşana xwe de berdewam e.
Gotina Qamîşlê an Qamişlo, gotinek Kurdî ye orjînal e. Ne Tirkî ye wek ku hin dibêjin, dibe ku Tirkan ji me dizî be wek gelek gotinên din.. Qamîş, Qamir, Zil, Çît, li ber ava çemê Ceqceq şîn dibûn. Nexasim ku Qamîş bi pirbûn şîn dihat, ji ber vê yekê navê Qamîşlê an Qamîşlokê li bajar hatiye kirin. Roja îro, Qamişlo ji bajarên herî bi hejmara bijîşk, avokat û endezyarên xwe pir tê naskirin. Sed mixabin piştî 2011an, nema ew Qamişloka berê ye. Mixabin ku di gelek waran de hatiye guvaştin.
Qamişlo 24/6/2026
———
* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.